Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Girtineke a-sîmetrî: Başbug

Girtineke a-sîmetrî: Başbug

Belkî li bîra me be, tenê berî salek û duyan, Serokerkanê Tirkiyeyê yê demê derkete ber ekranên tvyan û behsa “liv û bizaveke psîkolojîk ya a-sîmetrîk a li dijî artêşa xwe” kiribû û pê ve kiribû ku her kes li gorî qam û bejna xwe piyê xwe bavêje, gotibû, “divê her kes cihê xwe yê lê ye baş bizanibe!” 

5ê vê mehê bi operasyoneke a-sîmetrî Kevnepaşayê Tirkiyeyê Îlker Başbug hate girtin. Ji bo Tirkiyeyê rojeveke nû anîn ser sifreya medyayê.

Navê vê manîpîlekirina komkujiya Robozkê ye, çi ko tê zanîn ku heman rojê ji bo Doza Robozkê “biryara nepenîbûnê” hate girtin.

Hincet mişe ne, lê li pişt perdeyê çi peyn belav dibe, nayê zanîn.

Pêvajo hesas e, li ser benên zirav bi rê diçe.

Hemû pirsên bi “pêkanê” dest pê dibin, li ber e pêk werin. Av şêlo ye. Hizir têkel in; li rexekî balafirên artêşê gundiyên bêguneh ku 19 ji wan zarok in, dide ber bombebaranê, ji aliyê dîtir, li şûna ku rayedarên berpirs ên hikmî û eskerî yên vê komkujiyê ji kar bêne girtin, kevnegeneralekî piştqufle dikin.

Li hêla din; Heta niha der barê vê qewmînê de tenê daxuyaniya Waliyê Şirnexê heye ku fermandeyê duyem ê qereqola Robozkê ji kar bigire. Pê re qerebû û tezmînata ji bo lêzimên kesên bûne qurbanên komkujiyê, ku hikûmetê anî rojevê, wekî gavên berbiçav têne dîtin. Lê ev ê çiqas birînan nerm bike û kulan sivik bike, ev ê çiqas jidil û samîmî bêne pêkanîn, cihê şik û gumanê ye!

Niha Başbug li Silîvriyê hesabên a-sîmetrî dike, jixwe gava dibirin girtîgehê; peyama xwe ya a-sîmetrî li rê de da û bang li “aliyekî” –îhtimal e Ergenekonî bin- kir ku rabin ser xwe. Lê ez bawer dikim, kes dê bi banga wî nimêja xwe neke.

Başbug, bi salan li Kurdistanê di şerê li dijî PKKê de fermandetî kir, gelo pirs ev e; Dê di darizandinê de pirsa kirinên li Kurdistanê jî ji kevnepaşa bêne kirin an na?

Siyaseta çepûrastkî ya hikûmeta Muhteşem Teyîp û ekîba wî, xwedan refleksên wisa ye, ku gava tengav dibe bêtexsîr dasê li ranê xwe dide û ku hewce bike –ji bo xatrê domandina sultaya xwe- hemû rê û rêbazan diceribîne.

Belkî bala we kişandibe, kengî ev ekîba ser kar bitengije; Ji bo raya giştî bêdeng bike gaveke wisa diavêje ku dezavantaja xwe dagerîne avantajê. Bo nimûne; Gava li Tirkiyeyê di raya giştî ya navxweyî de hinekî tengav dibe, hinekî serê wê an bi cemaet an jî bi eskeriyê re bikeve belayê, hema demildest operasyoneke a-sîmetrî li ser ser û guhên kurdan pêk tîne; Berevajiyê, çi gava di meseleya kurdî de tengav dibe û kirinên wan li nav hin derdorên lîberal-demokrat ên tirk bi xwe de jî deng vedide, vê carê jî ji bo trîbûnan –bêdengkirina vê girseyê jî- serê dasa xwe digihîne nav baxçeyê eskeriyê.                   

Niha jî ji bo refleksên eskerparêzan hinekî bixesîne, vê carê jî mimkûn e, operasyoneke berfireh li dijî tevgera kurd a siyasî pêk bîne.

Malûm e, li Tirkiyeya îro, êdî atmosfereke psîkolojîk a welê çêbûye; Êdî çu kes nikare zû bi zû pêşbîniya rojekê piştre bike, hema bêje tim her tişt mimkûn e.

Li vî welatê ku edaleteke a-sîmetrî li dar e, her tim mimkûn e her tiştê a-sîmetrî çêbibe.

Kî dizane, belkî sibê dor bête ser me, we û wan…

Êdî “welatek ji girtîgeh û zindanê” ava dibe. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi