Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

‘Gamgam stile’ û wêjeya me

‘Gamgam stile’ û wêjeya me

Vê pêlê li her derê modeya reqs/dansa “gamgam stile”yê weke bayê kur bi çep tê û bi rast digumîne.

Babelîska ‘gamgam stile’yê vîzînî bi dol û newalên malperên civakî, medyaya sosyal û kanalên ragihandinê yên magazînê dixe û pif dike bin hingilên reytingan.

Taybetiya vê reqsê lotik û zîtikavêjiya wê ye ku weke golikê mêşqirtê pêvedayî lotikavêj xwe di cihê xwe nagire û li erd û asîmanan çu tebata wî nabe.

Vêca dirêj nakim,

Ji bo hûn bi xwe têbigihêjin ka ez dixwazim bibêjim çi, hema vê gavkê li hecî googlê ‘gamgam stile’ binivîsin, beşa videoyê nîşan bikin û xwe dadinê, hûn ê hin bibînin ku xuryanekê bi we girt û hûn bi çep û rastî bi kela bablekanê bi reqs û lotikan ketine jî.

Vêca, pirsa me û edebiyatê jî weha ye.

Piştî pirsên dûr û dirêj û berêkdanên di meydanên ‘hebû nebû’ de, pirsa nivîsîn û çawanivîsîna bi Kurdî; “qewareya vala û qebareya stûr an tenik, gundewarî an bajarî û berjêriyê” dey û dey hespê pênûsa me xwe berdaye deştekî dûz û pan diajo hay bavê min dajo…

Gelek qelemşûrê me reqsa “gamgam stile”yê bi peyv û peyna vî zimanî dikin û tirşika wê tînin ber devî û bi qewlê Culemêrgiyên me turîşka wê dertînin û şewqê babê lê dihejînin!

Cihê dilxweşiyê ye, her roja dibore ligel zêdebûna berheman, rexnegirên weke qelemtraşekê xwe di bejna berheman dişidînin, avê jê tînin û pê re ev verêja edebî ber bi geliyê pêşveçûnê ve gêr û hêl dibe.

Çûyîn, ber bi başiyê ye.

Her roj piçekî dî geş û ronîtir dibe.

Vêca em hemû niha dikarin bi stîla ‘gamgam stile’yê dadine govenda bablekanê û tozê ji meydanê rakin.

Wernê wernê wernê!

Bidin milan, bihejînin; tew teww teww!

Govendê xweş kin ez heyranî çavên we!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi