Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo rengê 'xweşiyê' çawa ye?

Gelo rengê 'xweşiyê' çawa ye?

Ev çend roj e ez li ser vê pirsê serê xwe diêşînim. Xweşî, ma bi rastî jî xweş e? Ji bo bersiva vê jî, bawer im divê xwe qayil bikim ku “xweşî” ji bo her kesê cuda ye; piçekî jî ew tişt e ku kes ji xwe re kiriye merem û mirad û xweziya xwe li ser çêkirî…

Çi zanim, hema bêje, “xweşî” ji her tiştekî bêhtir bo civakeke “bindest” azadî ye, bo xerîb û dûrketiyekî veger e, bo girtiyekî serbestî ye, bo nexweşekî saxlemî ye û hema çi bê bîra we…

Îja ji bo civakek wek ya me “agresîf” û rehên kerbê lê bûne bizot, ez we hizir dikim ku berî her tiştî “aramî/huzûr” e. Piçekî huzûr, piçekî bêhnfirehî, piçekî ji kûr de bêhna xwe bidin û bistînin…

Piçekî rawestin…

Hawara xwedê, ev çi civak e em tê de dijîn; çima mirov ewçendî ji xwe aciz in, bi hêrs in, ev çi rik û kîn e? Bo çi her kes hinde bêzar e, zivir e, req e, bo çi...? Çima her kes welê ye tu dibêjî qey li ser bêhna hevdu ne, her kes, hema bêje bergeh û dîmena ber çavên xwe wek kelema çavan dibîne... Ev çi tûfan e xwedê, ev çi dewran e!?

Ji her kesê ye ayan û beyan e ku ji bo civakek aram ava bibe, berî her tiştî pêdivî bi kesayetên aram heye. Bo vê jî, pêdivî bi hizreke aram, xweşbînî, têgihîştineke fireh û piralî, ji bo wê jî, piçekî rawestan divê, hema bîskekê rawestin û ser ‘xwe’, ser jiyanê, mirovan, helkeftan, hebûnê, çi zanim li ser xweliyê û apûrê, bêhnekê bifikirin…

Ji kerema xwe, henaseyekê kûr, ji binê pişkê, kezebê bikêşin û piçekî rawestin. Bo Xwedê, ev çi gur û gelş e, ev çi qiyameta rik û kerbê ye?

Bo çi îlem em ji bo “xwe” deynin ber terazûya jiyanê, hergîz “yê dîtirekî” ji xwe re, li ber sînga xwe çêdikin!... Bo çi îlem ji bo rabin pêdivî bi pêpeskirina ser milê/serê “yê dîtirekê” em weke xoy û exlaq ji xwe re peyda dikin!?

Ma çênabe ku em ser lingên xwe, bi rengê xwe hebûna xwe bidin pêş?!

Ji bo çi îlem em ji bo cihê xwe “xweş” bikin, hergîz pêdivî pê dibînin ku cihê “yê dîtirekî” ‘nexweş’ bikin?

Ma îlem xweşî bi nexweşiyê tê şûştin?!

Bi ya min, berî her tiştî divê em hin “têgihên jêrhişîna xwe biguherin”; bo nimûne, ew baweriya me ya ku em dibêjin –“Zêde nekene dê nexweşî li dûv bêt” ji lîteratûra hişê xwe derxînin. Divê em êdî nebêjin, “Ma em çi bikin, qedera me ho ye” divê em ji nû ve hinek têgihan di bîra xwe bikolin; -Bo nimûne: Erê, em hene û em dişên her tiştê ku her kes dikare bike bikin.

Rengê ‘xweşiyê’ berî her tiştî şîn e, ji kerema xwe şîn binêrin û piştre jî kesk; hingê hûn ê bînin ku li ser reşî hemû reng dibiriqin, zerê tavê, sorê xwînê, spiyê/zelalê avê, gewrê axê û hemû rengê keskesorê di kevala jiyana xwe de bineqişînin, weke nîsanê, vejin, vejin û careke din ji xweliya xwe vejin!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi