Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hecet qirêj a mêjî ye

Hecet qirêj a mêjî ye

Peyv a Tirkî “bahane,” di ferhenga bi rexê birêz Zana Farqînî"re hati nivîsîn de “bahane, mehne” hatîye nivîsîn. Colemêrgî jî peyva tê wate a bi Tirkî “bahane” ê, dibêjin hecet. Ez jî lêborîna xwe ji hewe dixawzim û nivîsîna xwe bi peyva hecetê re domdikim.

Hecet tiştekî gor hizir û hişên mirovî ye. An ku heceta dilê xwe de dê bi rexê qencîyê an jî rexê xirabîyê bînî cih. Hecet di destê mirovidan e, bes girêdayî pîskolojî a wi mirovî ye. Bivê dê xerabîyê bike, bivê jî dê qencîyê bike. Belê herî zêde hecet bi rexê xirabîyê de tê dîtin û tê gotin.

An ku heceta mirovi gor wijdana wi, gor merhameta wi xwe nîşa çav dide. Di wê dema mirovi de, di aqilê wi de hişên wi çawa dê wi bide hereketê we dixebitî û wi mirovi têxî nava têkilahîyên qirêjû.

Hecet gor xêr û şeran e, bes di xêr şera de jî hecet heske bi rexê xirabîyê de kifş bibî, ne têkilahîyên mafê mirovan e. Di wê demê de, nava hiş û ramanên mirovê dilê wi qirêjû de hecetê cihê xwe gêrtî ye. Ew hecet di bin destê wi mirovi de û ew mirov, wê hecetê dê çawa sarf bike, ew dizanî.

Di dîroka Tirki de mirovên xwedîyê heceta tûnekirinê, heceta lêdan û kuştinê de pir mirov henin. Jîna mirovi, semyana mirovi, têklahîyên mirovi navbeyna du lêvên wanin. Ewan bivî dê mirov bi jînî, ewan bivê mirov dê azad bigerî, ewan bivê dê mirovi têkin girtigehê an jî bidin îşkence ê. Ewan ji mirova re çi bivê dê wê bikin û tû heqê berevanîya mirovi jî tûne ye.

Dema ewan hecet li mirovi gêrt, şikl û şemala hecetê çi be xelasbûna wi mirovi çinûne. Dê gor dilê xwe hecetekê li wi bigirin û telêfin. Mexdûr nerazîbûna xwe bînî ziman dê kêr çi bê. Heceta ewi zalimi ji wi mirovê mexdûr re goti qanûn e. Tû kes ji te bawernake û nerazîbîna te jî ji kîsê te ye.

***

Bêbextîya (iftira) du mirova, mirovi di be darê qinarê, xwedî derketina du mirova jî mirovi ji darê qinarê xelas dike.

Em şên hecetê bi bêbextîyê re jî bînîn ziman. Bêbexti jî gor hiş û ramanê xwedîyê hecetê ye. Bêbextî têkilahîyên rastîyê re na çêbin. Çimkî heske ji mirovekê re sûc an ku qebehetek hate gotin û tivê ew qebehet jî rast bî ca nebîte bêbextî. Belê dema ji mirovekêre kirêtî an jî qebehetek hate gotin û di rexê wi mirovire jî tû qebehetên we tûne bî wê demê dibî bêbextî.

Bi kurtasi reqasa hecet û bêbextîya ser milê me kurda tû cara kêm nabe.
Em dê hindik mînaka bînîn pêş çavên xwe.

Vê domahîkê de zarokê di kolanê de bi hevalê xwere kurikanê, pilanê an jî selkanê bileyîzî, cîhan dizanî ku dê destên wan bibî toz.

Çimkî tax û kolan ên herêma me ji ax û tozê tû cara xelas ne bû ye. Belê zaroki kolanê leyîst û destên wi bibûn toz û seba destên zaroki bi tozêde dîyardike zarok bi salanre ceza dixwun û dikevin îşkenceyê. Bêbextîya ji zaroka re hati gotin “kifşe ku zaroki bi van desta kevir avêtîne polêsa seba hindê ji destên wan bûne toz.”

