Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Êvarek ji zivistana gundî

Êvarek ji zivistana gundî

Danê êvarî bêhneke cudatir dihate jiyanê; kabaniyan şîv amade dikir; ji tenûrê bêhna nanê kurore, girara şêlman, êpraxên kelemiyan û dûkêla bi ser sivkên nanavî û kulînan diket, têkilî tîrêjên tînşikestî yên berêvarê dibû, sîtaveke tîr gund dipêça. 

Gava dibû êvar kelecana çîroka şeva berê nû dibû...

Pezê li ser dûnê, pariyên dawîn ên alifê xwe vedikarî bêhneke dîtir dê dakira govê, ji ber hindê, diviya bibirana ser avê û ew av dabana. Kelecana ha îşev ha şevek dî ya dê miha me ya hendanî bizaya û dîtina berxika wê ya sava, wê mêwîj, hingvîn û kakilên gûzan ên hingoriya şevê, gelekî bitamtir bû.

Gava tîrojên tavê xwe davêtin ber sîberên êvarê dillerzika şevbihêrka zivistanê çîl vedida...

Piştî çendekê, malxweyê malê, dê dewar; ga, çêlek, golik jî li gova bin malê dakirana û piştre ji kurê mezin ê malê bixwesta ku îşev ew daran ji bo şevê kelêşe. Ha, diviya ji bîr nekira, îşev, dê bo şevbêrkê gundî bêne malê, ji bo hindê jî, diviya seh bikira ka nefta luks an lempeyê maye an na, dar jî hinekî zêde qelaştana... îşev, heta derengiya şevê li mala wan kêf û şahî heye.

Kabaniya malê, li sivka nanavî ji keç û bûka xwe re diporîne...

Hûn ji bo çi, hin destgiran in, hûn ji bo çi çav didin keç û bûkên der û cîranan, wekî keç û bûkên xelkê –wan çi carê nedizanî ka gava dibêjin xelk behsa kê tê kirin- ji bo mala xwe naxebitin. Goran narêsin, tevnan çênakin, lepik û kulavan naraçînin û xelk her lomên we dikin, hûn ji bo çi... bo çî... ‘boçiyên’ dê-xwesûyê wekî lizbiyên nodûneh libî dûv hev rêz dibûn û qet dawiya wan nedihat, heta ku karê ber destê wan biqediyaya.

Piştre dê-xwesû xwe diavêt ser dergûşa zarok û her tişt bi carekê vedigeriya lorik û stranan...

Gava li gundî dibû zivistan û befirê kirasê spî li xwe dikir û dol û newal, gelî ber gelî, çiya ber çiya dixemiland, ji bilî civîkên ber sîvanan, simoreyên qulên darmazî û dagûzan, kelereşk û reşîleyên li ser guliyên spîndar û benavan, hema bêje, çi kes nedima li wan deveran. Heke kelecana dav û nêçîra kûje û roviyên ku her şev berhingarî koxik û pînika mirîşkan dibû jî nebûya, hema bêje, zivistanê li gundî rê dibirîn, deng dibirîn, reng dibirîn û xem dibirin... xem dibirin...

Kabanî û malxweyên malê ji zivistanê heta biharê li odeyên piştê zarok çêdikirin...

Ji ber hindê, gava dibû bihar, berxik dibûn kavir, jinik dibûn pêgiranên ducanî, golik dibûn conega û li gundî her sal malek zêde dibû, zarokek mezin dibû. Keçikekê xwe direvand, dînemêrekî telaq diavêt, nûbûkek zîz dibû û bi ser mala bavê de vedigeriya. Pîremêr an pîrejinekê ji nava me bi yek carî koç dikir û li goristanê kêleke dîtir dihate çikilandin.

Li her devera jiyan lê hebe li gundê me jî ‘mirin’ tim mêvanê negazîkirî bû...

Erê niha, li şûna xweliyên gundî, bi awaza dengbêjên şevbihêrkên ku şev ji keçanî dixistin, kalemêr, pîrejin devê kîskê dilê xwe vedikin û dilorînin: Wey mala-mino; niha ne ew gund mane, ne jî ew stranên ku şevbêrk pê geş dibûn û şahî pê digeriyan. Niha, li şûna warê şêran, rovî diwaqînin, niha li kozika mêr û çakemêran çeqel serê xwe dihejînin, keftar hukmê xwe digerînin, niha, li kulîn û sivkên nanavên jinên bejnrihan, çavbelek, biskbadayî, qereçîyên lêvbizot qûna xwe dihejînin...

Ax çi heyf û mixabin, zivistanên niha wekî yên berê befir jî nabare li gundê ber pesarî...

Sîtavka êvarî, hêdî hêdî pişta xwe dida me û kabaniya malê bi talîmatekê (peyveke leşkerî ye jî qusûrê nenêrin) ji bûk û keçika malê ya ku memikên wê (kurdên me gelek hez ji taswirên memikan dikin, bo xatrê wana) bi qewlê dengbêjan sêvên tirşî, nû nû dihate ber nîrê azweriyê, dixwest ku şîvê bo bêlaya (eywana) malê biguhêzin û firaq û amanan amade bikin.

Roj hêdî hêdî xwe rastî nav lepên sar û sekitî yê şevê dike û cendekê şevê radikeve ser jîngehê...

Bêhna êxpaxên kelemiyan û goştê hişkkirî yê perasûyan yê li ser girara şêliman, bi carekê de bi ser serma sîbera êvarê dikeve ku gava mirov xwe nepêçe û derkeve derve dibêjî qey bi şivikên tûhikê hatiye lêdan, dev, lêv, guh û kep(difin)ê mirovî wisa soro û moro dibe. Lê nizanim ji ber çi ye, sermaya gundî tim bi min germ dihat û çend sar bûya jî ez pê sirê-nebirim.

Gava hilm ji qoşxaneyê hildikişiya zarokên nebalix wekî têjikên kelereşkê lê kom dibûn...  

Bêhna neftê bi carekê de bi ronahiya lempeyê re winda dibû û belkî jî gava mirov fêrî bêhnekê, tînekê, rengekî, xemlekê bibe – jê pê ve- ew mirovî fêrî xwe dikin û mirov pê dijî û tew hay jê namîne. Êvariyên gundî ji ber hindê gelek xweş bûn ku mirovî hay ji çi tiştî nedima.

Bi şîvê re deriyê derve dihate dadan û li dora sobeya li nava xanî ku hema hemû malanî li wê derê bûn, sifre dihat raxistin. Ber bi danê çayê (piştî bangê melayê mizgeftê ya îşayê) dê gundî hêdî hêdî bo şevbihêrkê bêne malê. Şevên kanûnan reş û dirêj in. Sohbet germ, kakil li ber, çay li ser, hingvîn serbarê hemû pêxwarinan...

Mêvanan piştî befira ser xwe dakuta derî vekir û ketin jûrê...

Xemla zivistanê jî befir e...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi