Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Geştyar ê (tûrîstê) Tırkı

Geştyar ê (tûrîstê) Tırkı

Werin em tiştikê ji xwe re şîrove bikin.
Tê zanîn ku dema welatiyê welatêkî biçe wêlatek dî ji wi re dibêjin geştyar an ku turîst. Gor me kurdan geştyar an ku turîst an mêhvanê xweyanî û bîyani cihek girîng digire û em ji mirovên we re pariyê devê xwe pardikîn û ji wan re hûrmetkarin.
Tê zanîn ku ew geştyarê ku ji welatekê biçe welatek dî divê kinc û hewcetiyên xwe dagirtin valîzekê/çanteyekê an jî destxalî/destvala here wi welati. Geştyarê hewcetiyên xwe bi xwe re nebe bawerim ku çu nîn in, belê carek dî em ji bêvalîzî îhtimal dibînin.
Me bihîst ku mirovek dibêjinê Abdullah Habbanî bi geştyarî ji Îranê hatiye tirki. Mixabin em nizanin ku ev geştyarê ji welatê Îranê hati tirki, bi walîz an bi çante re hatiye, an destvala hatiye tirki. Belê em dizaninîn ev mirovê navê wi Abdullah Habbanî bi mînaka geştyarî hatiye tirki û ev geştyare hevalê Reza Zarrabê zavayê tirki ê netewî ye. Vê jî dizanîn ku zavayê tirki ê netewî Riza jî ji binyatê Îranê ye an ku welatiyê Îranê ye. Her du bi hev re hevwelatîne. Rasti hevalê zavayê tirki hêj nehati me ev çende nedizaninî belê piştî hati tirki me ji çapemeniya tirki re zanî ku ev hevalê hev in.
Dibe ku ev gotine bibên gotin.
Ev çi qewimtiye ev camêra bi mînaka turîstan bibê tirki? Ji hemê welatan de pir welatî wekî geştyar diçe welatek dî. Ev camêrê bi navê Abdullah Habbanî jî wekî geştyara hatiye tirki ku ev nabe dawiya dinyayê. Hemî welatî xwedîyê vê hiquqêne û azadin ku ji welatê xwe biçin welatek dî. Bawerim ji bo vê gotinê tu kes tu nabêje.
Haşaa… Rast e, me bi geştyariya wi camêri re çu gotin çu nîn in û ew jî wekî hemî welatiyên welatê cîhanê azad e û kîjan welatê bivê dê biçîtê.
Belê em di gomanê de nin ku ev Abdullahê hevalê zavayê tirki ê netewî, piştî hati tirki tiji bi walîz û torbeyan çawa pere û zêr komkirin? A rast ev tarîye.
Em dizanîn bihêle welatiyek tirki, welatiyê çu welatên cîhanê bi keda helal re hind pereya neşên kombikin. Heke dizi û herami tê de çu nebe me got tu welatiyê tu welatan hind pere û zêran komnake û bihêle ev mirovê xwedî hind pere û zêran welatiyê welatek dî ye û di wi welati de geştyar e. Haa evê jî bînin pêş çavên xwe. Dema ev geştyare hati welatê tirki bila tu kes nebêje ku evi bi valîzan pere û zêr înaye. Bi hatina wi re heke tiştik we heba dê biba mijara rojevê û dê kevtiba rojnameyan. Ew jî nîn e.
Ev hizire bibê nîqaşkirin dê pir belavbibe, di vê sedemê de em xalekê danin vir.
Em zivirîn hikometa AKP’ê ku “nizanim çi (q… ê) bi min re ne gere lewre bêhn ji te tê” dibêje. Evê AKP’ê jî xwe bi mînaka hêza pîrozwer ecibandin, we bi van geştyaran re serfiraz dibe û ewan mihafeza dike.
Bibînin ku di welatekê de hikometek hebe û xîmeyê wê hikometê jî ser dizîyê avabibe. Di vê hikometê de di aliyê hêzên wê hikometê re bi temaşekirina bûroyan re di qotiyên pêlavan de, di çanteyan de pereyê tirki, ê ejnebî û zêr bi bên deşîfre kirin. Gor çapemeniya welat a alîgirê hikometê de jî ev pere û zêr bi têkiliya wezîr û zarokên wezîran re hatibe destxistin.