Zarokên li kolana hevalên xwe re tîteqanê, biranê û şeqanê leyîzî û seba ser û cilên wan dibin herî, toz. Bi hecetekê an jî bêbextîyekê re sedema wê herî û tozê zarok sal bi sal dikevin gêrtîgeh a.

Di hemî welata de mirov tên gêrtin, dikevin gêrtigehan de, bes ew mirov dikevî gêrtigeha ewên sûçê wan heyî, kêmasîyên wan heyî. Dema mirov ji bo van kêmasîyên xwe kete girtigeha an jî rasti bêbextîyê het, mirov nakevî xemê. Belê dema mirov seba hecetekê an jî bêbextîyekê kete girtigeha aha wê demê qedemên mirovi dişkên.

Evê mirov bi vê wate ê di şê bînî ziman.

Di dîroka Tirkide her ji sed mirova re nehwêd pênç Kurd rasti bêbextîyê hatîne.

Destên wan tozin di tên gêrtin. Cilên wan tozîne di tên gêrtin. Rojname an jî pirtûka gor dilê wan nexwendîya tên gêrtin. Gotîye “ez hesdikim bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînim” hatîye gêtrin. Gor dilê wan ne nivîsîye an jî neaxiftîye tên gêrtin. Stranên kurdî gotîne, an jî “ji minre avê bîne” gotîye tên gêrtin. Di rê de xefletive polêsek temaşe kirîye tên gêrtin. Şiklê mirovekê neçûye xweşîya polês an jî leşkeri hatîye gêrtin. Pêlava pê yêkê paqij e tê gêrtin, hwd.

Evane mirovi bivê dê bi hezar mînaka bînî ziman.

Bi kurtasî hecet pir henin. Tinê ew ji xwere di nava mêjîyê xwe de hecetekê peyda bikin, ji mirovekê re hesnekin bes e.

Êê. Hûn jî di zanin tu dem û tû zemana dawîya heceta jî nahê, her we dawîya bêbextîyê jî nahê. Kifşe ku mêjî bi heceta re qirêjû bibî û di stêrka wi de pir mirov henin.

Ger hecet an jî bêbexti wekî qirêja dilhilandinê mêjîyê wi bêxî bindestê xwe wê demê mirovê xwedî ê wi mêjîyê qirêjû ji mafê mirova re zirare. Ne xweşmêr e.

Ji vê zilm û zordarîya evan mirovên xweşmêr re sedema hecetên wan bi hezaran mirov dikevin girtigeha û îşkenceya. Îşkence ji wan xewşmêrên dewletêre pîrozbahîya tiştikî olî tê dîtin. Ew bêbext, ew bê hiş û bê hizir çendî bi hecet an jî bêbextî re mirova ixbar bikin hind jî bi rexê dehaqan re tên pîroz kirin.

Wey dî jî dilê wi mirovi, hişên wi mirovi, ramanên wi mirovi bi hecet, bi bêbextîve qirêjû bibe ew mirov dibîte neyarê mafê mirova.

Mixabin di vî welati de ev mirovên xwedîyê vê hecet û bêbextîyê herdem bi qedruqîymetin û xweşmêrin. Hindî bêbextîyê mirovekê bikin pêtir tên heskirin.

Bi hecet jî bî, bi bêbextî jî bî mirov zirarê bide mirovê bêxalîxerez ne şolê camêran e, ne şolê mirovîyê ye û cihê wê neheqîyê di mafê mirova de çinûne.

Ji ber wê çendê mirov ji bo van hecet û bêbextîyan hişyarbe û ewên bi vê kirêtîyê re mijûl bide aşkerakirin. Tivê mirovê bêjî ez rexgirê mafê mirovanim, ez rexgirê gelên bindestim û ez neyarê ziln û zordarîye me tivê mirovê xwedîyê hecet û bêbextîya bide aşkerakirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10