Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Heskirina dê û bavi

Heskirina dê û bavi

Pir mirov van peyvane wekî benîştê qaçkê (benîştê kerengê an jî ê kewzanê) dicurîn.

Di bêjin Kurd û Tirk wekî goşt û nênokê ne. Pir jî dibêjin em bi hevre xizm in, me êkodu re keç dane û standi ne.  

Bi vê dîtina goşt û nênokê de kifş e ku Kurd nênok in, tirk jî goşt. Mixabin em temaşe dikin goşt her yê cihê xwe, belê tim bi tim nênok tê qutkirin.

Ji bona qutkirina nênokê pir gotin henin, em vê demê ewan bi hevra tevlihev nekin çêtir e.

Di fikurînekê de di nava Kurda de leşkeriya Tirki pir germ û di bingeha oli de didîtin. Çuna leşkeriyê ji ciwanekê re herî girîng bû. Di navbeyna Kurda de dibêjin “ciwanê neçî leşkeriyê û naba leşker ne kurê bavê xwe ye, an jî ne mêr/zilam e.”

Di vê çarçovê de fermandar wekî bavê ciwanê leşker tê gotin.

Me got Kurd bi vê berçavkê re temaşeyî leşkeriyê dikin, ew bila di xalekê de cihê xwe bigir e.

Başe xala duyemîn a mamosteya re çi dibêjin. Pêşîyê Kurd mamosteya jî wekî fermandariyan bavê zaroka dibînin. An ku dibistana de mamoste wekî dê û bavê zaroka tê gotin û dîtin.

Mirovê zarokê xwe bibe dibistanê ji mamoste re “goştê wi yê te ye, hêstiyê wi jî yê min” dibêjin. Ev gotina  dê/bav ji aliyê zaroki re tê vê wateyê.

Ji min re zarokê min çi ye, ji te re jî ew e. Ez çendî ser zarokê xwe lerizim tu jî hind leriz e. Cih bê biqute, cih bê jêre hez bike.

Dewrekê ev gotinên Kurdan bû.   

Di xala sêyemînê de, dê bîte mijara gengeşîyê jî belê biborîn in, ez meclîsê wekî van mînakên jori tînim ziman. Parlamenter wekî serspîyên geli, wezîr wekî kabanîya malê, serokwezîr jî wekî malxê malê hizir bikîn.

Bi hebûna wanra zarokên vê meclîsê jî gel in.

Çawa em fermandar û mamoste bi rehma dê û bavê, bi germahi û xwesteka dilê dê û bavê de xwedîyê zarokan re dibînîn, wê demê divê serokwezîr jî ji gelê xwe re we be. Ji geli xwe re bev be ne zirbav be.

Madem ku serokwezîr malxê malê ye, bavê gelan e, divê ew jî jigelan re bavtiyê bike.

Welatiyên xwe re serê yekê bêşî ber serê wi be, çavê yekê bêşî ji çareseriya saxbûna çavire, bixebite.

Ên bêsî têr bike, ên rûs cila (kinca) bidetê, ên pêxas pêlava (solika) bidetê. Ji bona perwerdehîya wan, ji bona nesxiyên wan, ji bona jîyanekî azad û demokrasîyek biedalet xebitî.

Di aliyê gelên welatî de zikreş ne be, xwedîyê rikê ne be, navbeyna gela de ferqê ne derxe. Ne bêje “heke hûn hizira Kurda nekin Kurd çunebin.”

Gelên vî welati ji hevre pir hez yek dikin, demên xwe wekî xwişk û biraya bi hevra diborînin.

Mixabin hindik nanheram, hindik zikreş, hindik xwedîyê hişên xirab navbeyna van gela de ferq û cudahiyê derêxin. Gela kiş dikin yek. Agirê şeri gordikin.

Bi kişkirina wan re nava welatiya de, gelê girîng û gelê xirap re gel dibin du kom. Gelê xirap “gelî biraya ez jî wekî hewe welatî me. Herê gelo tu welatiyê herî girîng i, seba çi ez yê xirabim. Ez hez dikim wekî te welatiyê girîng bim û demokrasiyek pêşveçûyî re bi heq û hoquqa te jîn bikim. Min nevê heta mirinê ez amanşokê nava amana bim” dibêjîtê.  

Serokwezîrê bavê tev gelên Tirkiyeyê seba vê çendê welatiyên te, zarokên te ji çil milyonan zêde hatin kuştin, hevdeh-hejdeh hizaran zêde zarokên te winda bûn. Bi hezaran gund valabûn, bi milyonan welatiyên te terka warên xwe kirin û dinava xîzaniyê de qirqiçin.

Di vî şerê qirêj de ewên tên kuştin, windakirin û dibin xîzan zarokên te ne. Seba çi tu dibi xwedîyê qetla van zarokên xwe. Qetl di olî de çendî guneh e, tu ji me çêtir dizani.

Me got em te wekî malxêyê vê malbatê û meclîsê dibînin. Mirov malxê malbatê be, ê meclîsê be û bavê van zaroka be, ji bona kuştin û windekirina wan çawa hinde xemsar di be.

Tû wijdana van gelan i, tû bîr û baweriya van gelan i, tû hiş û ramanên van gelan i, evan gelan tû ji xwe re bav bijart.

Heke evan gelan ji xwişk û biratiya xwe tu ji xwe re bav bijarti be, wê demê hêvîya wan re amade be. Ewan divê tû zincîra rikê biqedîni û tû aştiyê bi rehma baranên biharê re barîni ser welat.

Qatî tû xwe ji hindika re zirbav dibînî ku tû destê aştiyê nagiri û bira bi destê biraya dideyî kuştin.

Banga geli ji te re eve ye.

Di bêjî.

Qatî hezkirina dê û bavan di singê te de çunî ne?

Ew çi rik e di singê te de hinde mirov jîyana xwe winda dikin û dilê te nasojî/şewitî.

Ew zalimên ev xwîndariye êxisti nava gela de, seba çi ew dilê singê te de pêtir tevlihev dike.

Mirov di kevî gomanê, ji bona selteneta xwe çawa zarokê xwe ji dengekê gel re diguhêzi. 

 

* Aman:  Kapkaşık
* Amanşok: Bulaşık yıkamak için kullanılan bez, lif veya tel.
* Malxê: Ev reyisi

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10