Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Festîvala XANÊ

Festîvala XANÊ

Havîn hat û bi hatina heyva Xizîranê re wek ku pêşiyan me dibêjin, “Xizîran hat û xizirî, giya li beyaran kizirî” bi yekcarê welat bi rojeke germ û kel kizirî.

 Lê ez ê qet û qet behsê hilkeftinên li Parka Gezî ya Taksîma Stenbolê û pêla ligel wê rabûyî û tevahiya Tirkiyeyê vegirtî, nekim.

Tenê bi serhatiyeke kurt û kurmancî dê serdaçûneke sivik li vê mijarê bikim û paşî vegerim ser miraz û meqseda vê nivîsê.

Li nav me kurdan serhatiyeke gelekî navdar/meşhûr heye. Dibêjin, dema ku Freng hatine da ku bajarê Ruhayê vegirin û ji Osmaniyan bistînin, hawar û gazîkerên bajêr kiriye fîxan û gazî da ku xelk li hawara bajêr rabe.
Weha kirine gazî:
-Rabin gundino, xelkino!, Wa gawir hatin bajarê me talan kirin.
Lê ji çu kesî deng nehatiye.
Dîsa wan kiriye gazî û hawar:
-Hawar eeee, namûs hingaftin, keç rakirin, jin birin, zarok kuştin.
Lê belê dîsa ji çu kesî deng nehatiye.
Vê carê weha kiriye gaziya xwe:
-Hawarrr e gawir daketin nav zeviyên ÎSOTAN...
Hingê dîtine ku xelkê Ruhayê bi yek carî rabûye ser piyan, xwe li tevir û bizir, das û darxiçên xwe dane û rabûne ber sîngê Frengiyan û bizav kirin ku bajarê xwe biparêzin.
Helbet, ev tenê henekek e û mebesta wê destnîşankirina hezkirina xelkê Ruhayê a bo ÎSOTAN e.
Vêca ev îronî bo mesela TEKSÎMÊ jî dikare weha bête vegêran. Heta behsa "QEDEXEya EREQÊ" nekirin Tirkên Spî ji ser qûna xwe nelebitîn.
Bawer bikin, heke niha rabin jê re bibêjin
-EREQ Serbest! û garantiya vê jî bidinê, vêca darên Parkê yên mayî jî ewê hilqitînin:-)

Ev tenê henek bû. Mesele helbet ne tenê ev e, gelek sedemên wê hene. Lê min dil nîne niha xwe di vê pirsê rakêşim meqseda min tiştekî dî ye û ez dixwazim behsê wê bikim.

Min bihîst, Şaredariya Çelê festîvalekê bi navê XANÊ li dar dixe.

Berî her tiştî ji ber vê hizra ciwan ez şaredariyê pîroz dikim.

Îro gava ez vê nivîsê dinivîsim (4ê Xizîrana 2013) tam berî niha bi 18 salan, tam wekî îro 4ê Xizîrana 1995ê Gundê Gûzereşê ji aliyê Hêzên Leşkerî yên Dewletê ve hate valakirin.

Jixwe heçî gundê Xana Sêgundan e, berî bi sedan salan hatiye berdan lê weke zozan heta serê salên 1990ê jî war û meskenê reşkonan, bêrîvan û şivanan bû. Bi dehan kerî û celebên pezî lê xwedan dibûn.

Heta nêzî 10 saliya xwe ez li navbera Xanê û Gûzereşê de mezin bûn; Havînan li Xanê û zozanên wê, zivistanan jî li Gûzereşê bûm.

Xweş hizra min têtê û ev warê zaroktiya min hê jî qet û qet ji xewnên min derneketiye.

Heta min romana xwe Neynika Dilî ku welatê wê Xanê ye, li ser tesawira bîrhatinên xwe yên zaroktî û xewnan ava kir.

Xanê, xwedan dîrokeke kevin û zêrîn e. Warekî xweş û avîn e. Cihê lêhewyana bir û komên kewan e. Zozanên wê têrxwer, ava wê bermişe û xwedan sûlav û cihên bêhempa yên xwezayî ye.

Gelek biryareke binecî ye ku li ser navê Xanê û Xaniyê Nemir, zanayê kurdan Ehmedê Xanî ku pêşiyên wî ji vê derê çûne bo welatê Serhedê, bête lidarxistin.

Di festîvala Xanê de bi hêviya ku em û dostên xwe li wir bin û ji Kaniya Offê careke dî têhniya dilê xwe bişkênin.

Ji min re çi Stenbol wêran bûye; A mihûm Xana ku nêzî 300 sal in wêran e dîsa AVA bibît J    

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi