Omer Dilsoz

Gava pênûs bi kurdî digirî

28 Mart 2010 Pazar 16:11

Nizanim ka girîn bi her zimanî “eynî” ye an na, lê baş dizanim ku dema ku kela girîyê têt û li gewriya pênûsê asê dibe, wê demê, erd û asîman têne hev.

Pênûs, her ku bi kela giriyê ‘avis’ dibe û bi ‘janên wê’ dinale, wê demê, serê hevsarê xwe berdide û bi deşt û geliyên peyvê dikeve.

Van rojan, ez di nav “girînên pênûsa kurdî” de, guhdariya jena dilê nivîskaran dikim. Bawer nakim, çu tişt, wekî romaneke bi kurdî mirovî bibe nav hizr û xem û xeyalan...

Mirov, di her hevokê de dengê wê girîna bi kurdî “seh” dike û mirov pê re pê re, dikeve nav dinyayeke dîtir...

Bi kurdî “dinyayên dîtir” ên li rexê hatûbatan, gelekî çavter in, gelekî dilper in, gelekî ruhger in û mirov li “wan dinyayan” berze dibe di nav hemû “berzebûyî” û “berzekiriyan” de...

Ez van rojan li pey “çîrokên neqediyayî” ên Şener Özmen, bi xiyalên kurdî ketim nav dinyayeke hizran...

Min çirp çirp li rondikên pênûsê yên bi kurdî guhdarî kir... di her çîroka ku nasê çîrokine jiyana me bûn, ez carina hilm bi hilm bi kelecana êşeke tenik kenogirîn bûm, carina jî xwezî û kelejana dilê min, ez birim nav tevna hin çîrokên ku ‘min got dibû ku dawiya wê weha nebûya’ an jî ‘xwezî weha bûya...’ û ew hest bi min re çêkir ku bibêjim, “meger wisa ye” û bi halê xwe keniyabim...

Çi tiştekî “xweş e” ku mirov bi hestên pênûsa bi kurdî, velerize û ji hestekê biçe ya dîtir...

Ez hingê bi wê çendê hesiyam ku, gava pênûs bi kurdî digirî, “pîs” digirî ha!

Ez bibêjim wekî girîna “sûlaveke berçiya” tu bibêje wekî girîna “avetîrkên nîsanê” û piştre, gava çavên min di nav rûpelên “şevên winda...” ên Dilawer Zeraq de li “windakiriyên wêneyên meçhul” digeriyan, her jina kurd a ber çavên min diket, bi min wisa dihat her wekî parçeyek ji wî wêneyî li me vedigezîne û min noqî xiyalan kûr û bêbinî dike...

Gava pênûs bi kurdî digirî “janya” li ber sêdarkên dilê Rênas Jiyan –bi destûra mezin “xwe” dikuje û li goristanên bêstêrk ên şevên lal, diçin serdana girtîgeheke penîçav û silavekê didine dilê dilbihar, Hemîd Dilbihar, Qahir Bateyî û gelek qelemgirên kurd ên bi kurdî digirîn dibîne û silavên min dibêjê...

Bo wê jî, gava pênûs bi kurdî digirî, li bejn û bala peyvê nanêre, di vê ‘dinyaya teng û biçûk’ a kurdî de, wekî volkanekê hildipijiqe û her tiştî “serobin” dike.

Bu yazı toplam 6769 defa okunmuştur
ez fam nakım
 // nasır
heval mın fah mıyate nekır tu zımane deyıke başdı zanı, be çı karete he,qelo ma kurt dıbe bıbın xedı rez u kumar na xevneke vendaye...
29 Mart 2010 Pazartesi 09:04
SILAV JI BO TE KEKÊ OMER!
 // WELAT
Bi rastî tu jî wek paşnavê xwe dilsozê zimanê dayîka xwe yî û rêzdarê çand û zimanê netewa xwe yî.
Ez sekna te û keda te ya pîroz silav dikim.
xweziya her nivîskarekî/ê yan jî kelemşorekî/ê Kurd wekî te, vîn û evîna xwe, dil û mejiyê xwe, bîr û baweriya xwe, dildarî û dilsoziya xwe bi zimanê xwe yê pîroz re kiriba yek... wê rewşa zimanê Kurdî di asteke zêde zêde jortir de ba...
Bi hêviya rojên; nivîs,xwendin,xwarin,vexwarin,rabûn,rûniştin,razan,şiyarbûn,axaftin,peyivîn,nîkaj û gengeşî; jiyaneke bi Kurd û Kurdewarî...
Silav......
28 Mart 2010 Pazar 17:49