Silêman Feqiyanî

Gûza pûç an jî a kûk

06 Ağustos 2013 Salı 12:22

Dara gûzê ji kurdan re darek pîruzwer e. Lewre kurd dara gûzê nabirin û li lê xwedî derkevin. Dara gûzê wekî darê fêqi tê zanîn. Di vê sedemê de wekî tev darên fêqi dara gûzê jî di çanda kurdan de cihek girîng digire. Dara gûzê an jî fêqi re kurd “dara gûz an jî dara fêqi wexf e, dar çendî ser bine xwe be û mirov fêqiyê wê bixwe xêra mirovi tê re heye” dibêjin.

Belg an jî bi gotinek dî pel. Pel a wê dirêj û fireh e. Binê dara gûzê an ku qorm û çiqên dara gûzê hilu û bilnd e. Heke dara gûzê gulibir nekin di rojên pêş de dibe kevne dar. Çiqên wê wekî qormê wê stûr dibe û jîyana wê pir dirêj dom dike. Seba mezinbuna gûzê bi darê celi re zorî fêqiyê wê tê jêvedikin, an ku kom dikin. Ji darek zirav, rast û hilu ku gûzan bi wi re daqutin dibêjinê cel ê daqutana guzan an jî cel.

Gûz di jîna mirovahi yê de cihek giring diqire. Fêqiyê dara gûzê di malan de pir teşît tê xerçkirin. Ji nîveka gûzê re dibêjin kakil. Kakila gûzê şil û hişkiri tê xwarin. Piştî kakila gûzê hişkirin di nava kade, paste, beqlawa û pir dî tiştê xwarinê de tê xwarin.

Dema mirovi gûz hilda detê xwe qalika serve şîn e. Dema gûz giheşt ew qalik bisanahi ser rabe û kurd ewê qalika gûzê boyaxê rîsi re xerç dikin. Paşê jî qalika wê a hişk wekî depi heye û binda jî kakila wê heye. Pir mirov “kakila gûzê wekî mêjiyê mirovan e” dibêjin. Tedavîya mîde, a rovikan, a gurçikan û a çerm ê laşe mirovan re dibine. Di bejin rojê sî grama wê ji kolesterola mirovan  fêdeyê didetê. Ji nesaxiya şekirê re baş e û ba ê mîdê mirovan hildide. Ji persîvê û jehre laşe mirovan winda bike re jî girîng e. Gor gotina tu zirara gûzê tu nîn e, tene dema zede bê xwarinê mirov qelew dibe.

Ji hindik darê gûzan re dibêjin “ev güze kûk e.” Gûza kûk kakila wê bi îza di hindirê kelûçka gûzê de tê terêxistin. Caran kakila gûza kûk bi şujinê an jî bi deve kêrê re tê derêxistin. Ji hindik gûzan re “kakila vê gûzê pûç e” dibêjin. Ev teşît gûz jî av dikeve hinde gûzê, kakila wê reş dibe û nahê xwarinê. Bi gûza pûç re heke wateyek dî re bejin. Kakila gûzê dema kevte nava keluçkê hêj nehati xwearinê cirmis e û liç dimîne. Kêrm dikeve hindirê hindik gûzan û kakila wê dixwe û bi teşît gûzê re jî dişbêjin “ev güze kêrmî ye.” Ji hindik gûzan re jî “ev güze aza ye” dibêjin. Aha ev teşît gûz in ên tên xwarinê. Kakila hindikan spî û a hindikan jî nêzî renge qehweyî ye.

Em temaşe bikin ku dirûva mirovan û a gûzan de çi heye?

Hindik mirov hene wekî gûza pûç xemsar in. Tu ji wi re çi beji gotina te dakeve guhek wi û guhê dî de derkeve. Çendî bi wi re biaxivi guhên xwe şor dik, sere xwe dane ber xwe wekî mirovê çu nabihe we bêxemuxiyal dijî. Ji wi re peyva “ne xema min e ne jî dema min, qirçe qirça benîştê min” bibêjin cihê xwe digire.

Hindik mirov hene wekî gûza kûk, mismit û şiday disekin in. Tu sed salan bi wi re bi, tu neşêy peyvekê ji devê wi derêxi. Tev dîtin û gotinan hilçine hindirê xwe û a nava mêjiyê wi ê dizane bi tu kesê re parkirin nake. Ev teşît mirove wekî ava bin ka ê tê gotin û bê bawer in.

Hindik mirov hene bi tevahî gotinên mirovan re rê diçin. Hizir û hişên wan gor hiriz û hişên hindik dî dixebitin. Ew ji wi re çi bejin ew rast e û jîna wi gor ramanên hindik dî ne. Ji van mirovan re “mirovan kêrmikê xwe berdaye nava mêjiyê wi û mêjiyê wi kêrmî bû ye” dibêjin.

Hindik mirov jî hene ku bi aqil û gor mêjiyê xwe dijîn. Xelet û xirabiyan rasti hev re rexne dikin û xwe jî xwerexne dikin. Dawiya rexne û xwerexneyê jî di hiş û hizirên bê zirar de dibin mitabik. Hêvîya me jî ev e. Tev kurd, tirk, çerkez, ereb an ku tev gelen cîhanê, xeleti û xirabiyên xwe di xîmê rexne û xwerexneyê de çareser bikin. Di vê fehm kirine de wekî xwişk û biraya bijîn.

Navbenda gûzê mirovan de çi cidahi dê bikeve pêş çavan.

Ev tê zanîn ku gûz ji fêdeyê zede tu zirarê nade mirovan.

Mixabin mirov neyarên hev in.

Ê gûzê bixwe xêra xwedîyê gûzê tê de heye.

Ê mirovekî bikuje dibe qatil.

Sîdara dara gûzê mirovan ji mişk, mar û dupişkan parêze. Lewre sîdara gûzê tu giya jî şîn nabe. (Dara gûzê tene bi karbondîoksîtê dijî û oksîjenê nahilde. Di wê sedemê de sîdara dara gûzê ji giyaneweran re zirar e.)

Mirov bi hev re dikevin navbenda rikê, xiyanetiyê, neyariyê û bi hev re zilmê dikin.

Çandina dara gûzê bi xêr û bereket e.

Têkiliyên xîmê mirovan de berjewendî/menfaet heye.

Sotin û bîrîna dara gûzê qedexe ye.

Îşkence, kuştin, windakirin û girtina mirovan a hepisxana serbest e.

Cudahiya navbenda gûzê û mirovan pir in, bi gotinê xelas nabe.

Evê jî nebêjim nabe.

Sedema sîdara dara gûzê vê dibêjin. “Ê neyari ser yek dî hebe bila biçe ber derê avahiyê wi dara gûzê biçîn e.”  

Ez jî vê dibêjim “ê neyar û rikdarê gele xwe be, ê înkara zimanê xwe, dîroka xwe, çanda xwe bike û ê zirarê bide gele xwe, rasti gele xwe ew ji sîdara gûzê xirabtir e.

Bu yazı toplam 2833 defa okunmuştur