Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Girtina ser û operasyon

Girtina ser û operasyon

“Baskın” bi Tirkî peyvek kirêt, bi zordestîya ser yêkê/çendikan, an jî avêtina ser malekê, çendikmala, herêmekê bikin tê zanîn. An ku ne ji dilê yêkê an jî çendikan re be jî, bi rexê zêhnên tarîre girtina bi ser de çêbûbe. Hemû çêbûnên girtina bi ser de, rexê dîtina tarî de ji bo wan xweşmêrî û fêhlmêrî tê dît in. Her dem ji bo vê avêtina ser, destên xwe navmilên wan didin ku wan pîroz dikin. Ji wan re dilsotin û kuvanîya mirova, serfirazî ye.

Bi kurtasî mirov an jî mirovên bêguneh (bêxalîxerez) li malên xwe bi serê xwe têkilî tû tiştê zirar nebû û tû xirabi di dilê wi/wan de neborî. Û seba bêbextîyekê, birexê hêzên tarîre ser wi/wanre bizordestî dest pêkiribin neşoleke mafê mirovan e.

Ew hêzên tarîre girtina bi ser de jîyana mirovekî/mirova giradayî hiş û hizirên xwe dike û bi wi şikli tû qedir ê hiş û hizirên wan mirov/mirovan na mînî. Ew mirov tevahî girêdayî wan dimînin, dema xwe berdin nava têkoşînê jî dikevî îşenceyan û tên kuştin.

Herê gelo em her yê dibêjîn bes ji bo peyva Tirki a “baskın" ê bi Kurdî tê çi wata yê.

Belê peyva tirkî a “baskın”ê bi Kurdî; 1) cerd, 2) avêtina ser, 3) girtina bi ser de û 4) stemkarî di ferhengê de hatîya nivîsîn. Ev peyvên Kurdî jî gor wate a xwe, şolekî kirêt û qirêjû û neyarî yê, bi dawî dilsotin û xeman tînî nîvekê. An ku bi xorti jîyana hindik mirov/mirova aloze bike û jîyanê ji wanre bike jahr î.

Rasti peyva bi Kurdî “avêtina ser” û peyva bi Tirkî “baskın” ê li mirovi sahr tê û dema mirov van peyvane dibihî tezing ser serê mirovi de tê. Vêca bînin pêş çav ên xwe ku mirovên vê herêmê yêk bi yêk bi van peyvanere têkilahi hebin.

Bili peyva avêtina ser, peyvek dî jî wekî vê peyvê sahm, tezî û wekî berikê kiçîçapê neyar heye, ew jî peyva “operasyon” ê ye. Ev peyva operasyonê jî ji bo malxirapkirina mirova cihekî herî girîng digirî. Bi taybetî ev herdu (girtina ser û operasyon) peyvene di yêk bingehê de xem û xîyalên mirov zêde dikin. Bincana her du ya ji zordestîyê tê û zirarê didete mirovê bêguneh.

Ev peyvene wekî dîtina mar ê kor e. Mar ê kor çendî sahm be, ev peyvene jî we ne. Vêca hûn, em, ew dema hevokên “îro hêzên tarî avêtîna ser filan taxi” an jî “hêzên tarî li vê herêmê operasyon kirin” bibihî bizane kanê dê çawa qedem li wi mirovi bişkên an jî naşkên, ew bersiv jî xema we.

Bes bi Kurdî kirêtîyên herî girîng wekî mînaka pewvên “avêtina ser û operasyona” tê dîtin. Avêtina ser cihekê de, ji bo jîyana wî/wan mirovan re teşqele cêdibin, an ku têkilahîyên wi/wan mirovan aloze dike, ew jî ne gor mafê mirovan e. Operasyon jî li pişt bêbextîyê û zikreşîyê re, wekî avêtina ser tê dîyarkirin.

Armanc, ji avêtina ser de, an jî bi operasyona re jîyana yêkî/çendik mirova girêdayî hiş û hizirên xwe bike, ewi gor ramanê xwe jîn bide.
Ji bo peyva bi Tirkî “baskın” bi Kurdî jî “cerd, avêtina ser, girtina bi ser de û stemkarî” re gor wate ên awan, me bi qenci û xirabî, tirs û gomanên mirovi îna ziman. Bi wate a avêtina ser de operasyon jî hindî avêtina ser zirarê didete mirova, me got.

Belê di herêma me de bingeha wê çî ye. Çend gor wate a van peyva tê kirin an jî nahê kirin. Rasti bi gotina tên kirin û nahên kirin ne hişên binecihin, barapêtir tên kirin çêtir cihê xwe digirît.

Her roj rojname û nûçeyên televîzyona de di xwînîn û dibihîn, an jî rû bi rû dibînin.

Mînak:

Îşev berê sipêdê hêzên dewletê girtin ser vi taxê geverê û hinde mirov hatin girtin.

Filan herêmê de operasyon hate kirin û di wê operasyonê de hinde daristan û çandinên geli hatin sotin.

Îroj hêzên dewletê avêtina ser avahîyên DTPê û hinde endamê wê girtin.

Operasyon ser mala an jî malên filan kesê/kesan re pêk înadin û 4,5 mirov hatin gêrin.

Îşev berê sibê polêsan avêtin ser ev taxê Şirnexê û hinde mirov têkirin bin çav.

Li Wanê, li Mêrdînê, li Amadê, li Sêrtê li û li û li, her dirêj dibe.
Di herêmê de her roj, her şev û her deqîqe ê evene tên bihîstin, dîtin û xwendin.

Êdî gel ê herêmê bi van peyv û hevokan re bûne bira, bûne cînar, bûna xizim û herê girîng jî bûna neyar.

Hindî ku têkilahîyên mafê mirova têkin bin pê, gel ê herêmê pêtir dibî neyar. Hindî ku gel ê herêmê destê biratî û aştîyê jî direjdike wan, ew dest ji van girtina bi ser de û operasyona na berdin.

Tê dîtin têkilahîyên mirova re çendî zorlêker (zorlayıcı) ên tehdayî bên civatê hind jî mirov dimirin, tên gêrtin, dikevin îşkenceyê û hind jî winda dibin.

Mixabin e.

Di cîhanê de qîmeta mirova herî zêde ye, bes di welatê me de qîmeta mirovekê û qîmeta pêşûyekê wek hevin. Ser serê mirova hindî ku bi zordestî hebî hind jî mirov di bikevin nava micadele ê.
Kurd bin vi barê giren de, di herêmê de mafê mirova hinde tê pêpeskirin û pir temaşevan henin ku temaşe dikin bes tû kes nabînî.
Çi bikîn.

Mirovê dibînî bes biçavên zil temaşe bike û bixorti nabînîre çi bêjin direw e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10