Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ez Kurdim

Ez Kurdim

Ez kurd im. Sedem çi ez dibêjim ez kurd im.

Sedem ji zimanê dayika xwe re dibêjim, lewre zimanê wê kurdî ye. Heke zimanê dayika min zimanek nekurdî, zimanek cida be, min dê bi wî zimani re, zimanê xwe navkiriba.

Ez dibêjim welatê min jî Kurdistan e. Di vê sedemê de dibêjim navê welatê min Kurdistan e. Min goti bû dibêjin zimanê dayika min kurdî. Êê, zimanê dayika min kurdî be û wekî tev gelan, dayika min jî ser axa xwe dijî û dibêjin wê axê jî Kurdistan. Di vê sedemê de welatê min jî Kurdistan e.

Di van gotinan de tu xeleti nîn in. Ne we ye?

Lewre dicîhanê de tev dayik ser kîjan axê bijîn, axa wan bi zimanê wan dayikan re binav bûye.  Mînak tirkî-Tirkiye, erabî-Erabîstan, fransayî-Firansa û hrw.

Tev van sedeman de wekî hêmû kes dibêje ez jî dibêjim ez kurdim û welatê min jî Kurdistan e. Ev gotine ji min re gotinek xwezayî ye û tu rikdariya wê çu nîn e.  

Ez vê mijarê bi vê wateyê re nexşîn im.

Di ser enîya tu welatiyên cîhanê de ev ereb e, tirk e, alman e, fransiz e û hwd. nenivîsîye. Hemû welatiyên cîhanê gor zimanê dayika xwe bûne xwedîyê zimanek netewî. Bi vî navê ziman re bûne xwedî navê zimanê xwe û bûne xwedî navê welatê xwe.

Navê zimanê dayika min kurdî bû û navê welatê ez hatim dinyayê Kurdistan bû. Di wê sedemê de dayika min ez bi zimanê xwe mezinkirim û ez hîn zimanê xwe kirim. Ez jî bihînbûna zimanê malbata xwe û gelê xwe re mezinbûm.

Belê dema salên 1960 de ez derketim kolanê min dît ku zimanê min qedexe ye. Dema ez zarok Colemêrg de polîs çu nebûn, tenê cendirme (Wî zemani me ji leşkeri re digot cendirme.) hebûn.  Lewre dema min û hevalên xwe kurdî diaxaft cendirma rahêla me. Rasti em ji wan tirsîyan belê me ji kerbên wan de pêtir kurdî diaxift. Heke em kevtiban destê cendirmeyan ewan guhê me dikêşa û em qotan.

Wekî min goti ewan rahêla me û em jî çiya bi çiya revîn. Ew jî dihatin sexera (Colemêrgî ji azarê re dibêjin sexer.) mirovên malbata me dikir in.

Rasti ji malbata me tuyan jî tirkî nedizanî. Ên çûyî leşkeriya tirki bikêmasi be jî tirkî dizanîn. Dema leşkerek bi gotina Colemêrgîyan cendirmek hatiba taxi, kî tirkî dizane ewi bi wan re diaxaft.

Me gotibû seba axaftina me a kurdî cendirma sexera mezinên me dikir. Mezinên me jî “keça/kurê min xwe ji van cendirmeyan parêzin, nik wan kurdî neaxivin” digotin me û ewan jî gor xwe sexera me dikir.

Wekî dibêjin em mabûn navbenda nal û bizmarê de. Me neşiya xwe ji cendermeyan parêzîn lewre me tirkî nezanî. Dema dê û bavê me sexera me dikir me “hûn jî bi me re tirkî biaxivin ku ca em jî bi wan re tirkî biaxivîn” digot wan.

Bivan têkiliyan û têkiliyên wekî vane re me şerm ji xwe dikir. Lewre roj bi rojê em mezin bûn û têkiliyên me bizarokên tirki re çêbûn. Dema em û zarokên tirki dihatin ba hev me ji xwe re şerm dikir û em diketîn nava kêmasiyek girîng. Dê û bavê me, bikurtasi malbata me wekî mar û mişkan pêş çavên me sahm bibûn. Ewan em hîn tirkî nekiri bûn, me tirkî nedizanî û em nik zarokên tirkan hetikber, serçemiyayî û şemizar bûn. Me hizirdikir ku ew mirov xwedî eslê pîrozwer, em jî nik wan wekî mirovên kêrmanc an ku bê esil bûn. Me “xwezî em jî tirk ban, wekî van zarokên tirki di hikometê de pîrozwer ban, biqedr û qiymet ban” dilê xwe de digot. 