Ev Riza Zarrabê zavayê tirki bi hezaran kîloyên zêri re di meydana teyarê de hatibû dîtin û kevtibû çapemeniya tirki. Ji zêrên meydana teyarê (balefirê) cida têkiliyên zavayê netewî bi wezîr û zarokên wezîran re ên tarî jî tê gotin. Bihezaran welatiyê Tirkiyeyê ê dengê xwe dayî û nedayî vê hikometa diz nanê şevê çu nîn e ku bixwe. Zava ê tirki ê netewî û hevalê xwe bi trilyona pere û hezaran kîloyên zeri re nava Tirrkiyeyê milên xwe hejînin û digerin.
Ev geştyarê navê wi Abdullah û hevalê zavayê tirki ê netewî nav û dengê xwe di welatan de belavkir. Her we bi vê têkiliya kirêt û tarî de ev mirovê wekî hevalê zavayê tirki ê bi navî Riza Zarrab re bi bê nasîn û navkirin. Ser wê hevaliya zavayê tirki ê netewî bi milyonana dolar, yuro, pereyê tirki û bi kîloyan zêr re hate girtin. Dawiyê ewi jî wekî tev dizên dî, (ên qotiyên pêlavan de pereyê ejnebî û ê tirki re hati desteserkirin) navê wan di rojnameyan de derketi hatin berdan.
24 kanûn roja çarşemê sala 2014’ê wekî pir rojnameyên tirki di rojnameya Tarafê rûpela 9’ê de hatibû nivîsîn. Gor vê nivîsîna rojnameyê û rojnameyên dî geyştyarê hevalê zavayê tirki ê netewî Abdullah Habbanî li Seraya Edaletê a Çagliyanê, 1.800 milyon yuro, 60 hezar dolar, 2 kîlo zêr û 55 hezar bi fayîz re paşda hilda. Dê bêji ka ê ye we ev pere û zêre têkirin valîzan û bi xwe re birin. (Dema dexil di tê dirûn û nava coxînê di tê gêrekirin ji wi giyayê dexili ê hûrhûr bû re dibêjin ka.)
Dibêjin xweşmêr ew e ê ku roja şeri bireve mala xwe. Ev xweşmêrê hevalê zavayê tirki ê netewî dibe ku ev 55 hezar fayîza pereyan heram e nexwar û bi tevahiya fayîzê daye êtîm an jî êtîm û sêwiyên Tirkiyeyê. Bi gotinek 55 hezar pereyê fayîz daye heyva sor a Tirkiyeyê. Hind pere û zêri tu kes nizane carê bi helal an jî heram kevtiye destê wi û her we wekî, şîrê dayika xwe dixwe. Belê ew xwe mirovek pir helalxwer dibîne faîzê nexwe û dide sêwîyan an heyva sor a tirki.
Herê gelo. Ma mirov nevê ku vê pirsê ji xwe bike?
Ew geştyarê ji welatk bîyanî hati Tirkiyeyê ev pere û zêre heke bi dizi û şelandinê re nehildaye destê xwe, be çawa peydakirîye?
Geştyarê bîyanî tiji valîzan pereya li bûroya xwe komdike çawa çêdibe welatiyek vî welati hind pereyan neşê kombike?
Heke ev pere û zêre tev xwîna êtîm û sêwîyên Tirkiyeyê nebin ev para ji kû hatin?
Mirov dişê van pirsane pir zêde bike. Ez hêvî dikim ku ê vê şîroveyê bixwîne dê pir dî pirsên bi vê mînakê bike. Tenê ji bo dawiyê em dişên vê bêjin. Ev pere û zêrên di qotiyên pêlavan û valîzan de kevti rojevê xwîna êtîmên tirki, keda milên karkeran, xwiha eniya welatîyi û bi dizi û talankî destxistîne. Tev ev diziyên wan aşkera bû, ew bi rûyê pijyayî înkar dikin û bi mînaka tu neqewimti temaşeyî nava çavên gelên Tirkiyeyê dikin û we dijîn. Herê gelo ewan wijdan, Xwedê û bawerî bi tu olan çû nîn e? Herê gelo gelên tirkiyeyê bi taybet kurd çawa baweriyê didin wan û bi mînaka mihê di pêşîya wan de diçin? Ev rûyê hikometê ê diz, ê neyarê gelên bindest û îzakêş û hwd. nabînin?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10