Silêman Feqiyanî

Êşa dilkê

20 Ekim 2011 Perşembe 18:02

Ji êşa dilkê re zehf tişt tên gotin.

Êk êşa dilkê ji êşa evînîyê ye. Ev ji mirovê azad re herî girîng e.

Êk ji êşa dilkê êşa gotinek sahr an ku peyvek sahr e. Ev êşe di nava êşa dilkê de a pir kûr û wekî êşa penceşêrê tê zanîn.

Êk êşa dilkê a dê, bav, zarok û mirovê mirovi ê bingeha xwînê de digehe wi de xwe nîşê dide. A vê êşa malbatê ew e ku aloziyek, sergêjiyek, xwinek, nesaxiyek, tengaviyek, an ku diserê malbatê de tiştik nebaş bibore ji dilka mirovi re dibe êş.

Êşek heye di aloziya xwezayê de rûyê xwe nîşê bide dikeve dilka mirovi. Wekî erdhejîyê, aşutûyê, reni, lêmişti, sotina daristanê û hwd. nisîbetên xwezayê de zirera tê çav.

Êşek heye diserê cînar, heval û bajêrîyê mirovi de xirabiyek derbazbibe dikeve dilka mirovi. Ev ji têkiliya mirovan a ji mafê mirovîyê de tê.

Êşek heye diserê welatiyê welat de û diserê mirovên cîhanê de xirabiyek bibore dikeve dilka mirovi.

Bikurtasi heke mirov mirovper be, welatperwer be an jî ji xwezayê re hez bike êş ên dilka mirovi, di vê sedsalê de xilas nabin.

Wekî êşên dilka mirovi ên ev sî sal e di vî şerê qirêş de bi windebûna ciwanan re dikeve dilka mirovi. Di van salan de tu roj çu nîn in ku ciwanek ji leşkerê tirki an jî gerîlayê serê çîya, an jî xîzanek welatî jîyana xwe winda neke. Ev ji vî welati re bûye qanûna xwezayî.

Ji vî cureyê mirovê ez dibêjim re golikê wi, çêleka wi, haşa kerê wi, kijan hêwanê wi sekite an jî mirar bibe dilê wi ji wi/wan re disoj e. Tenê ne yê xwe re, yê malbat, yê mirovê wi, yê cînarê wi re dilê wi disoje.

Heke windabûn ji mirovi re bêgotin tenê dilka mirovi nasoje, laşê mirovi agir vedikeve, mirov ji mirovahiya xwe derkeve.

Hindik 24, hindik 26 û hindik jî ji 26’an zêde leşkerê tirki linavçeya Colemêrgê Çelê di vî şerê qirêj de jîyana xwe windakirin, dibêjin.

Bi windabûna van leşkeran re dilka me û a tev cîhanê sot. Belê ez bawer nakim dilka rexgirê şeri, ê şerkûki bisoj e. Lewre heke dilka wan sotiba dê guh daban aştîxwezan.

Divê mirov vê bîne pêş çavên xwe. Cihû ji yek leşkerê xwe re 1027 êsîrên filistînê azad dikin. Hikometa tirki bihêle leşkerên xwe ên destê gerîla de xelasbikin serda nizanim bîstuçend leşker dane kuştin. Ser da jî dilka min disoje dibêje. Ji bo ên jîyana xwe windadikin re dibêjin agir dikeve dilka min.

Herê gelo, seba çi jîyana leşkeri, ê welatî û ê gerîla nik dilê vê hikometa AKP’ê hinde erzan e. Divê mirov vê pirsê ji xwe bike.  

Dewlemendê tirki ji se an jî pisîka xwe re xwarinê ji dewletên ejnebî dide înadin, ev hikomete vî şerê qirêj narawesîn e. Nik dilê wan ha pêşûyek mirarbûye ha gerîlayek an jî leşkerekê jîyana xwe windakirîye.

Aliyekê aştîxwezên kurdan, aliyekê rêzdar Ocalan, aliyekê Qendîl, aliyekê rewşenbîr, nivîskar û zanyarên tirki destê aştiyê dirêjdike R. T. Erdogan, belê Erdogan seba rika dilê xwe van destane nabîne û nagire.

Heke gotin bi cih be dilê wi nasoje, dibe qatilê van ciwanan. Ê dilê wi bisoje dê bibe alîgirê aştiyê.   

Heke Xwedê xwedîyê heqiyê be direw e. Dilka wan nasoj e. Lewre dilka mirovi ji bo windabûna mirovan heke bisoje dê avekê bavêje ser vî agirî û dê bibe sedemê rawestana vî şerê qirêj.

Serokomar, serokwezîrê û wezîrên tirki dibêjin ev xwîne bê berdel namîne.

Başe bila nemîne.

Bila nemîne belê heta kengî.

Bila nemîne heta çend dî ciwan di vî şerê qirêj de jîyana xwe winda bikin.

Mirov şê bibêje, kengî dilka we bi windabûna van ciwanan re sot wê demê ev şere dê raweste. Belê kifşe ku dilka we jipola hatiye qelakirin, zû bi zû ji bo windabûna van ciwanan nasoje.

Çi bêjim her ciwanek şitilek e, ê bibe sedemê hişkbûna şitila ji Xwedê xwe re bibîne.

Bu yazı toplam 4299 defa okunmuştur