Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Her ku diçe zeman

Her ku diçe zeman

Tirrrrr!

Şofêr kilît bada...

Dê çûba dîsa. Kengî biçûya deverekê hema ji nişkê ve kulek li ser dilê wî rûdinişt. Mîde lê tirş dibû. Êşê dida roviyan, virikî dibû. Xew lê zîz dibû wê şevê, xwarin lê tal.

...Berî her çûyînê min digot belkî mucîzeyek çêbe û çendek dî, saet, na na, du sê saetên dîtir jî bimînim, belkî danek dî, lê piştre min digot çi pê nevê, ma piştî wê jî her çûyîn nabe?!

Ji hizrên tirş xwe daweşand û deriyê avsarkê vekir, bi lez, surehiyê avê hilgirt û av bi ser devê xwe dakir.

...Ez qet xatirxwestinê hez nakim. Her ku xatir dixwazim dibêjim qey ez ê careke din venegerim, ji ber hindê jî, kizgirokî dibim. Lê nabe bigirîm; girîn, li vê derê nîşana qelsîtiyê ye. Nabe ku mirov min wisa lawaz bibînin.

Rabû. Carekê kula çûyînê ketiye dilê wî, çi bike jî, nikare xwe ji vê rastiya tal daweşîne. Carek din lêva xwe bi devê surehiyê avê veda û heta nîviyê vexwar. Hêj jî çu mucîze çênebûbûn. Qet nexwet berê xwe bide saetê, hela gava yekî dipirsî ka tu yê kengî vegerî, yekser, gotin di qirikê re asê dibûn.

...Gava ez vedigerim, hêj berî bixêrhatinê pirsa vegerê ji min dikin. Gelo ji planên derbarê hatina min, an ji ber nebûna min a nav jiyana wan ev pirs dihatin kirin, min qet nezanî, lê bi her hal pirsa herî tal bo min ev pirs e: Ka tu yê kengî vegerî? Dixwazim hema yekser req û req bibêjin: Ma çi hawar e!?

Li çu derê natebite, komandaya televizyonê di destî de û kanal û kanalê digere, lê çu tişt bala wî nakêşe, volkanên hişê wî li ser çûyînê diteqin, ew ê dîsa biçûya. Pêdiviyên jiyanê, xwezî û rastiyê çûyînê di nava hev de li hişê wî dikin zingînî. Ji roja roj ve ye qet û qet fêrî çûyînê nebûye, hema gava wexta çûyînê hat, wê demê, dixwaze xwe veşêre, zû derkeve û bêyî ku kes pê bihese biçe û hey biçe.

...Ji bo hatinê her kesî digot tu yê kengî vegerî lê ji bo çûyînê çu kesî ev pirs nedikir. Lê bêyî ku ji min bipirsin min digot, xeman nexwin, ez ê demeke zû vegerim, lê belê ez jî tê de, çu kesî ji vê gotinê bawer nedikir. Çimkî hatinên min bo demên kurt, çûyîn jî bo demên dirêj bûn.         

Piyên xwe dirêj kirin, piştre dîsa vekişandin; çarmêrkî rûnişt, nebû, ser deqa piştê xwe dirêj kir, nebû, pal veda, dîsa nebû. Nebû, nabe, nedibû, sekin jê re tunebû, xura çûyînê pê girtibû. Madê wî tirş bû, qurequra roviyên wî bû. Bi bayê bezê xwe digihand destavê û bi dûv re diçû textena avsarkê dikir, îro ev surehiyê sêyê yê avê bû vedixwar. Tîniya wî nedişikest.

...Va ye dîsa ez li otobûsê siwar bûm. Hêj jî çu mucîze çênebûne û erê erê şofêr dixebitîne û bîskek dîtir ez ê dîsa bi riyan bikevim. Rê û rê... Ji mêj ve ye navbera min û riyan talûtirş e. Ji mêj ve ye di riyan de winda dibim û di riyan de zeman bo zemanan diçim.

... 

Gava ez ji gundî diçûm bajêr ber xwendinê, ez her li benda mucizeyekê bûm, ku ez neçûbama. Gava navê bajêr dihate min, yekser, madê min dibû jehr û dinya li min dihate hev. Lê her ku zeman çû, ez fêrî wî bajarî bûm. Êdî gundê min bû ew bajar, rojek hat, li gundê min çu kes nema, vê carê jî, ez dîsa çûm, ji vî bajarê ku hêdî hêdî fêr dibûmê, bi dûr dibûm.

Nizanim çawa dibû, lê min ji ku derê pir hez bikira, ez qet lê xweş nedibûm û ez ji wir diçûm. Riya min jê bi dûr dibû. Piştre gava ez li wî bajarê wextekê min ji bo neçimê dua dikir ku kavil û wêran bibe, vedigeriyam, dinya li min geş dibû lê ez lê nedimam. Dîsa diçûm.

Bi dûv re bajarekî din...

Li kîjan warî tijî çengekê bîrhatinên min lê çêdibûn, roj dihat, min jê bar dikir û ber bi warekî nûtir ve bêyî dilê xwe diçûm.

Niha dîsa ez li bajarê toz û dîwaran im.

Bajarê zer û zerrengî me, bajarê bêhnnexweş û bêhntengî me.

Her ku zeman diçe ez jî diçim. Di bajaran wer dibim. Li pişt min, çengek ji demên çûyînê ên tirş, li ber min bajarek... ez ê qet û qet ji vî bajarî hez nekim, çimkî heta niha min ji kîjan warî gelek hez kiribe riya min jê vebûye, ne ku dixwazim ji vî bajarî venebim, lê êdî naxwazim biçim...

Ez ji çûyînan gelek û gelek westiyam.

...

Gava çavên xwe vekirin, otobûs ji bajêr bi dûr ketibû.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi