Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Harîkariya wan'ê û hevdîtınên qestûkan

Harîkariya wan'ê û hevdîtınên qestûkan

Navbenda çardeh, panzdeh mehan e ser erdheja Wan’ê de bori. Wekî tev Wan’iyan ez jî bi malbat re di bin konan an jî bajarên wekî Colemêrg û Idir’ê dijîm. Mixabin piştî pir îza û xîzaniyê, min jî weki pir Wan’iyan avahiya xwe jinav zirarê xilaskir. Lewre ji avahiyê min re xesara nîvek dabûn û divîya bê zeximkirin.

Hikometa AKP’ê ji her avahiya xesara nîvek re 15.ooo.- hezar pere biqer dê daban xwedîyê avahi. Belê mixabin AKP’ê wekî pir zirera dayî welatiyê Wan’ê di vî pereyê qer bide Welatî re, welatî êxist nava alozî î tengaviyên giran.

Tev cîhan dizane wekî xîzanê Tirkiyeyê xîzanê wanê jî pir in. Ê ji desti hati hêj biharê de dest bi zeximkirina avahiyê xwe kirin. Belê sedî nehwêt ji welatiyê wan’ê mabûn  ku hikomet wî panzdeh hezarê qerê dide, ji hikometê hildin û dest bi zeximkirina avahiyê xwe bikin. Belê ev bihar û havîn hat û derbaz bû hikometê ev pereyê bi qer bide welatî, nedan û xwe gîrokir heta meha îlonê. Di meha îlonê de ev pereye da welatî û welatîyê Wan’ê jî dimeha îlonê dest bi zeximkirina avahiyê xwe kirin.

Tê zanî ku her qeremetreya Wan’ê de avahi tên çêkirin û xirapkirin. Min jî wekî welatiyê wanî îlonê dest bi zeximkirina avahiyê xwe kir û bîst çile a 2013’ê xilaskir.

Ez nû kevtim avahiya xwe û avahiyê xwe cihbûm. Nû Bikêmasi be jî  ji tengaviyan xilasbûm. Ev zemanê borî de ji nivîsîn û karê xwe ê hînbûna zimanê xwe re paşve mam. Ev çardeh panzdeh mehên dikarê min de mehî an jî pûç bû ji min re pir girîng bû.   

Vê dibêjim.

Heke hikometa AKP’ê ji welatiyê Wan’ê re hezkiriba hêj biharê de ev panzdeh hezar pereyê qer dê belavî welatî kiriba û welatîyê Wan’ê ev qîyas xîzan  ne dibû. Vê zivistana sar û tezî bi avahiyê xwe re mijul nedibû û dê germahiya havînê de xelaskiriba û kevtiba hindirê avahiyê xwe. Belê hikometa AKP’ê xema welatiyê Wan’ê nebu ku van du zivistana bimîne nav cemed, sir û seqemê û kolanên Wan’ê.

Roja erdheja Wan’ê qewimî heta îro pir nivîskar, romanûs û rojnamevanan ser erdheja Wan’ê û harîkariya hikometa AKP’E dîtinên xwe înan ziman. Ji xîzaniya welatiyê Wan’ê re ên hati nivîsîn pir in belê ên nehati nivîsîn jî pir in. Tenê ez vê bêjim. Zirera hikometa AKP’ê dayî welatiyê Wan’ê erdhejê  neda welatiyê Wan’ê. Mixabin pir ên kor di Wan’ê de hene û zirera AKP’ê dayî Wan’ê nabînin.

Niha jî, ji bijartina şarederîyan  re hindik ma. Hikometa AKP’ê wekî tev bijartinên dawî de çêbû dê vê bijartina şarederan de hiş û hizirên kurdan tevlihev bike û xwe mexdur bîne pêş çav. Dê xwe alîkarê kurdan û kurdan jî wekî neyarê hev bîne ziman. Rasti evê kirina xwe ev dah sal e dike û kurdan jî xapîne.

Vê dawiyê seba zilm û zordariya hikometê û polîtîqayên hikometê ên xelet kurd bûne qowetek mezin. Hikometa AKP’ê jî ev dit û dest avête tevlihev kirina mêjiyê mirovan.

Niha xwe berdaye ser rûyê pêkhatina hevdîtinan. Bi wi rû re aqilê mirovan tevlihev dike qestûkan “em pêngava aştîyê diavêjîn” dibêjin. Bi vê selîqa bêbawer de hezdike kurdan bixapîne.

Heta duh jî gor wan tev kurd terorîst bûn û temaşeyî nav çavê kurdan dikir û kirêtiyên mezin ji kurdan re digotin. Piştî bijartin nêzî bû zimanê xwe guhurîn ji pêvajoya aştîyê re diaxivin. Û bi rêzdar Ocalan re hevdîtinan dikin. Rasti baweriya min bi van hevdînên wan nahê. Lewre zimanê wan bi pêkhatina van hevdînan re jî wekî ê dawiyê zimanê rikê û ê şerê qirêj e. Destpêka wan a van hevdîtinan tenê demkuştin e û xapandina gelan e, ku ên bikevin bijartina şarederan. Pivyê ne dengê welatiyê navbenda nalubizmarê, zivirîn in aliyê xwe.

Heke bijartina şarederîyê neba gor vî zimanê wan ê jehr jê barî, ew tu caran nabin alîkarê hevdîtinan. Ev pêngava wan a hevdîtinê belavkirina mêjiyê miravan e û ji xapandinê zêde çu dî nîn e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10