Silêman Feqiyanî

Her zarok depêka azadiyê ye

21 Mart 2012 Çarşamba 18:31

Dema em zarok rojên me gor zaroktiya me xweş, belê gor mirovê fahma jî birezîl û ruswayî diborî.

Gor me. Em zarok bûm. Di wan salan de Colemêrg’ê çu kolan jî çu nebûn. Tenê tax hebûn û her taxek jî cida cida belave bibû nava herêma Colemêrg’ê. Di vê sedemê de ez nabêjim ez kolanên Colemêrg’ê digerîm. Ez taxek ji ê Colemêrg’ê bûm. Navê taxê me Feqiyan bû. Taxê Feqiyan bi geşt û seyraniyên Feqiyên Medresa Meydane re binav bibû. Dawiyê de Feqiyên medresa Meydanê dihatin wi taxi geşt û seyraniya. Piştî wan jî, an ku heta salên 1970’ê jî mele û miftîyên Colemêrgê dihatin Taxê Feqiyan geşt û seyraniyan.

Niha navê Taxê Feqiyan bûye Taxê Tekser. Navê Taxi ê dîrokê guherin û kirin Taxê Tekser. Me nivîsînek xwe de hêvî ji Şarederê Colemêrg’ê kir ku navê wê ê dîrokî carek dî bidin ê, belê mixabin ev hêvîya me nahet cih.

Wan salan de şaredarê Colemêrg’ê  rêzdar Seît Atay taxê me wek gund diîna ziman.

Vêca gor hingê, ez nizanim ez li kîdera Colemêrg’ê dijîm. Gor xwe ez Taxê Colemêrg’ê bûm, gor Şaredarê Colemêrg’ê jî ez li Gundê Colemêrgê bûm.

Bi destûra we ez van gotinan hindik vekim. Cihê ez, bi destûre we dê bêjim em. Lewre ez, Qadir û Elî ji bo alatîkê, em çûyîn nik Şaredarê Colemêrg’ê. An ku Seît Atay.

Me hêvî ji wi kir ku bo taxê me alatîkê bîne. Ewi “ew tax nîn e, gund e. Di vê sedemê de alatîka gundê we di projeya me de çû nîn e” got me. Bi stahê xwar em carek dî zivirîn malên xwe.  A rasti me şermên xwe de negot malbatên xwe ku em ji bo alatîka taxê xwe çûn nik şarederê bajari.

 Em zivirîn mijara xwe a zarokên keviran diavêjin. Gor wan salan em zarok bûn. Em zarok bûn belê me nedizanî kanê dê dawiya jîna me bigehe kîrê. Em biaqilê zarokan re dijîn. Zikê me têr bibe, kincê me diber me de be ji me re bes bû.

Hingê li Colemêrg’ê polîs çu nebûn. Hebin nebin leşker/esker bûn. An ku cendirme. Ew jî me digotê “cendirmeyên Îsmet Paşa.” Hindikan jî digotê “cendirmeyên Rom’ê.” 

Dema leşkerek dûrahivê kevtiba ber çavên me, me çiya bi çiya dihilat. Lewre heke em kevtiban destê wan, ewanem diqotan. Emneqotaban jî me we dizanî. Tirsa cendrman didilê me de pir mezin bû.

A niha tê bîra min.

Caran taxê me dema kedkarên dacê dihatin ku daca pez û hêwanreşan bibirin. Gor hingê tev malbatan pez pir zêde, hêwanreşe jî hindik hebûn. Di vê sedemê ku ca baca pezi zêde neden, pez ji kedkarê bacê veşartin.

Me jî  we kir.

Dema kedkarê bacê me dibihîst ku dê bête taxê me, me ji pezê xwe du pişkan zêdetir dibir herêmek hebû navê wê Çalokan bû, me dibir wê herêma Çalokan û ji wan veşart.

Dema kedkarê bacê dihatin gor me taxê me, gor şaredariya Colemêrg’ê gundê me, me tenê ji pezi re ê lewaz hêlabû. Ewan jî baca wan pezê lewaz ji malbata me dibirî û zivirîn diçûn.

Hingê em zarok bûn. Rasti em ne tirk bûn ne jî kurd. Lewre heke gotiban me hûn tirkin, me qethî ev gotine qebûl nedikir. Heke gotiban me hûn kurdin qethî me ew jî qebûl nedikir. Lewre gor hingê peyva kuradî û kurdan pir qedexe bû. E gotiba ez kurdim rasti qotan, lêdan, îşkenceyan û kuştinê dima.

Hingê me kevir nediavêtin. Hingê dewletê çi gotiba em ew bûn.

Heke me tiştik xeleti rasti dewletê kiriban jî, me ji neznîna xwe dikir. Lewre em dialiyê nasnameya netewî de nefahma bûn û me binezanîna xwe qotan dixwar û binezanîne xwe em dihatin kuştin.

Ji me re kêmasiya rasti dewletê, kêmasiyek pir mezin e û divê mirov vê kêmasiyê neke. Heke bike jî an dê bin îşkenceyê de bibore an jî dê bê kuştin.

Hingê heke me rasti qanunên dewletê kêmasiyekl kiriba em netêkirîn tu girtigeha. Em netêkirî tu hepisan. Yek bi yek em didan îşkencê û dawiya îşkencî jî em dikuştin.

Niha… niha jî we ye.

Niha tev zarok dizanin carê seba çi pêngava xwe diavêjin û seba çi jî keviran diavêjin.

Niha tev zarok bizanayî xwedî xwe û gelê xwe derkevin.

Ji zarokên niha re hewce nîn e ku pezekê an jî du pezan ji dana bacayê birevîn in. Ew niha bihezaran re dê bacaya pezi bidin, belê ew tenê dilopek bîr û baweriya xwe nadin. 

Ev zarokene ne gor zaroktiya me ne. Ev zarokene hişyar bûne.

Bi zêdehi zarokên piştê sala 1990’ê hati dinyayê bi baweriya xwedî derketina xwe û a welatê xwe re mezin bûne.

Ev zarokene zarokên azadîyê ne. Tu kes neşê wan rawestîne. Bên girtin, bên kuştin, bikevin girtigehan çareserî çu nîn e. Dê bigehin hêvî û daxwaziya xwe a biratiyê û azadiyê.

Divê hêj pêtir zarok nehati kuştin, avekê valabikin ser vî agiri. Heke ji bo rawestana kuştina zarokan îzayê bikêşin dê aşti û birati bibe xîmê vî welati.

Her kevirek polayek e, her polayek dilkek e, her dilkek zaeokak/ciwanek e,  her zarokek û ciwanek jî azadiyek e. Xîmê welatek azad dibingeha azadiya zarokan de dibore. 

Bu yazı toplam 4346 defa okunmuştur