Omer Dilsoz

Florta Kurd û Amerîka

15 Eylül 2014 Pazartesi 09:39

Bindestî, ji her tiştî wêdetir, “xezeb”ek e, ji wê, min berî her tiştî keregêj dibe, başî û nebaşiya xwe nizane, hiş wek roja ketibe navbera heyv û dinyayê ragirtî ye, jixwe ku “hiş û hewn” ragirtîbe, şaneyên mejî jî qenc nalebikin û mirov nikare ji hev derxe ka çi ji bo mirovî baş e, çi jî nebaş; Hema tenê xwe bi hizrên tûj û garankî digire da ku hilmek be jî, xwe ji “wê xezeba reş” rizgar bike… Îja, meseleya me kurdan jî tiştekî weha ye.

Ji bo mebesta min piçekî zelaltir bibe, ez dixwazim piçekî berê xwe bidime nava mijarê û anektodekê li vê derê raberî we hêjayan bikim.

Li Colemêrga xopan, Şêxekî “sexte” hebû, paşî di Meclisa Tirkan de dibe “senator” jî –Bawer im we hemiyan zanî ka ez behsa kê dikim- Ev camêr, gund bi gund digeriya, digot –“Eman, zarokên xwe nedin ber xwendinê, ew mektebên gawiran in” û nedihişt ku xelkê gundên Colemêrgê zarokên xwe bişînin ber xwendinê, lê wî, binve binve zarokên xwe li Amerîkayê şandibûn ber xwendinê…

Îja, siyaseta me jî hinekî wisa ye. Heçî bizav û tevgera dûvikderve hate Kurdistanê ewil “dijminiya Amerîkayê” pif kir û hey pif kir; Kurdên me yên dilsax jî pir zû pê sor bûn û bêyî bizanibin çima, rabûn rûniştin gotin –Serê fesadiyê Amerîka ye û dijminê me ew e. Tirk, Ereb û Farisan welatê me talan û wêran dikir, “dijmin” Amerîka bû; kamelîstan dest diavêt namûs û şerefa me, Baasiyan çermê me digurat, Tehranê bi saxî em çal dikirin, dijminê Amerîka bû… Bi rastî jî ev “aqilgirtineke nedîtî bû”, ez zanim, niha siyasî abê dibêjin –De here lo, tu ev çend ji siyaseta dinê fêm dikî- jî, lê rastiyek li ber çavan bû; Kîjan pêla siyasî dihate Kurdistanê, şûna ku kurdan bi rastiya wan bihesîne berê wan dida Amerîkayê.

Îslamcî hatin, serê gotina wan, binê gotina wan “Şeytanê Mezin Amerîka” bû, radibûn rûdiniştin, kurdên dilsax dikirin gwîzan, dikirin bizot û bi rik û kîna Amerîka tijî dikirin: Pif bikê bavo pif bikê!

Paşî sosyalîst hatin, balkêş bû, li ser zarê wan jî “serê emparyalîzma global”, “dijminê ked û gelan” dîsa Amerîka bû.

Xuyabû, piştî ji Kurdistanê vedigeriyan jî hem Îslamcî hem jî Çepên Tirkan ên Sosyalîst –qaşo dostên me bûn- yekser bêhna xwe li New Yorkê vedidan. Tev bûbûn ew Şêxê ku nedihişt xelk zarokên xwe bidine xwendinê: Çimkî, ew îslamcî jî, ew sosyalîst jî heta qirika xwe pêbendê Amerîka bûn; Hem ew bi xwe, hem jî dewlet û rêxistinên sîxurî yên ku ew li Kurdistanê bo gêjkirina kurdan wezîfedar dikirin…

Wan baş dizanî ku Kurd bikaribin derdê xwe ji Amerîka re bêjin, dê pariyê wan biçûktir bibe û dê şefeqeke nû li Kurdistanê hilbê.

Tiştê ku diviyabû siyaseta Kurd berî 15 salan bikira îro dike. Çima nebe? Pa çima Amerîka “dijmin” be? Ez qet û qet tênagihim Amerîka çima “dijminê” me ye? Yê welatê me dagirkirî Amerîka nîn e, Tirk in; yê her roj zarokên me dikujin, Tirk in, îja em û tirk “îslam qardeşî”, “hakların qardeşî” ne û em û Amerîka dijmin in (?) de vêca were û vî kerî di vî borî de bibe!...

Bifikirin, min gelek îslamcî û sosyalîst dîtin, “cola” venedixwarin, gava min jê dipirsî, digot, “Malê Amerîka ye”, ê?! Yanî çi?

Yanî, tu li ber dewleta ku zarokê nebalix dikuje, dengê xwe nakî, îja qira xwe di “cola”yê didî!?

Ma “cola” heramtir e, an rijandina xwîna zarokekî nebalix? 

 Ez dixwazim bi bîranîneke xwe dawî li vê nivîsê bînim: Wek hûn dizanin ez zêdetirê 10 salan di saziyên Kurdan de xebitîm. Yekî siyasî, niha jî di saziyeke girîng de rêveber e, ez navê wî nabêjim; bû mêvanê me. Ez li mala Azadiya Welat bûm hingê. Cola li ber me bû, me lamacûn dixwarin. Me got, kerem ke, “min xwest coleyekê bo wî jî dagirim”, camêr xwe tirş kir, go, “Spas heval, ez malê emperyalîstan venaxwim”, birûsk li mejiyê min ketin, min dilê xwe de got –Xwedêwo, te bo çi hinde kurd hin ‘ker’ çêkirin- û bi yarî min gotê; -“Bêxwedîkan, tahma wê pir xweş çêkirine ha! Bila kurmê min bimre, mîratê, ez pir vedixwim vê colayê, hema bêje beramberî dewê koçeran ê ber meşkê ye…”

Bêguman, hêza herî mezin, bo gelekî xwe rêkxistin e, danîna dam û dezgehên xwe ye, xwe perwerdekirin e, lê ev nayê wê wateyê, em rabin, her kesê wek “dijmin” bibînin û dîplomasiyê nekin. Di siyaseta navdewletî de çu carê “dost û dijmin” nîn in, berjewendî û menfaet hene, em jî bo mesilheta miletê kurd û Kurdistanê divê fêrî vî tiştî bibin.

Ji ber hindê, bi me kurdan nakeve em bêjine Amerîkayê “Şeytanê Mezin” û “Emperyalîst” û nizam çi!, em gotin “dijminên me xistine serê me”, kurd miletekî xweragir e û îro doza mafên xwe dike. Dijminên me jî serdest û dagirkerên welatê me ne; Yanî Tirk, Faris û Ereb in…

Xwe şaş nekin!

Bu yazı toplam 4069 defa okunmuştur