Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hemberî Şidetê de parastina jinan

Hemberî Şidetê de parastina jinan

Pêşîya sala 1857’ê de jin wekî koleya didan xebitandin. Nêzî şenzdeh demjimêran jorve dixebitîn û heqdestê wan jî hindik bû. Di wan salan de jî jin bêrêxistin bûn, belav bûn.

Jinan jî roja 8 adarê rasti vê neheqiya li ser wan tê kirin rasti kedxwari û bêedeletê qowetên xwe kirin yek. Wê roja 8 adarê ji bo heşt demjimêra xebitin serhildan kirin.

Belê bi vê serhildanê re jin ji wê rojê paşve xwedî tev pirsgirêkên xwe derketin. Lewre tenê pirsgirêka jinan xebata kari nîn e, tev pirsgirêkên wan hene.

Ji wê rojê heta îroj, ev roje ji jinan re tê pîrozkirin û hemû salan wekî cejnê tê qebûlkirin. Ev roje roja kabanîya malê, roja jinên rêncber, roja jinên betal/bêkar, roja jinên gunda di xebitin, bi kurtasi roja jinên karker û kedkar e.   

Em di vê şîroveya xwe de bizêdehi ser karê jinan narawestîn. Em dê bangekê ji hikometên Tirkiyeyê re bikîn ku Qanûna Parastina Jinan a li Hemberê Şîdetê derêxin. Di vê wateyê de jî dê şîroveya xwe re dombikîn.

Di dîroka Tirkiyeyê de bi aliyê çendî hikometên hati, ên heyî û kifşe ku dê ên bên de jin wekî navmaliya zilami tê dîtin. Her we di dîroka Tirkiyeyê de jina gor zilami wekî mirovê duyemîn dibîn in û ji jinê re “ser piştê gopali, di ziki de zaroki kêm nakî” dibêjin.

Di vê wateyê de hikometên hati, ên heyî û ên dê bên, ji bo parêstina jinan tu xîret nekêşaye û ji bo tepeseriya jinan pêtir çavên xwe miçîn e. Hikometên Tirkiyeyê jî wekî ji welatperezê xîzan re “çawa hindî rojekê zêde ez wan xapînim ji min re kar e”hizir dikin, rasti jinan jî, di nava van hiziran de ye.

Her roj em yê dibînin ku vi bajari an jî bajarek dî, hevserê jinê, destgirtiyê jinê, jinik kuşt tê gotin û nivîsîn. Kuştina jinan tu deman ji rojeva Tirkiyeyê de kêm nabe. Di rojeva Tirkiyeyê de tê dîtin ku jinên ji bo parastina xwe serî li dadgehê dayî û dewletê tu piştgirî ji wan re nehildaye. Çendî ji bo parastinê serî li dadgeha dayî jî, kuştina jinan bi lez berdewam e. Dadgeh xwedî jina derneketîne û serî lêdana wan re xemsar man e.   

Carek dî jî gor rojnameyan jinên ji bo xweparastinê serî li dadgeha dayî re 38 jin hatîne kuştin. A hati aşkerakirinê de tenê di sala 2010’ê de 108 jin hatine kuştin.  

Di rojeva Tirkiyeyê de ê pêş çav ku kuştina jinan di Tirkiyeyê de wekî nêrîna mafê mirova tê dîtin. Mixabin jinên di hikometan de hati karên herî girîng de jî ji bo rawestina kuştina jinan tu kar nadin. Wekî ji kurdan re tê gotin, ji jinan re jî mirov dişê bêje kew dijminê serê xwe ye.

Ez fahm nakim ku di hikometên Tirkiyeyê de wezîrê pirsgirêka malbata seba çi heye? Ev wezîre ji pere xwarinê zêde çi kar dide?

Em yê dibînin ku jin tenê bi kuştinê re xedrlêbûyî nahên. Di rasti destdirêji û destavêtinê re rasti xedrlêbûyînê tên. Jin tenê di rasti kuştinê de namîn in, di jîna xwe de her dem bi fîzîkî û bi giyanî rasti îşkenceyê jî tên.

Vê dawiyê de jinên tirk û kurd wekî bi çav tê dîtin, ê berxwedana mafê xwe didin. Di bin vi sîvane de bi zêdehi jinên kurdan di Tirkiyeyê de ji bo rawestina kuştina jinan di nava karekî herî girîng de nin. Di çapemenîyê de bi bangê wan re divên kuştina jinan raweste û bi lezgînî qanûnên sekinandinê bê amade kirin.  

Çend mixabin e jinên tirk û kurdan di van rojên adarê de têkojînek girîng didin belê televizyon û rojnameyên Tirkiyeyê rasti têkoşîna jinan xemsar in nayîn in rojev ê. Lêy a rast televizyona ROJ TV’yê vê têkoşîna jinên tirk û kurd di van rojên adarê de ji rojevê dernaxe.

Lewre di ganûnên di haziriyê de heyî vê xwîna kirêt narawestîn e. Mixabin ev qanûnên pêkenî riştina vê xwîne pêtir zêde dikin.

Heke qanûna rewşa niha de heyî ji bo rawestina kuştina jinan hatiba amadekirin, navê qanûnê wekî “Qanûna Parastina Malbatê” ne digotin. Lewre Qanûna Parastina Malbatê tenê ji parastina jinan zêde, xwedîgiravî (sözüm ona) tenê malbatê diparêz e.

A herî ji jinan re hewceyê parêstina wan divê bi navê wan re be. Cihê Qanûna Parastina Malbatê, dê Qanûna Parastina Jinan a li hemberê şîdetê  danîban. Di vê qanûnê de jî danekirinên herî girîng jî danîban ê. Rasti bi tenê qanûn danên re nemaban, divê ew qanûn jî bên xebitandin.  

Dîtin, gotin û hêvîya me ew e ku tev jinên cîhanê bi îradeya xwe re qirarên xwe bidin. Pêşîyê azadî ji jinan re paşê jî bi tev cîhanê re bêjîn ku ca mirovên tev cîhanê azad bibin. Lewre azadiya mirovahiyê bi azadiya jinan re mimkun e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10