Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Girîngîya meha gulanê

Girîngîya meha gulanê

Ev mehe an ku ev meha gulanê mehekî pir pîrozwer e. Mehekî pir bêrdar e û mehekî pir nazdar û girîng e.

Di aliyek dî de jî ev mehe pir êş e, jan e, kul e, kuluvan e, xem e, xemgiran e û hwd. Her we bi îza û cefayê re, bi kuştin û windabûnê re xemlî ye.

Bi gotinek dî jî ev meha gulanê wekî hîzark a serê bûkan e, we bi nav û deng e. Wekî xemla hez kirina dilka zava û bûkê ye, we hêcanê dide mirov. Û wekî reng û rûyê xwezaya xemlandi ye, we jîna mirovi zêde dike.  

Di aliyek dî de jî çerçoveya destpêkirina serhildana pîrozweriya karker û xebatkarê cîhanê ye.Yek vê meha gulanê cejna karker û xebatkarê cîhanê ne.

Her we sêyî vê mehê jî roja çapemeniyê ya navneteweyî ye û di vî alîda jî mehek pîrozwer e.

An ku ev mehe di jîyana mafê mirova de, di jîyana gel ê cîhanê de tê wateya pir xîzanî, kêfxweşî, xem û serhildanên karker û kedkara.

 Dema meha gulanê dest pê dike Colemêrgî dibêjin serê avetîkan e. An ku di dîroka Colemêrgê de çend ev meha gulanê dest pê kiribe baran dibarî û ji wê çendê jî pîrekalên Colemêrgîya ev navê avetîkê danîn ê. Di vê mînaka avetîkê de xweza xwe nû dike, zêde dike.

Di vê sedsalê de jî di vê mehê de pir egît û xweşmêr ên Kurda jîyana xwe winda kiri ne.  Ji wê çendê bi rondikên çavê dayika re ev meha gulanê wekî avetîkê ye. An ko bi rondikên dayikên şihîde re avetîk çêbû ne. Di herikîn a rondikên çavên dayika re ev avetîkên çavan qed kêm nebû ye.

 Rasti van xalên jori û hêj pêtir xalan de ev mehe wekî gelên cîhanê di aliyê gelê Kurda de herê girîng e. Belê di vê peyva jori min goti de di kul û xemê Kurda de, di kêfxewşî û şahiyaneya Kurda de cihekî cudahî digir e.

Bi taybetî Kurda jî hayil dewlemendî û xîzaniyên vê mehê he ye. Belê bi zêdehî di vê mehê de xem û kêfxweşiya me Kurda cuda ye.

 Di vê mehê de tev xalên me goti û ên me ji bîr kiri girîng in, belê bi taybet du ji wan gor min herî girîng in.

Ji min biborînin belê ez vê meha gulanê wekî hişên Kurda de di aliyê xem û kula de dibînim. Belê di aliyek dî de jî ev meha gulanê gor dilê min cihekî giring digire. Ew jî çarde gulanê ROJA ZİMANÊ KURDÎ hatiye qebul kirin.

Herê; bawerim hewe di nûçeyên televizyona û rojnameya de xwendî ye an jî guhdarî kiri ye.

KNKê panzdeh gulanê roja zimanê Kurdî ji Kurda re danebihîz kirî ye. TZPK jî di konferansa xwe ya yekî gulanê de wekî KNKê  panzdeh gulan ji bo ROJA ZİMANÊ KURDÎ danebihîz kirî ye.

Bi avêtina vê pêngava herî girîng de ez jî vê mehê bitevahî wek panzdeh gulanê ROJÊN ZİMANÊ KURDÎ dibînim.

Bi zêde û kêmasiyê de ev meha gulanê bi peyva re nahê xemlandin. Gor dilê min a herî girîng di aliyê xemlandina zimanê kurdî re cihekî cida digir e.

Wê demê dibe ku em Kurd vê meha gulanê di aliyê zimanê xwe de wekî mîhrîcanê biborî nin. Divê hemû meha de xwedî zimanê xwe derkevîn belê di vê mehê de bi coş û heyecanek mezin de xwedî bibûn.

Tev bajêr û navçeyên me de komalên KURDÎ-DERê vebûn e. Divê em wan komala xwedî derkevin. Divê em rojnameya AZADIYA WELAT xwedî derkevîn, bixwînin û bidin xwendin.

Mixabin hêj Colemêrgê komela KURDÎ-DERê venebûye. Hêvîdarim li Colemêrgê jî di van nêzûktîyê de komala KURDÎ-DERê vebe û ewên dibêjin em rojnameya AZADIYA WELAT dixwînin belê fahm nakin biçin vê komalê perwerdehiya zimanê xwe bibîn in.

Heke em rojname û komaleyên xwe, di vê bingehê de zimanê xwe xwedî derkevîn wê demê dê xwedî xwe jî bibin.

Wê demê dê bêjîn em mirovîn, em camêrîn, emxasmêr in û em gel in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10