Belê piştî ez kevtim dabistana şevînî, ferq û cidahiya nava kurdan tirkan de min li wir dît, perasiya min stûr bûn û min bi kurdîtîya xwe re xurûr dît. Lewre di vê dibistanê de înkara kurdan biaşkera vê dişbistana şevîn de hate kirin. “Kurd û zimanek wekî zimanê kurdî çu nîn e” digotin û nik min zimanê min haşa kirin. Dema ez kevti dibistana şevîn min tenê bizimanê dayika xwe diaxaft û min zimanê tirkî nedizanî û vê dibistana şevîn de digotin zimanek binavê zimanê kurdî çu nîn e.  Zimanê ku ez ji dayika xwe re hîn bûyî û zimanê min diaxaft re, nêrîn în navçavên min “zimanê kurdî çu nîn e, kurd çu nîn in, navê kurd ji kart-kurda dengê befrê re çêbû ye, kurd tirkê çiyayî ye” digotin min. 

Dibistana şevîn de tev zarokên gundên Colemêrgê perwerdahî didîtin, an ku hîn zimanê tirkî dibûn. Ji van zarokan tenê yekê jî tirkî nedizanîn û hemû kurd bûn. Bi vê polîtîqaya înkara kurd û zimanê kurdan re zarokên dibistana şevîn bûne du grup. Bizêdehi bûn alîgirê tirki, alîgirê zimanê tirki û bikêmasi jî bûn aligîrê xwe û alîgirê zimanê xwe. Ez jî dinava vê guruba xwedî zimanê xwe û xwedî xwe de bûm. Di wê dibistanê de nêzî heftsed zarokan perwerdehî didîtin, nava wan de em ê xwedî zimanê xwe derketin nêzî sî an jî sîpênç zarokan bûn. 

Ev dibistanên şevîn, di herêma me de nû avabibûn û nû dest avêtibûn perwerdehiya zarokên gundan. Dibistana em tê de, me perwerdehiya zimanê tirkî didît de ev kirêtiya dewletê derket pêş çav. Gelê herêmê armanca van dibistanên şevîn bi çavên xwe dîtin. Êdî gelê herêmê jî zanî ku ev dibistanên şevîn ji bo înkar û asîmîlasyona kurdan avabûne.

Di vê dibistana şevîn de hejmara me ê em xwedî zimanê xwe û xwedî kurdan derketi hejmara me ji çil zarokan nediborî. Ez xwe bêjim ku tehde lê kirina ser min dit ev jîna min de xwe nîşê da. Cihê lê dirazên, cihê xwarinê, nava baxçê dibistanê, di polên dibistanê de an ku tev jîna min guherî. An ku jîna min a dibistana şevîn, bigotinanên rencîdekirin an biqotanê re piştî min dibistan xilaskiri wê demê ez ji destê wan xilasbûm. Vê dibêjim. Di wê dibistana şevînî de min pir qotan xwar, îşkenceya psîkolojîk dît belê min înkara kurdî û kurdan qebûl nekir. Dema mirov zarok be û vê îşkenceyê bibîne û rasti vê îşkenceyê sekine çendî zor e ez wê baş dizanim. Wekî min pir zarokên kurdan di van dibistanên şevînî de fahmdike ku ez çi dibêjim.  

Bi wan sedemên jor min goti re ez dibêjim ez kurdim û zimanê min jî kurdîye. Welatê min kurdistan e. Qey tu xirabiya van gotinên min hene ku Sewrokwezîrê Tirkiyeyê naha jî înkara min dike. Ji bo îmha û înkara min têkoşîn dide. Qatî ez kor bûme ku ez dê baweriya xwe bidim wi.

Dê bê gotin ku ev sernivîse ji kû hat. Belê gor tev van rastiyan, gor tev bûyerên dirojeva welat de ên kor, ker û lal û neberpirsî hene.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10