Omer Dilsoz

Evdila Peşêw bi nivîskarên Amedê re

05 Kasım 2012 Pazartesi 11:03

Yekşemeke honik a payizê. Amed, bêdeng, bi şev sar û bi roj têra xwe tînde û germ e. Kolan ji ber teqereqa lêkdana di navbera çalakgerên bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li zindanan û hêzên dewletê de di bin mij û dûmaneke tarî de difetisin.

Li semta Ofîsê Mona Cafeyê, li dora maseyeke dirêj çend nivîskarên kurd rûniştine. Çayeke sar û çend xwelîdankên tijî binikên bêhnpêketî, du sê pirtûkên ji kîsikan derneketî…

Li milê rastê Evdila Peşêw, Ehmed Huseynî û Berken Bereh li tenişta hev rûniştine. Ruhê gorbihûşt Arjen Arîyê ku berî çendekê bêdeng xatir ji me xwest jî, li tenişta wan di bin simbilên qeytan re dibişire ser vê civakê.

11.20121105111548.jpg

Sohbet heta tu bêjî di atmosfereke germ, jidil û xweş de dibore. Qeraseyên helbesta Kurdî di vê êvara honik û bêdeng a dûrî çav û dûrî hingameyê de xweşbêjeke hingvînî dikin.  

Bi pirs û gotinê axaftin ji vir diçe wir, pirs û kêşeyên Kurdî û rewşenbîriya Kurdî, di meydana navneteweyî de cihê peyva Kurdî tên û li hev digerin.

Huseynî bi “destê” peyvê digire û “di kêlîkên demê” de, “ruhê êşê” “zeft” dike û ji nişîv û evraziyên xemên kurdî destexaneke hingvînî raberî dîwan û civaka amadebûyî dike.

Sohbet heta bi guhan germ e.

Heçî Peşêwê boz ê kej û porhirî ye, ji serhatiya çîroka nişîvê (Başûrê) helbestê “helwestê” destnîşan dike û bi Kurmanciya xwe ya kubar î nîv Sormancî, gotinê tîne ser rawest û sekna rewşenbîriyane ya Kurdî û dibêje, “Gava dev dixwe, çav şerm dike. Min navêt çavşerm/serşor bim” û cihê diviya rewşenbîr lê be û rola diviya bigire ser milê xwe destnîşan dike û “ruhê azad ê helbestane” weke pirsa pênûshilgirên Kurdî radixe ser sêla pirsê?

Heçî Berken Bereh e, bi libîranîna Arjenê wexerkirî dest bi gotinê dike û bi wê Kurmanciya Şirnexî ya weke doba hingvînî Şemzînan, dil û ruhê amadebûyiyan di behra kurdî digerîne û honik dike.    

Helbest têne xwendin. Sohbet germ û xweş e.

Me jî çend rêzikên Evdila Peşêw bo we li vê derê nivîsandin:

Dem: Li bin baskê ezman dike bawîşk were
Şûn: Reşikeke bêdeng e
Derî li min veke
Tiştek nîn e şîrîntir be
Ji xişta pê û çip çipa lêvê
Deriyê xwe li min veke
Westayê riyek dûr im
Wekî caran hinekî rûdinim û radibim

Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Dar û kevirên devê derî xwe davêjin te

Bu yazı toplam 4978 defa okunmuştur