Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo kî bi ser ket?

Gelo kî bi ser ket?

Carina tu biryarekê didî, sdawî silamet e, aştî ye lê biryar di germegermê de hin zor e, weke tîrek li nav cergê te bikeve.

Weke tu talîşkê bikutî û ava wê bi niyeta şerbetê daqultînî.

Weke tu jehrê têkel hingiv bikî, lê bihilînî û bi ser devê xwe de wekî.

Hişê te duker dibe.

Pirs û tirs weke duçexa serê zimanê marekî li giyanê te dialin û xwîn di rehên te de dibin kul, dibin kurm, dibin kuç û req dibî, dibî dar…

Dibî du alî;

Li aliyek hêviya ‘dê vegere’ li aliyê dî pirsa ‘gelo’? weke lêmiştê bi ser te de dibarin.

Bo hêviyên nû rabûn, li sînga tahtan rê kolan, wek berkot hêlîn li devera herî asê çêkirin û îro rêwiyê hêviyek nû ne.

Dayikên wan, ew dayikên ku her cara dengê balefir, jet û helîkopterekê tê heft caran ruhê wê ber devî û cendekê xwe li ser tenaşoyê dibîne, van rojan, ji her kesê pirtir dilê wan hilawîstî ye û kutekuta çavên wan e; Dûr dinêrin, hûr dinêrin û her danê rojê li wan dibe salek.

Bayek tê li hişê wan digumine û bêhna catir û gulasmînên ji xwîdana keç û lawên wan bûne lîlavên van çiyayên berz û belek tîne, keleke dudiliyê li wan radibe: Gelo evê bi xêr û silamet bigihêjin qonaxê!...

Û dilekî wan dibêje, “Êdî ev çiya sêwî ne!”

Lê ew hêvî heye hêvî!

Hêviya vegerê…

Û li aliyê dî,  ew dayikên ku êdî fera çavên wan vemiriye û bihîstine ku keç û lawê wan, berxê ber dilê dadokê, nazdarê ser dilê daygorîkê, ew êdî bûye şitilek rihanê û li ber bejna çiyayekî stûxwar ligel şilêrekê şîn bûye, dikevin ber bayê wê kula tirş ku li bin guhê wan, bi pêjneke kûr dibêje, “Gelo lawê min/keça min, ji bo çi… gelo gelo gelo…”

Û pê re dibe gujguja rondikan û bi ser dilê xwe yê weke tenûreke sar vemirî de dibarîne.

Erê, pêvajoyek li dar e.

Qenc xirab, bi kend û kort av diherike û a herî qenc ev çend meh in çu şer neqewimîne û agir bi mala çi dayik û bavan neketiye.

Bo xwedê, ma kê nevê bihar bê û gul û kulîlkên azadiyê, het hetayê li welatê wî şîn neyên!

Li aliyekî dilê dayikan hilawîstî, çav li riya çiya kurisandî, hêvî lê şîn bûne ku bi saxî law û keça wan vegere malê.

Li aliyê dî, pirsa ‘gelo hinde berdêla me bi ku de çû?’

…         

Tu di keviya kendalekî rijde yî, rê gelekî teng e û sekn mirin e.

Pêvajo vê gavê di fetl û şiveriyeke weha re derbas dibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi