Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û HDP û Tirkiyeyîbûn=Kurdistanîbûn

Û HDP û Tirkiyeyîbûn=Kurdistanîbûn

Lîsteya kandîtên HDP ên bo Hilbijartina Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin aşkerekirin. Kî sil kî aş, lîste bi raya giştî re hat parvekirin û niha starta hilbijartinê hate dayîn.

HDP, partiyeke siyasî ye û li gorî qanûnên Dewleta Tirk hatiye damezrandin, ji ber hindê jî, normal e ku siyaseta xwe di vê çarçoveyê de bimeşîne. Ev tê fêmkirin. Heman demê, HDP, baskê siyasî yê temsîla Tevgera Azadîya Kurdistanê ye, ji ber hindê jî, mîsyon û barê wê, bivê bivê girantir û ji “partiyên heyî yên sistemê” cudatir e.

HDP, mecbûr e, heta radeyekê temsîla dengê doza kurdan bike û di baskê siyasî de temsîla Kurdistanê bike.

Ji ber hindê jî, ji bo HDP bikaribe bibe partiyeke Tirkiyeyî, mecbûr e, berî wê, bibe partiyeke Kurdistanî û hemû pêkhateyên kurd û Kurdistanî li xwe bihewîne.

Ji vî alî ve, tifaq û yekitiya bi hêz û pêkhateyên Kurdî re gelekî hêja û girîng e.

Îja Kurdistanîbûn çi ye? Pa Tirkiyeyîbûn çiye?

Kurdistanîbûn: Di serî de şikandina qalikên siyaseteke berteng û îdeolojîk. Ji bo vê, di çarçoveya berjewendiyên civaka Kurdistanî de –di nav de hemû pêkhate, dîn, mezheb, nijad, etnîsîteyên vê civakê heyî- pêkhatineke Kurdistanî ava bibe. HDPê di vî warî de tifaqên qenc û bi xêra milletê kurd kirin.

Ligel vê, dema ev tifaq têne kirin, HDP, mecbûr e, hemû pêkhateyan bihewîne û demokrasiya navxweyî di civaka Kurdistanî de saz bike.

Heçî Tirkiyeyîbûn e, ew jî hiqûqa bi civaka Tirkiyeyê re û hiqûqa bi dewlet û desthilata Tirk re destnîşan dike.

Ji bo vê, HDP, mecbûr e, bi hin partî, rêxistin, kesayetên pêşçav ên Tirkiyeyî yên çepgir, sosyalîst, demokrat û mirovhez re –bi şertê ku doza Kurd û Kurdistanê qebûl bikin- tifaqê çêke.

Li ser vê mijarê, hewldanên baş hene û bi ya me, HDP vê gavê siyaseteke baş dimeşîne.

Heta Kurdistanîbûn çênebe, tu wateya Tirkiyeyîbûn, cîhanîbûn, fezayîbûnê nîn e!...

Bêguman kêmasî hene û dê hebin, a giring, bêyî ku zirarê bigihîne doza Kurd û Kurdistanê, ev kêmasî bi mekanîzmayên navxweyî re bêne guftûgokirin û çare li nava malê bête peydakirin.

Tifaqên HDPê ser xêrê û pîroz bin, Xwedê bike, benda jis edî 10an derbas bikin û doza Kurdistanê bi rêbazên siyasî jî her bê meşandin.

Lê divê em ji bîr nekin, Doza Kurdistanê doza girtina parlamenteran tenê nîn e, ev tenê milekî wê ye. Ev ji bo meşrûbûna qada netewî û navneteweyî girîng e, lê a ji tevekê giringtir, avakirina civaka Kurdistanî ya demokrat, serbixwe, azad û bi adan e.

Ji ber hindê, çûna meclisê tenê gavek e.

Divê em demokrasiyê di nava xwe de bi cih bikin, ev tifaq ne tenê di demên hilbijartinan de, di hemû jiyana civakê de serdest bibe.

Bila ser xêrê be!...  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi