Silêman Feqiyanî

Gotınên tewşîk kırın

07 Mayıs 2015 Perşembe 09:33

Ev demek dirêj e ez ji bo çareseriya tenduristîya xwe li Nexweşxaneya Hatettepê bûm û di vê sedemê de ji bûyer û rojeva welat û dinyayê dûr bûm. Keyfxweşim ku tenduristîya min nû çareser bû û ez carek dî bi we re me. Di berdewamiya çareseriya tenduristîya min de bijîşkan pir derman dane laşê min. Nizanim seba van dermanê dayî min de serê min an aqilê min tevlihev bû. Dibe ku evan dermana mejiyê min bêxîret kir, wateyan direng hilçine hindirê xwe û pir direng jî dide xerçkirin, xebitîn. Di vê sedemê de ez bitenduristî hizir nakim û bi tendurtistî neşêm nivîsim. Hêvîdarim ku di demek kurt de hişên min bikevin serê min.
Caran bi tirkî dibêjin “kafa(m)si karişti.” An ku kurdî, bi tevlihevbûna serê min/wi re ev şolê min/wi rast neçû. An jî bi tevlihevbûna serê wi/ê re nizane çi diaxive.
Ev hevoke çendî rast e û çend hişên mirovi îqna kirin dike divê mirov vê nîşqaş bike. Lewre mirov nizane ev hevoke di tê çi wateyê û ji çi sedem wahe dibêjin.
Herê gelo ser tevlihev dibe an na?
Heke serê mirovi tevlihev bibe çawa çêdibe ku tevlihev dibe?
Heke tiştik rast be bi fîzîkî çawa tevlihev dibe û di vê wateyê de tê guherîn?
Herê gelo. Heke cihê vê hevokê bibêjin aqilê min/wi tevlihevbûye mirov dê vê hevokê danê cihek girîng. Lewre çendî aqilê mirovi bi fîzîkî tevlihev nebe jî carek dî mirov dê psîkolojîk baweriyê bidetê.
Mirov dê bi mecazî bibêje, wele aqilê xwe xwar. Gor hizir û hişên xwe naaxive. Ji mirovên wahe re jî dibêjin dîn an jî bi gotinek dî sefyane.
Ev dînbûn an sefyaneya mirovan mijarek cidaye. Êk jî gotinek teşwîk kirin (saçmalamak) heye. Ev gotina teşwîk kirin jî dikeve kategorîya dîn û sefyaneyê. A rasti di xîmê şîroveya mirovan de cih digire.
Em dê ji hindik axiftinên sîyasetvanên tirki ên xwe ser beniki negirti re hindik mînaka bibêjîn. Sîyasetvanê Tirkiyeyê jî, çi sîyaseta xwe a rojê de û çi sîyaseta xwe a nêzî hilbijartinan de diaxivin. Belê bawerim ku ew jî baweri bi wê axiftina xwe naînin. Dîroka Tirkiyeyê de tev sîyasetvanên hati û çûyî sedî nehwêdan xîmê sîyaseta xwe ser direwa, vira û xapandinê avakiriye.
Herê gelo. Dibe ku derman dabin evan sîyastvanên Tirkiyeyê, bi taybet sîyasetvanên AKP’ê ku axiftinên wan ser xapandin û direwan avabibe. Em pir kêfxweşin ku partiya HDP’ê ev aqilên di bêjînga direwa, fitne, fesadi, xapandin û viran dibore, tevlihev û tepeser kir. Sîyasetek zelal û bêdirew êxistin nava welat.
Pir sîyasetvanên tirki ên axiftinên wan dem bi dem ji hev negirti diaxivin hene. Ev sîyasetvane, ên xîmê sîyaseta wan de direw, fitne, fesadi, xapandin û a herî girîng bêbextî hey, di rojeva welat de cihek girîng digirin. Di aliyê geli re jî pir ji wan re hez dikin.
Hindik gelên Tirkiyeyê ên hilbijêr jî ji wan direwîn û fesadan re hez dikin û ew hilbijêrên di aqilê xwe de sefyane jî bi mînaka wan û bi exlaqê wan dijîn ji wê çendê baweriyê didin wan.
Ev sîyasetvane di rojeva xwe de, bi vî rûyê xwe ê direwîn re di jîn û bi vê xapandin û dizîyên xwe re jî pêtir dewlemed dibin. Ev sîyasetvane rojên nêzî hilbijartina jî bi rûyê xwe re direwên di demek kurt de aşkera bûyî re carekdî direwa dikin. Çimkî hindik hilbijêrên wekî wan sefyane harîkariya wan sîyasetvanên direwîn dikin.
Nêzî evê hilbijartina vê dawiyê de jî ev direwên xwe ên pêşîyê kiri carekdî dubare dikin. Lewre ew axiftinên xwe ên pêşîyê çu neînan cih û di vê hilbijartinê de rasti hilbijêri vereşîn in. Temaşeyî navçavê gel dikin û bi direw diaxivin. Ji gelên Tirkiyeyê re hêvîya min ev e. Bibînin û guhdariya wan direwan bikin û gor hindê dengê xwe bidin wijdana xwe.
Em hemî dizanin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan “pirsgirêka kurdan pirsgirêka min e” gotibûn. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan hewce bibe ez dê jehrê vexweum, carek dî ez dê pirsgirêka kurdan çareser bikim” gotibûn. Nêzî vê hilbijartinê an ku van rojan de jî “pirsgirêka kurdan çu nîn e” dibêjin. Nizanim ew welatiyê vê xilafiya wan sîyasetçîyan dibîne û baweriya xwe dide wan xwedî aqilê çawaye? Ê aqilê wi an jî serê wi tevlihev bûyî divê wahe biaxive û ê xwediyê aqilê selîm (aqilê nesefyane) jî ji wan bawer neke. Lewre xîmê ser direwan di jîyanek dirêj de namîne û ji tu kesê re jî kar nade.
Nêzî tev hilbijartina de çareseriya pirsgirêka kurdan û bi vê berdewamiyê re xîmê hilkulîna mafê mirovan didanên rojeva xwe û piştî hilbijartina eva gotinên xwe jibîr dikin. Mirovên aqilê wan an ku serê wan tevlihevbûyî jî baweri bi wan diînin bi wê sefyaneya xwe re dengê xwe didin wan.
Ev sîyasetvane dema dibin hikomet paşê jî bi gaza îsot, jop û panzeran re rahêlin gelê tekoşîna mafêmirovan didin. Aha wê demê jî ew sefyaneyên aqilê wan tevlihevbûyî pêşman dibin ku dengê xwe dayî wan.
Hindik sîyasetvanên tirki bi taybet ên AKP’ê rasti HDP’ê bi gotina “ew çeteyên terorêne û ji sîyasetvanên vê partîyê wekî terorîstan dibînin. Van gomanên xwe de sîyasetçîyê HDP’ê terorîstin dibêjin û ku HDP di vê hilbijartina 7 hezîranê sernekeve û ew hilkulîna şerê qirêj dikin.
Hindik sîyasetçî jî bi yek ala, bi yek ol re cudahiyê diêxin navbenda gelên Tirkiyeyê. Gor wan ewên alîgirê wê ol û alayê wekî rexgirê xwe dibînin, “em sedî pencê geli bi xorti di malan de gigirîn” dibêjin. Bi vê gotinê xwe re navbenda gelên Tirkiyeyê de cudahiyê dikin.
Kifş e. Tev sîyaetvanên Tirkiyeyê, bi taybet ên AKP’ê ên xwedîyê van gotinên wahe dibe ku gor tevlihevbûna serê xwe an jî tevlihevbûna serê xwe re diaxivin û cudahiyê diêxin navbenda gelên Tirkiyeyê. Pir ji welatiyan jî bi sefyaneya xwe re dibin harîkarê wan.
Ji vê xalê re ji kurdan re dibêjim. Hikometa AKP’ê rasti serhildana kurdên Kobanê çawa bi DAIŞ’ê re harîkari kir? Çawa rasti kurdan bi taybet kurdên Kobanê neyari û rikdari kir? Çawa kevtina Kobanê û tunebûna kurdan bi kêfxweşi û hezkirin re axiftin? Ev tev pêş çavan bû.
Kifş e ku tu cara rasti kurdan tifaqiyê û biratiyê nakin. Di nava mejiyê wan de înkar û îmhayê xîmê xwe girtiye, ji kurdan re heznakin. Ewan serê kurdan nevê bi taybet ewan serê tev gelên di Tirkiyeyê de dijîn nevên. Di van baweriyan de ewan nevê xîmê demokrasiyek demokratîk bikeve Tirkiyeyê. Tenê ew di gomana menfaetê xwe de nin. Di wê sedemê de ewan divê demokrasî rabe û serokatiya yek mirov hebe.
Wê demê bi taybet kurd û paşê jî tev gelên Tirkiyeyê vê zilm û zordariya AKP’ê, vê zikreşi û rika AKP’ê a rasti gelan bizanin û gor hindê jî dengê xwe gor wijdana xwe bavêjin sandoqan.

Bu yazı toplam 3968 defa okunmuştur