Omer Dilsoz

Hawara girtiyên nexweş

14 Şubat 2014 Cuma 12:40

Em piçekî empatiyê bikin; yanî xwe deynine şûna wan. De ka çavên xwe bimiqînin û xwe berdine nav hiş û bîra xwe.

Sibekê, di xewa şirîn de, hêj şeva nehilandiye û ronahiyê kirasê reş ê şevê bi tîrêjên xwe neçirandiye. Tarîgewrika zû ye û hêj stêrk li asîman diçirûsin. Şev ker, dinya mit, çira û lempeyên xaniyan vemirî ne.

Ji nişkê ve bi ringeringa derî hûn ji xewa şîrîn têne hişyarkirin û hêj we derî venekirî, birek mirovên rûpêçkirî yên girgose û depdepe weke gurên dikevin nav koza berxikan, bi sol û pêlav diavêjin ser malê.

Bîstek dî, di nav awirên kizgirîn, ligel rondikên dilsoj li pêş çavên malînên xwe dikevin bin çengên te û te ji wê mala serobinê hev hatiye kirin, derdixin û dibin. Ji bo dilxweşî, heke derfetê dibînî, dibêjî malînan, zûbin dinya alemê pê bihesînin, qenebe hema min bi saxî bibin zindanê, pirte Xwedê mezin e.

Piştî lêpirsîneke teşne, hema bi zeptûrep xwe di zindanê de dibînî. Roj dibin heyv, heyv dibin… dem weke keviya tavê lêxistî, çip çip dihele û xweziyên te jî pê re. A rast, nîviya dilê te li nik lişûnmayiyan dimîne. Dayik, bav, -heke hebe hevjîn, zarok, xwîşk, bira û yên dîtir, gelo çi ka kengî hînî jiyana piştî te û bûyî te bûne; gelo bûne?
Gelo hal û rewşa wan çi ye?

Zindan, giran e, bi şeh û kam e, rutûbet e, sar e, hesin e, beton e û ji hemûyan wêdetir bindestî ye, dîlî ye, stûxwarî ye. jiyana te di nav du lêvên gardîyan, rêveberên girtîgehê de ye û ji bo bijî, her kêlîka wê bexwedan e, bi xwe re, bi demê re, bi kawdanan re, bi rêveberiya wir re…

Pê re, rojên seradanê tên, bi dilekî geş, çirayekî biçûk bo çend saetan ku tu nizanî xewn e an rastî ye, hema çavên te bi rûyê kesûkarên te dikeve û nakeve, her tişt pir zû bi dawî tê. A rast, her kes di wê seradanê de xweş dibêje, tenê kenên kotekî li ser lêvan têne hildan û dilediliyê didin, çi ka çi bikin rebenan; hal yemano, derd girano, mehkûmo, bargirano!...

Dinyaya derve tenê ew e ku bi ser wan bo te tê gotin lê rastî; rastî gelekî xedar e û tu dizanî ku tiştine diqewimin lê nizanî ka çi ye.

Pê re qudûmên te dişkên, ji qehra zerkî dibî, zerka te dide cerg û mêlakan, hinavan li te diperitînin. Bi qulipîna demê re êdî seradanên destpêkê hefteyî, an deh rojane, êdî dibin mehane, piştre jî demsalane, heta hinekan salane…

Qey tê jibîrkirin, qey li derve hînî ‘tunebûna’ te dibin; lê tu sax î hêj?!
Erê sax î, lê a rastî saxê di gorê de, heyî lê ligel vê jî tune yî…
Tirsa herî mezin a mirovahiyê tirsa “tunebûnê” ye, lewre “gîz û raza” mirinê, nehatiye zelalkirin û bo mirovan tirsa herî mezin e.
Îja tu di zindanê de wê tirsê nas dikî, bêhna mirinê seh dikî, çavên wê dibînî û hilma wê dikêşî hundirê xwe…

Azadî, xweziya herî mezin e lê hêmanên laşê te nikarin êdî bidebirin û neşên vê êşê ragirin!...

Piştî demekê –belkî sal kevin bûne- tu êdî dîlekî/e nexweş î. Kezeba te tê ber devê te. Hinavên te peritîne û qudûmên te sist bûne. Çavên te weke berê xweş nabînin. Por nemaye bi serê te ve, ew bejna te ya wek spîndarê êdî bûye gilokeke rîsî û bi ser hev de dewisiye.

Payiz, ji zû de hatiye warê dilê te.
Tu nexweş î û çavê te li pêjnekê derve ye. Hema qenebe van rojên xwe yên dawiyê li gel hezkiriyên xwe biborînim, ma ez gelek tiştekî mezin dixwazim… êdî tenê bi vê hêviyê xweziyan bi tejê axînan ve dirêsî û tînî têxî ser ristebenda kovanan…
-
Ey em ên derve, piçekî bext, piçekî wijdan, piçekî îman!...

Ey em ên derve, piçekî jî guhê xwe bidine van kes û karê xwe yên zindanî, wan heval û dostên xwe yên ku niha nexweş in û çaverêyî dilopek wijdana me ne…
De rabin bi hawara girtiyên nexweş!

Bu yazı toplam 4128 defa okunmuştur