Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ez îro li ser ‘kê’ binivîsim?

Ez îro li ser ‘kê’ binivîsim?

Ev du nivîs bûn min li ser berhemên nû yên kurdî wek ‘danasînekê’ hin gotinên xwe li vê derê gel we parve kirin.

Nizam ez jî rabim xwe bidim ber nîrê ‘gotinên qelew’ û bi palpiştiya çend gewre û sermezinên edebiyata cîhanê gotara xwe bist û rist bikim û çend peyvan bavêjim binê kewarê… Lê dengek dibêje min; -De herrre lo pir klîşe û şe bi şe ye!..

Îja ez nizam ka çi bêjim û çi bihêlim.  Kê rakim ber perên asîmanan û kê li binê erdê di nav herî û gemarê de bigevizînim; Nizam ez jî ‘rabim weke Firat Cewerî’ –yekî bikujim!.. Na lo, kuştin ne karê her kesî ye!.. 

Te go vêca ez nizanim ez çi xweliyê bi serê xwe werkim û çi binivîsim. –Bo Xwedê, ma ez mecbûr im îlla tiştekî binivîsim!?

Bihêlin, şûna wê ez ê gotareke heçkoheyî lêkim, kê xwend mala wan ava, kê nexwend mala wan jî ava… -Ma milet mecbûr e dema xwe bi xwendineke weha beredayî bimezêxe!? Tew, îja xwendin...

Ev demeke dirêj e, min li ser mijarên siyasî jî çu tişt nenivîsiye û min biryar e ku nenivîsim jî –Ma derxistina ji avê ya cilên vî welatî maye bi stûyê me ve!? Ecêbeke kesnedîtî ye, nizam ji bo çi mirov her dem xwe di awêneya dêwan de dibîne û siya mirovî ji bejn û bala mirivî –hizrî ha- gelekî dirêjtir diçe…

Jixwe di siyasetê de ‘qehremanî’, di edebiyatê de ‘peyv’, di hunerê de jî ‘spehîtî/ciwankarî’ nemaye; piştî tora medyaya civakî, êdî hukmê ‘hunerê’ sernixwîn bûye, niha dem dema ‘her kes û bi pêpikê xwe’ ye; êdî ti kes guhê xwe nade ti kesî… Qey dibêjim du guh bo mirovan zêde ne, bila çar çav û heft dev hebin, tenê guhek hebe zêde ye jî…

Li taxa me, çend pirtûkên nû derketine, -helbet ez behsa yên kurdî dikim- di nav de yên ‘xweş’ hene. Hin çîrokên bi hişekî xweşik raçandî, bi hesteke tîr risandî û bi tevneke jêhatî verisandî… Dixwînim, lê nizanim ez îro li ser kîjanê binivîsim!?

Nizanim…!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi