Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Fuara Pirtûkan a Amedê

Fuara Pirtûkan a Amedê

Ev çend sal bûn, fuara pirtûkan li Amedê ji aliyê TUYAPê ve dihate pêkanîn, îsal TUYAPê xwe jê kişand û ev bar ket ser pişta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Bi hefteya Zimanê Kurdî re Fuara Pirtûkan a Amedê jî li dar dikeve; yanî hefteyek mişt kurdî li pêşiya me ye.

Bi nêzîkbûna Fuarê re weşanxaneyên kurdî jî bi dil û can dixebitin. Arvanê tevan di riya aşî de ye. Pirtûk li ser pirtûkê tên çapkirin. We reng e, surprîzên xweş dê hebin.

Ligel roman, werger, çîrokan helbest jî di nav van weşanan de cihê xwe digirin. Bo nimûne, pirtûka Mîtan Şareza “Xewle ye Xewn” ji Weşanên Lîsê derdiçe.   

Mîtan Şareza, pênûsek ter, giyanek sivik li peyvê bar dike, wê bi perr û bask dike. Wek ew dibêje, "Me gotinên xwe yên bêsînor/ xist paxila çîrokên zaroktiya xwe"; erê, gotinên sînorçirîn dixe parzûnga dilê xwe û melevaniyê di nav hiş û bîra û me dike. Mîtan, wefadariya kaniya hest û nestên xwe jî ji bîr nake; nemaze, Berken Bereh û Arjen Arî, di nav risteyên wî yên reş kurmancî de, serkêşiya govendê dikin. Ew, bi bê re li pesarên Rûbozikê, bi êr re di êtûna dilê vî welatî digere û peyvê di tenûra hişê xwe de dipêje û tîne li ser sifreya me datîne.

Mîtan bi rastî jî Şarezayê peyvê, danêrekî xurt û qewî yê ristên xwîn kurmênc e.

Her weha “Deq”a Meral Varişli jî ji nav Weşanên Lîsê digihêje ber destê xwendeyên kurdî. Deq, deqeke xurt li dilê axa helbestê diçikilîne û wek çemekî hunguv nerm û nazik peyv bi peyv mirov li giyanê axê digerîne. Deqên Varişli, bêhna pûngî ya çiyayên Dêrikê digihîne hundirê giyanê meriv.

Her dîsa Weşanên J&J bi gelek berhemên nû meşa xwe weşanê didomîne; hêja Cîhan Roj bi romana xwe ya nû “Hurcahil” kevirekî îsile datîne ser dîwarê kurmanciyê û bi zimanê xwe dewlemend û tevna romana xwe ya xurt, çêjeke xweş dide cîhana kurdewariyê.

Û gelekên dî…

Fuara Pirtûkan a Amedê deriyên xwe li we vedike û dibêje: “Werin bi kurdî bixwînin, bidin xwendin, binivîsin û bidin nivîsandin, biaxivin û bidin axaftin…”

Ha, ez jî di Fuarê de, li kuncikekê li benda dostan im.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi