Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo konsepteke antî-kurd li dar e?

Gelo konsepteke antî-kurd li dar e?

Her ku kurd pêngavekê nêzî hev dibin, neyarên wan jî tengên wan piçekî dîtir dişidînin û girêyeke dî li girêkan zêde dikin.

Li cîranan “bihara erebî” pêl bi pêl ber bi welatên kurdan gêr dibe. Rejîmên ji bermahiya Şerê Sar mane, ber ava şowarê têne gerandin.

Di bin navê “guhartinê” de pêleke “nediyar” cîran bi cîran digere û peşkên wê bi ser ser û guhên Kurdistanê de diçine xwarê.

Li ber tîrbaranê Îran heye. Sûriye diheje. Misir hewl dide birînên xwe bipêçe.    

Di nava vê hengameyê de, Kurd bêyî ku xwe bidine xirabkirin dixwazin vê pêvajoyê têrbiqolinc bi silametî li pey xwe bihêlin û di bihara azadiyê de konê xwe li rex yê milletên cîhanê vedin.

Lêknêzikbûna kurdan a ligel hemû pesarî û dijwariya neyar û xêrnexwazan, wekî kulekê li ser dilê wan dijminan dihingive  û ji bo têkdana “destkeftiyên kurdan ên her çar parçeyan” dest bi raçandina tevnên bêbextî û bextreşiyê kirine.    

Niha konsepteke çawa li dar e?

Ji bo kurdên Tirkiyeyê; Hêzên serdestên Kurdistanê (Sêbirakên Tirkiye, Îran û Sûriye) bi tepeserkirina dengê siyasî û bêbizavxistina hêzên çekdarî, hewl didin xelekê li dora PKKê bigerînin û wê bifetisînin da ku teslîm bibe.

Ji bo kurdên Sûriyeyê; heman hêz, vê carê dixwazin bi awayekî kurdan bixine ber pêla xezeba Beşar Esed û paşî jî bi nîrê Îxwan-ul Muslimînê (Biraderên Misliman) ve bizmar bikin.  Ji ber hindê tê xwestin kurdên vê derê têkilî aloziyan bibin. Lê kurd vê carê hişyartir in.

Ji bo Îranê; her sê destebirak dixwazin kurdên vê derê bêpergal û qels bibin, ji ber wê serkêşên wan sêdare didin û bi çavtirsandinê dixwazin ew teslîm bibin.

Ji bo Herêma Kurdistanê; ev konsept li vê derê bi çend aliyan ve tê meşandin. Berê xwestin li vê derê kurdan berdin hev û şerê birakujiyê di navbera PDK-PKKê de biqewmînin, lê bi ser neketin. Vê carê xwestin Tirkmenan sor bikin lê ew jî negirt, herî dawîn demara dînî girtin û bûyerên li Zaxoyê provoke kirin. Li pişt van bûyerên kirêt, destê Îran, Tirkiye û Sûriyeyê heye.

Welê xuya ye, her ku kurd gavekê ber bi “yekitiya neteweyî” ve diçin pêş, dijminên wan jî sîxên xwe tûjtir dikin û dixwazin têkvedanê di nav kurdan de pêk bînin û wan berdin hev.

Ji ber vê ye, gava em bûyeran di ser kevaleke mezin binirxînin; Em ê bibînin ku têkiliya operasyonên KCKê, bûyerên li Zaxoka Delal û hewldanên kuştina kurdên sivîl ên Qamişlokê bi hev re heye. Li pişt hemû bûyeran, em heman DESTÊ QIRÊJÎ yê tÊrxwîn dibînin.

Meger wisa be,

Divêt kurdên me jî (Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat) xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek, liv û bizava xwe bikin yek û li hemberî van komplo û destkariyên dijminane rê nedin dijmin û neyarên xwe û ji bo “bihara azadiyê” hevdu bigirin û bernedin.

Bila dost û dijmin bi çavê xwe berxwedaneke Dimdimane bibîne!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi