Omer Dilsoz

Fetisîn û hêvî

18 Ocak 2012 Çarşamba 11:45

Heke min dilê xwe bibijanda analîstiya siyasî, min ê navê van kawdan û pêşveçûnên dawîn, wek “Konsepta fetisandinê” lê bikira.

Erê, ev pêşveçûn hemû lid or vê têgehê “bertav” dibin û rohn û aşkere ye ku aqilê dewletê ev kar ji xwe re kiriye mebest û miraz.

Li ber çavan e ku li Rojhilata Navîn, velerzên siyasî yên mezin zemîna “desthilatdariya îro” dihejîne; Bihara Erebî şilq û pêlên xwe di dîwarên bêndera Tirkiyeyê dide û tirsa “bahoz û tsûnamiya guhertinê” tayê dixe dilê serdestên vî welatî.

Çimkî li tenişta wan, gelekî tepeserkirî ku doza heqên xwe dike, yê xwe bi rêk xistî yê bi nave kurd heye. Armanca wan ew e ku vê rêkxirawê ji hev bixe û kurdan dîsa bîne ber nîr û benê dad û edaleta xwe.   

Pêl û furyaya girtinê bi hemû leza xwe berdewam e. Roj naçe ku xeberên girtinê belav nebin. Ji bo girtinê, qet hewceyî bi sedemên mezin jî nîne; Etîket amade ye: Tu KURD Î, bes e.

Nexasim vêca heke tu kurdekî piçekî hişiyar bî, te serê xwe bi karê “azadiyê”, “maf û hiqûqa kurdan ve êşandibe”  hinge tew tu hema yekser dibî KCKyî û çavên xwe li jûreke zindanê vedikî.

Dewleta ku “xwê dixwe û avê bi ser de nake” her ku li meydana siyaseta Rojhilata Navîn ku cendirmetiya Amerîkayê dike, tengav dibe û ji teoriya “sifir problema bi cîranan” re gihîştiye wê asta “sifir bêproblem cîraniyê” her ku tengav dibe, vediweje topizê xwe û datîne nav ser û guhên kurdan.

Navbera dewlet/hikûmet û Sûriyê nexweş bû, va ye kurd li berdest in de ka operasyonekê bi ser sere wan de bike.

Navbera dewlet/hikûmet û Iraqê nexweş bû, va ye kurd…

Navbera dewlet/hikûmet û Îranê nexweş bû, va ye kurd…

Hûn dikarin, Ewropa, Amerîka, Rûsya û Çînê jî lê zêde bikin. Kurd ji bo dewleta tirk bûne dahola paşîvê; Kengî bêhna wan çikiya hingo dingo bi ser serê kurdan  talan û ferman e.

Niha jî konsepta fetisandinê li dar e; Mebest jê ew e, berê hemû sazî û dezgehên legal ên kurdan bifetisînin, çi kesê bêhneke rêxistinî jê bê, piştqufle bikin –bi sedan bêguneh û xal û xerez jî li ber dikevin- paşî, otorîteya dewletê li her qadê radestî hin saziyên sivîl ên nêzî xwe bike –navê vê jî sivîlizasyon e- bi dû re jî, derkeve ber raya giştî bibêje, “Va ye min pirsa kurd çareser kir.”  

Mirov nikare texmîn bike ka dê li pişt van gavan çi bêt, lê a diyar û berçav e ew e ku vê gavê tiştekî gelekî dilveker li ber asoyê xuya nake.

Helbet, dîsa jî kifş nîn e ka siberojê çi surprîz li benda me ne.   

A aşkere tenê ev e, PKK dibêje, “Ez ê heta dawîn li ber xwe bidim”, dewlet jî dibêje, “Ez ê operasyonên xwe bidomînim” vê gavê civaka ku ŞAH-PAT bûye, demoralîze ye û çav lê ye ku delîveke xêrê li ber vebe.

Êdî hatiye wê tengalê ku “hêvî” ji bo her tiştî “çilmisîne”, di heyameke wisa de, mirov nizane peyvên xwe li dor kîjan çêrgehê mexel bîne.

Dibêjin, bi hatina biharê hêvîyên nû jî dê geş bibin. Makeqanûneke nû, civakeke sivîl û demokratîk, welatekî bê tirs û warê pêkvejiyana xweser a hemû reng û dengan… Qey ev ûtopya gelekî dûr e; An jî xune berevajî em niha li keviya wê ne û wê nabînin! Ez nizanim…

Ma hûn çi dibêjin; Gelo hêj jî hîvî heye?

Bu yazı toplam 2183 defa okunmuştur