Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ev agir çima wiha gur bû?

Ev agir çima wiha gur bû?

Niha tenê rastiyek li ber çavan xuya ye; Her ku diçe pihêtên vî agirî gurtir dibin.

Serokwezîrek dest li kavlanê şûr û mertalan, şerê ku nîveka wî “gef û gur in” ji vê nîveka xwe dibore û “kirasê maf û demokrasiyê” hêdî hêdî diçire û yê “dîktatoriyê” tê meydanê.

Meydan, di bin mij û morana “tirsê” de, tenaşûya dê û bavên ku her roj berxikên xwe dispêrin axê. Zêmar û girîn, tenê xwelî ye di nav alazên vî agirê har û haroke de.

Darbest li pey darbestê ji bo korocaxên xelkê feqîr tên veguhêstin. Yên li pey dimînin, dilsotî, yên li rex dimînin, tirsa wan e ka dê kengî xeberên nebixêr bê heta deranzinka mala wan…

Tirs, di vê hengameyê de sultanê hemû dilan, aqil di bin hestên kor ên “tol û xulê” de, xwelîserê dermalan.

Ev agir bo çi weha har bû?

Gelo ma bi rastî jî çu riyên axaftinê neman?

Ma bi rastî jî “kêr gihîşt hestî?” nexwe ew hestiyên law û keçikên “vî aliyê agirî” ew ên her roj kom bi kom ji çal û kunedizan derdikevin, ma wisa bêxwedan in?

Gelo gava digot, “piştî rojiyê dê deriyê aştiya neyî dade” qey wiha dihate xwendin:  “Ez dengê xwe rakim dê ji min bitirsin û xwe bidine paş” gelo ma bi rastîn jî Serokwezîrê xwedanê ji sedî 50 dengan ku ber kepê xwe qet û qet nabîne, ewende ji vê daw û dozê fêm kiriye?

Nexwe ev feraset bi xwe nîne ku vî agirî têk vedide û guriya wê radike ber perên asîmanê heftê.            

Erê, hevsengên deverê ji nû ve têne dariştin: Rol û modelrolên gel û neteweyan ji nû ve têne dabeşkirin û lêkvekirin, aya pariyê me kurdan bi kîjan birrê re ye?

Berî avabûnên nû, gelo tê xwestin qedera Srîlankayê li serê kurdan bigerînin?

Ma ev xewn zêde xewneke dijwar nîne?

-Dirêj nakim, carina rojên herî tarî demên herî nêzî felat û rizgariyê ne!

Gava 9 meh durist bûn, zarok tê dinê… Nizam hat fêmkirin an na!?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi