Omer Dilsoz

Ey wijdan!

09 Kasım 2012 Cuma 16:17

Ez bedenek im, weke befra ber xezeba tava tebaxê, çirke bi çirke dihelim. Dinya li ber çavên min tarî dibe, carina rengên reş û spî, na na belek belek di nav deşta hişê min de tên û tarî dibin.

Dayê kê çira vemirand, min sar e, dicemidim… Hewar min sar e dicemidim!

Dîsa çolistana rût î rewa hate ber çavê min, tî me, birçî me, rûvîkên min di çemrê min re weke nexşeyekê, weke marekî xwe di hev alandî xuya dike. Dengine ji zikê min, dayê hinavên min diêşin…

Kê ronahî reş kir, dîsa marmarûk tên, aha li vir in, li ber çavên min govendê digerînin; dengine têvel bi min dikenin û dîsa tayek ji binê piyê min tê û xwe di gerdena min wer dike.

Dayê, ka min bigire ber hembêza xwe, bi min sar e, dicemidim, aha tenê bîskek dî tayek germ tê şûnê. Lê xwî nadim, xureke tal bi laşê min dikeve û tûka tal di gewriya min re di alîkê ve dimîne hilawîstî…

Dayê, sar e, ez dicemidim. Ka rahêje berxikê/a xwe, nê ew tî ye, birsî ye, tayî ye, tipik tipik dihele weke mûma ber xezeba agirî ketî…

Dayê, şev e an roj, ez nizanim ka çend dem e di vî halî de me.

Û dîsa xwe dibînim li deştekî ziwa, bêhna kuzirî ya sotinê tê xwe di ximximkên kepê min re asê dike. Bêhna min diçike. Tûka xwe dibime hewarê lê bêçare. Dayê, bi xêra gora miriyên xwe kî, ka dilopek avê berde ser kezebê; nê cerg û hinav li min peritîn, dil û mêlakan avête nav devî…

Dayê, bêha kadan tête min, ya nanê sêlê, ligel penîrê xwerû mendê û têr siyabo ewa ji parzûnkên jinên Pinyanişî ji çiyayên Simbî hatiye çinîn.

Bêhna nanê tenûrê yê kirore weke hilmekê bi ser ruhê min de tê û dide xwe û diçe. Bedena min westiyaye dayê, her dera laşê min dibêjî qey daye ber şûnikan, an jî bangêrek bi ser re çûye, wisa qirçe qirç ji ruhê min diçe. Tu destê xwe bijî dê hestiyên min bişikên.

Neşêm xwe dirêj bikim, pala xwe neşêm vedim, pembû jî di canê min re diçe û diêşîne, weke hêka dilmê me, tu dest bidiyê dê bişikêm.

Hişê min pir zelal e vê kêlîka ku nizanim şev e, roj e; Berspêde, berêvar, hingor an jî danek ji danên dî ye ku hêj me pênase pê nekiriye û bêhna te dayê, ya te tête min!

Dayê, pir sar e û ez di xewneke birsî de li çirûska jiyanê mame hilawîstî. Êdî metafûrên jiyanê bo min bi serê kixseke rizî jî nakin; Çi dem e nizanim û dem û mesken ji lîteratûra hişê min koç kirine. Nizanim çi dibe, kî me, çi me, lê bêhna te dikim dayê!

Îro nizanim bû roja çendê ku di vî halî de me. Carina destek tê çend dilop ava germ bi ser devê min dadike û ew jî xwe di min nagire, çawa tê wisa jî bi rûna min re –şerm dikim bêjim- diçin nav derpê min.

Dayê, dengine ku ez bi wan nagihim weke vizeviza pêşû û kermozan di ber guhê min re tên û dimînin hilawîstî; Nalînên zuha yên kûr weke şewatekê carina ji ber serê min bilind dibin, ji hemû dengan tenê dengê, “Ay dayêê!” bi min nas tê; xwedêyo çend birsiyê wî navî me, çend tiyê wî dengî me…ay dayê! Da…yê…

Ey wijdan ma tu qet vî dengî nabihîzî; Vî dengê ku ev zêdetirî du heyvan e (60 roj) nalenala wî ye bo dilopek azadî!

Bu yazı toplam 5578 defa okunmuştur
01:28
 // qewali
Mamoste rasti ji te nivisek pir dilsoj nivisandiye .... insellah xuda qebilneket ve zulme .....
10 Kasım 2012 Cumartesi 01:28