Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hepsa Diyarbekir

Hepsa Diyarbekir

Yê ne dîti nizanî di bêjin.  

Piştî danzdeh îlona 1980 yê Colemêrgîya dinavbera xwe de “berê tû kafira nekeve zindanên Dîyarbekirê” digotin. Mirovê bi ar û wijdan be, bîr û bawerîyek bi Xwedê ê xwe hebe tû hêwana jî nade wê îşkence ê.

Ma ji hêwanê mirar an jî sekitî re nabêjin kelex. Kelex jî bi bêhna xwe re bi navudeng e. Ji bona bêhna kelexi pir gotina di bêjin. Hepsa (hevs) Dîyarbekir jî wekî kelexa bi zilm û zordestîyê re bi navudeng e, bi kuştin û windakirinê re navudeng e. Belê bêhna kelexi û zilm û zordestîya hepsa dîyarbekir wek hevin. Ji wê çendê li ser hepsa Dîyarbekir jî pir nivîsîn hatîne nişvîsan û pir axaftin hatîne axiftin.    

Bi vê mînakê jî heqê me heye ku em bêjîn ewa di qampên Nazî de hati kirin di hepsa Dîyarbekirde jî hatîye kirin. 

Danzdeh îlona sala 1980ê ewrên reş li ser Tirkiyeyê de hatin. Ewrên di hindirê xwe de rik, nefret, zilm û zordestî xwedî dikir û bi dilka qirêjû li ser gelên Tirkiyeyê de dihiland.

Ewan Ewran jî asîmilasyon, îşkence, îmha û winda kirin bi zêdehê ser Kurda re hiland û bi şiloveyên xwe re hebûna  Kurda gor dilê dewleta tarî di şîltaqê xwe re pivyê bû berzeke.

Ew ewrên di hindirê xwe de, xwedî zikê reş û dilka bi xwîndarîyê re xemlandi ve xwîna Kurda wekî şûşekî şerabê qoreder û ziqim re difnê (pozê) xwe derxist.

Ewan ewran ji bo qetlîama Kurda jî ji xwe re hepsa Dîyarbekir jê gêrt û Kurdên Tirkiyeyê tev komkirin wê hepsê.

Belê yêk ji wan girtîyên hepsa Dîyarbekir de ez bûm. Piştî hinde sala ez ji hepsa Dîyarbekir derketi rasti psîkolojîya min jî wekî ewên ji hepsê derketi serubin/aloze bibû.

Êkere di van roja de carek dî navê hepsa Dîyarbekirê kete rojevê şevê xewên min li min heram bûn. Heta sibê sê çar cara li nav cihên xwe wekî dîna lerizim an jî radibim ser pê.

 Ew rojên ez li zîndana Dîyarbekirê de nû tê pêş çavên min ez hizir dikim  ku dê niha bên min/me biben îşkence ê.

Tinê di nava hişên wan de “ez îro nemirim jîyana min domdike, kanê sibê dê çi bête serê min” diborî. Ji wê çendê jî wek zarokan tifdestkanê dikirin kanê dora îşkenceyê ji kî re ye. Bili gomana jîn a xwe di gomana jîna ew hevalê hind roj bi wire jîyana xwe borandi û ji nik wi biri re, kanê dijînê de ye an jî hatîye kuştin de qirqiçî.

Me, yê ne dîti nizanî re dest bi nivîsînê kiri bû. Rast e yê hevsa Dîyarbekirê ne dîti, ne jînî nizanî kanê di hindirê wê de çi veşartî ye. Nizanî kanê kul û derdê wê, êş û jana wê, xem û xîyala wê, derd û kedera wê, çend mirov dîn û har kirîne, çend mirov xîzan û sefyane kirîne, çend mirov kuştîne û winda kirîne.

Ji bona hepsa Dîyarbekir heske mirov hiş û hizirên xwe nivîsî bi romana re xilasnabe, ji wê çendê me bikurti psîkolojîya girtîya hepsa Dîyarbekir îna ziman û em zivirîn rojeva wê.

 Bi gotinek dî, ji gur û hirça, ji dahbe û xwînxwara tirstire, ne tê axaftin ne jî tê hizirkirin. Ew tenî a rûyê mafê mirovan e. Ew ginci yên rû ê mirovan e, hindî mirov rabin û rûnên dê dengê şiqşiqê jê bê.

Ev du sê rojin di nûçeyên televizyona, di şîroveyên nivîskar û binivîsînên rojname a de “dê hevsa Dîyarbekir bê xirapkirin û cihê wê dê bibî cihê perwerdehî yê” tê nivîsîn û gotin.

Rasti hindik ji bona cihê perwerdehîyê rexgirin, hindik jî ji bona bibî mûze re rexgirin.

Ez jî di vê şîrove a xwe de di bêjim.

Ez wekî pir Kurda di wê berf û barana wê hepsê, sir û seqema wê hepsê de borîm. Ez jî wekî pir Kurda di wê hepsê de bi qotan û lêdanê re herişîm. Min jî wekî pir Kurdê di wê hevsê de jîyana xwe winda nekiri û derketi, mêjîyê xwe xwar û hêj naha jî wekî mirovê aqilmend hizira nakim. Bi xwendinê zû fahm nakim, zû bi zû hiş û hizirên min naxebitin.

Êkere piştî vê rojeva hepsa Dîyarbekir ez xwe wekî mirovê girtî hizir dikim. Û bawerim ew girtîyên bi min re, an jî piştî min ji hevsa Dîyarbekir derketi, ew jî niha di nava psîkolojîya min de nin.

Vêca bînin pêş çavê xwe sibê du sibe zarokê min, an jî nevî yê min dê biçî cihê wê hapsê perwerdehîyê bibînî. Xwîna Kurda herikîye ser axa cihê wê hepsê û de zarokê Kurda an jî nevîyê Kurda ser wê xwînê, dê perwerdehîyê bibînî. Parlamenterê kevin Av. Cavît Torun “ez bawerim di bin hepsa dîyarbekir de hêstî ên girtîya henin” gotîye. Ew kîjan zarokê Kurda ye dê ser wan hêstîya perwerdehîyê bibîne.

Li ser axîn û nalînên Kurda, li ser îşkence û kuştina Kurda, li ser girîn û rondikên dayikên Kurda, dê zarokê kî bikevî perwerdehî yê.   

Ji min re bêjin ew çi dilke ku singê wi/wê dê û bavê de ye, dê zarokê xwe rêket wê dibistanê.

Ewên rexgêrîya mûze a mafê mirova digirin di nava dîtinek herî girîng de nin, ez jî rexgirê wanim.

Çimkî ew heps tivê bibî ibret ji gelên cîhanê re, her bi zindî pêş çav be. Tivê gel ên cîhanê tû cara ji bîr nekin ku Kurda berdelên herî girîng di wê hepsê de dane.

 Hêvîya me ewe ku hepsa Dîyarbekir bibe mûze a mafê mirova li Dîyarbekir.

Bila bibe zende (îbret) li dinyayê re.

Nîşe: Tifdestkanê: Hevalek ji du destan xwe yêkê bi zimanê xweve tifê re şil dike û her du desta dimiçinî û rasti hevalê xwe digirî. Ew hevalê destê bi tifê şil heske ji xwe re jê gêrtîbe ew berze dike, heske destê bi tifê şil jênegêrtibe xwedî ê desti berze dike.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10