Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Her kesî hay ji êşa xwe ye

Her kesî hay ji êşa xwe ye

Gava ku bêhna pirtûka taze tê, termê daristanê diêşe; ku pirtûka nebe zanîn belav nabe, lê ku daristan tune bibe mirov(ahî) bê hilm û nefes dimîne.

Der vêca were ‘vî kerî di vî bihorkî re bib(orîn)e’. 

Ma mirov dikare girîngiya ‘zanîn’ û ‘oksijenê’ bide ber hev?

Aşkere ye, jiyan li ser nakokiyên dubend ava bûye, ku dibêjinê diyalektîk…

Niha pirs û doza ‘aştiyê’; bi gotina ku niha li bar e, dişibe vê girêka kor; Gelo em gava aş bibin, em ê daristana ‘azadiya Kurdistanê’ bikin qurbanê pêkvejiyana bi navê welatekî demokrastîk (!), an dê ji nişkê ve hemû êşên xwe daqurtînin û bo danîna cîhaneke nû dergeheke nû li ber xwe vekin?

Ez dibêm qey di vê pêvajoyê de ev cure pirs û gelek pirsên wekî vê, hiş û mejiyê me tevan dikûjin.

Gelo qezenca me ji vê pêvajoyê çi ye?

Ez weha dibînim;

Du cure nêrîn li nav kurdan beloq û zal in;

Dilxwazên entegrebûnê –kurdên ku navika wan bi sîstemê ve ye; bi her tiştê xwe ji wir têr dibin, dibêjin, “Xwedê bike, zûka ev agir vemire da em rehet bibin. Jixwe sîstem naguhere, di sîstema heyî de em li cihekî baş in, tenê dê qezanca me zêde bibe…

Heçî kurdên li ber pêla şerî ketine û ji mal, war, gund, kar, tişt, zarok û hezkiriyên xwe bûne; dibêjin, “Bila ev agir vemire da ku mala kesine dî neşewite” lê ligel vê dipirsin, “Gelo, dê çi bo me bête şûnê?”

Li vir êşa bi ser êşan ew e ku hêviyên wan; hêviyên ku berdêla wan tê de ye, bi avê de biçin…

Ez dibêjim qey vê gavê çu kes dê nikaribe bersiveke rast û dilhênik ji bo vê pirsê bide.

Tenê ev tê gotin; “Nexşe û planek hatiye danîn, ger hûn tê de beşdar bin û dûvê wê bernedin hûn ê bibînin ku dûmahîka wê ji bo we serfirazî ye.”

Îro,

Aşbûna bi dewletê re, ji bo Kurdan ‘bêhna pirtûka nû, tirsa tunebûna daristana hêviyê û vebûna dergeheke nû’ di heman sêçerxê de bizaftin e.

Kurd, ne bi palpiştiya cihekî, bi dînamîka xwe ya ‘gehwerî’ dikarin vê sulhê bi serfirazî pêk bînin.

Lê berî hingê, tişta herî girîng ew e ku pêdiviya me bi welatekî aram û adan heye;

Ji bo wê jî,

Divê kurd, demildest di nava xwe de yek bin

Nekevin ser û guhên hev!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi