Omer Dilsoz

Gelo di vê ‘aştî’yê de ‘şaştî’yek tune ye?

16 Ocak 2013 Çarşamba 15:36

Ji binî ve dest pê bikim, nivîsa xwe ya berî 10 rojan me bi vê hevokê dawî lê anîbû:

Aliyê Kurd mecbûr e pir lê pir hişyar û baldar be!

Çi ko ez ditirsiyam ku tiştek biqewime û ez bawer im ev dillerzik bi gelek kesî re hebû.

-Heke hato ev pêvajo bête provokekirin…

Çav û guh li ser çalakiyekên ‘provoke’ bûn.

Dê dewlet û PKK li ser maseyê bo çareserkirina pirsa Bakurê Kurdistanê rûniştana/birûnin.

Weke her carê bi ser zarê dewletê Serokwezîr daxuyanî da û tişta dawiya herî dawî pê bête axaftin, anî xiste serî…

Mebest, Serdestiya Psîkolojîk bi dest xwe bixe.

Ma bendê ku PKK bibêje ez zû bi zû bikarim çeka xwe deynim, çalakiyekê bike û gunehê giş bixe stûyê wê paşê bibêje, “Me gav avêt, PKKê sabote kir.” 

Lê nesekinî, vê carê hinekî dîtir demar guvaşt û hin suîqest û reşkujî ku weke şûrekê bejna aştiyê duker bibe, li dar xistin.

Di nav 10 rojan de 27 gerîla ku du-sê  ji wan serkirde kirine hedef.

Lê dîsa ranewestiya, vê carê rûyê xwe yê herî kirêt li Parîsa xopan nîşan da.

3 jinên Kurd ku yek ji wan yek ji damezrînera PKKê ye qir kirin.

Demara sebra Kurdan derizî, heke bi vê moralê biçin maseyê, êdî çu tişt namîne ku pê biaxivin.

Niha pêvajoya ‘hevdîtinê’ li ser benê zirav e û weke sêleke sor a sincirî û şaryayî, gurî jê diçe ber felekê. 

Heta vê saeta ku ez vê nivîsê dinivîsim jî, hêj derbarê reşkujiya Parîsê de çu daxuyaniyên fermî ên ku kiryarên bûyerê aşkere bike, nehatine kirin; Hê jî ev kiryareke REŞ Û TARÎ ya pirhêlî û pirmilî ye.

Xuya ye, destê gelek îstixbarat û dewletan tê de heye.

Ligel vê,

Gava encama demdemî ya bûyerê berçav dibe, we kifş dike ku bi vê kiryarê re serdestiya psîkolojîk kete destê hikûmetê.

Ji vê çendê vê peyamê dide; Ez kengî bixwazim dikarim li her derê kiryara xwe digel we bikim.  

Lê gava mirov bo demeke firehtir li encamên wê binêre;

Di serî de KURD gavek dî ji dewletê û pêkvejiyanê bi dûr ketin.

Kurd carek dî ji çarparçeyên dilê xwe birîndar bûn û ji ruhê xwe şikestin.

Girîngiya xweparastinê çêtir seh kirin.

Min gelek hez dikir xweşbîn bim û tiştên xweş binivîsim lê Parîsê ev hêvî nehiştin.

Vêca em binêrin di rojên pêş de çi li me diqewime.

Bu yazı toplam 6894 defa okunmuştur