Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Havalê Nezmî

Havalê Nezmî

Nik kurdan peyva heval, wek têkiliya xwişk û birayan, a bav û dayikan, a kur(keç)mam, kur(keç)xal, kur(keç)met, an ku wekî mirovê ji xwîna wi, tê zanîn.

Ev jî bila nehê jibîr kirin. Peyva heval germahiya laşê mirovi ye, heval hiş û hizirên mirovi ye, heval bîr û baweriya mirovî ye. Peyva heval xwîna dilka mirovi ye ku tev demarên mirovi de digere û baweriyê dide mirovi. Bi kurtasi mirov çawa bimirovê xwe re mirov e, her we bihevalê xwe re jî mirov e.

Serê we gêj nakim. Lewre navbenda tev gel ên dinyayê de peyva hevali cide cida cihê xwe re giran e û tev wateyan tê şîrove kirin.

Em zivirin bingeha hizir û hişên xwe.

Min jî wekî te, wi û wan pir heval hene. Yek ji van jî hevalê min ê nazdar û nemir Nezmî Tîmur bû. Ev hevalê nazdar ne didema xwe de jîyana xwe winda kir, an ku zû de koçberî dinyaya dî bû û em dilsoti û kuvanî hêlan ser vê dinyaya pûç. Bila bê zanîn ku tev hevalên min ji min re pir girîng û nazdar in. Bitevahi hevalên xwe re baweriya min bi wan re tê û wekî dibêjin stûyê min nik wan wekî mû zirav e. Belê hevalê min Nezmî di dilê min de cihek pir cida girti bû. Ez û ew bihev re kevtibûn nava pir kêfxweşi û xemgînîyan de. Me pir rojên pîrozwer û rojên tehl, dijwar, zerend, ziqim û neyar hevpişkî kirin.

Wateya hevaliyê gor pir şîroveyan cida cida tê gotin. Lewre ez pir hez ji vê gotina mezinên tirkan dikim. Mezinên tirkan “ji min re hevalê xwe bêje ku ca ez camêriya te bizanim” dibêjin.

An ku hevalti di têkiliyên mirovan de hene. Mirovê xirab têkiliyên xwe bi mirovê xirab re dike. Ê nexirab, fêhlmêr û xasmêr jî têkiliyên xwe ji mirovê gor xwe re dike.

Heke mirov gor hiş û hizirên kurdan wateya hevaltiyê şîrove bike, bawer bikin çu rûper têra nakin. Di vê sedemê de em şîroveya hevliyê pêlîn û zivirîn henekiyên hevalê min ê nemir Nezmî Tîmur.

Lewre ew gor dilê min hunermendek pir girîng bû. Ma nabêjin ê nik wi be tu caran pîr nabe, ev jî ji van mirovan bû.

Ez tev aliyên wi ên dialiyê mafê mirovan de û ên aliyê huneri de dê pêlim bo nivîsînek dî.  An jî heke umrê min têr bike ez dê romanekê ser wi nivîsim. Bila heval û malbata wi li bendê bin.

Ev serhatiya serê wi de, a borî dibe ku madê xwendevani nexeş bike. Ji bo vê çendê jî ez lêborîna xwe ji xwendevan jî dixwazim.

Êz îro di jîna min û a wi de du henekiyên wi dê bînim ziman. Pêşîyê ji hevser, zarok û malbata wi re lêborîna xwe dixwazim.

Tê zanin ku perwerdehiya zimanê kurdî çu nîn e, di wê sedemê de tev peyv gor herêman guherin. Mînak wekî peyva tuwaletê.

Ez dizanim ku tuwalet ne kurdî ye. A ez dizanim ji tuwaletê re hacetxane, destnimêj, taret, jiderve, edebxane, avdest, avdestxane, tiwalet û tev dî peyv tên gotin.

Mijar ser tiwaletê vebû û bilêborîna we re ez serhatiya nemir Nezmî a tiwaleta Elbakê û a Stenbolê nivîsim.

Tiwaleta Elbakê.

Di sedemekê de ez û nemir Nezmî dawiyê de li Elbakî bûn. Bi kurtasi dê vê bêjim. Piştî çend saetan Nezmî hewceyî tiwaletê bû. Piştî çend pirsan tiwalet nîşan me dan. Em çûyîn çi dibîn in. Serê verezdekê (uçurum) nêzî duset mitroyan bilin çend texte û tenîkan re ber rexê hev du tiwalet hatîye çêkirin. Her du tiwalet jî hindav verezdê. Dema mirov diçe tiwaletê haşa duset mitroyan jorda rêdike.

Nezmîyê bira jî hind tengaviyê de ye tiwalet çawa ye ne li wê gomanê de ye. Dema geheşti tiwaletê zû de haceta xwe çareser dike û bi dengê bilin re jî dibêje.

“Xwedê min hêvî ji te heye, tu evî şoli ser dinyayê û binyayê bike risqê min.”

Tiwaleta Stenbolê.

Ji bo şanoyekê ku em bibin şanoger Stenbolê, em malekê mêhvan bûn. Tê zanîn dema tiwaletên alafiranga Stenbolê hey hêj me nedîti bû.

Wê rojê jî mala em lê mêhvan, Nezmîyê bira carek dî hewceyê tiwaletê dibe. Xewdîyê malê jî tiwaletê nîşê dide û Nezmî diçe tiwaletê. Piştî nîv saet dî Nezmî hat mezela em lê û carek dî pirsa tiwaletê ji xwedîyê malê dike. Carek dî xwedîyê malê derê tiwaletê vedike û dibêjîtê “ev e tiwalet.”

Mixabin cara pêşîyê jî Nezmî diçe wê tiwaletê belê debankê wê ser bûye û nezanîye debankê wê rake. Aliyê dî de jî ber rexê bi gotina Nezmî çînkoyê, rojname û pirtûk amade. Ji wam cida jî rasti wi televizyonek biçûk lê amade. Dilê xwe de “ev erde ne tiwalet e” dibêje.

Serê we gêj nakim. Nezmîyê bira piştî ji tiwaletê tê ev gote min.

“Kuro Silo xweliser o. Evan malmîratan çînkoyek danayne tiwaletê diçin di r… hindirê wê. Bawer bike ev çînkoye Colemêrgê bikeve destê me, em ê ji xwe re teremastî têkîn hindir.”  

Ev salek e ser mirina wi de burî. Tev heval û malbata wi, wi ji bîr nakin, lewre ew ê dilê me de. Heval Nezmî mekanê te cinet be û Xwedê sebrê bide malbata te.

NÎŞE: Ev bûyere di sala 1976’yê de qewimîn e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10