Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ertugrul Kurkçu

Ertugrul Kurkçu

Ertugrul Kurkçu di sala 1948’ê de li bajêrê Bursayê hatiye dinê. Bi xwe dibêje “piştî malbata min kevti siyasetê û li bajêrê Enqerê em cih bûn.” Dema cihbûna malbata wi li Enqereyê, gor gotina wi di mala wan de herdem siyaset dihat axaftin. Ew jî piştî malbata wi hati Enqerê kevte nava siyasetê. Ez siyaset û jîyana wi bi dirêjî re nayînim ziman.

Belê Ew di nava nifşê 68’ê de mezinbû ye. Dema hêzên dewletê li Kizildereyê êriş biri ser Mahîr Çayan û hevalên wi de, rêzdar Kurkçu jî bi wan re bûye. Di wê êrija hêzên dewletê Mahîr Çayan û hevalên xwe bi hev re jîyana xwe winda kirin belê rêzdar Kurkçu di kadînê de nava kayê de xwe veşarti bû. Ên di malê de yanzdeh heval bûn. Bi gotina xwedîyê malê a “mêhvanên min deh in” re rêzdar Kurkçu bi deh hevalnên xwe re nehat kuştin.

Piştî Kizildere’yê Ertugrul Kurkçu ji bo darvekirinê re hat girtin. Di sala 1974’ê bi hatina efûyê re cezayê wi zivirî sî saliyê. Piştî çardeh sala mayî girtigehê de bi yasaya înfazê re azad bû. Ew jî ev azad bûna wi çendî bi azadî bê gotin. Lewre gor wi azadbûna wi bi azadbûna gelan re dibe.  

Ertugrul Kurkçu jîyana xwe di nava siyaseta sosyalîzmê de û xwedî derketina welatê xwe re borand. Nihe ê ser dîkê û bihezaran mirovan re dîtin û gotinên xwe bang dike.

Di xîmê jiyana rêzdar Kurkçu de têkoşîn her hebû û domdike. Ew bi hevalên xwe re hêvênê têkoşînê ye. Ew bi hevalên xwe re rêberê gelan e, mamosteyê ciwanan e. Ewi wekî stûnêkê têkoşîn hildaye ser milên xwe û wekî berê, rêberiya karker û xebatkara dike, rêberiya kedkar û rêncbera dike, rêberiya gelên bindest dike.  Lewre ew rêber e.

Ew hiş û ramanên xwe ên bi hevalên xwe Denîz, Yusuf, Mahîr re diînan ziman, niha dubare dike. Ji bo birati û azadiya gelên Tirkiyeyê şoreşa xwe dişarîne.  

Belê xwezî ez niha di dilka rêzdar Ertugrul Kurkçu’de dijî bam. Herê xwezî ez vê demê di dilka wi de sekinîbam û min şahi û hêcana dilka wi bi çavên xwe dîtiba. Min şahî û hêcana dilka wi di nava dilka xwe de çandiba. Paşê jî min temaşeyî dilka wi kiriba kanê xwînê çawa diherikîne laş û mêjiyê wi. Kanê xebata dilka wi ji bo hiş û ramanên wi çendî bi coş dixebite.

Xwezî min zanîba carê ev rojên ew niha di nav de, di dawiyê de hatibû hizira wi. Ewi bawerdikir ko dê bikeve nava van rojên hêcan û coş. Hatibû hizira wi ko ew dê ser navê xwe û hevalên xwe bikeve nava van xebatên zindî û dîrokî

Lewre dilka wi nihe çêndî bi hêcan e. Dilka wi kelatiya hevalên wi Denîz, Yusuf, Mahîr û bi ên dî ve çawa bûye yek mist. Hêvî û daxwaziyên hevalên xwe çawa bi coş û bi xîret diîne ziman.

Ew rojên bi hevalên xwe re radibû hemberê civîna, dilka wi çawa bi hêcana wê ciwaniya wi diqota, bawerim nihe jî bi wê hêcanê diqote. Ez dizanim niha dilka wi xwe di singê wi de nagire.

Dema bi kombûna gel re raste rast tê, bawerim dilka wi wekî siwarê hespê kehêl xwe cih diavêj e. Ji bo zû de xwe û welatê xwe bigehîne azadiyê.

Lewre bêrîya wi û hevalên wi Denîz, Yusuf, Mahîr û ên dî jî rêberiya gelan bû. Ji bo azadîya gelan xwe dabûn hembêza têkoşîn ê.

Dema rêzdar Kurkçu di mitîngên xwe a namzediya serbixwe de diaxive nehe ev hêcana wi a ciwaniya wi tê bîrê.

Lewre rêzdar Kurkçu sosyalîst e, weşankar e û nivîskarek herî girîng e. Mirovê xwedîyê van mezîyetan xwedîyê hiş û ramanên narîn e. Mirovê xwedîyê van hiş û ramanan mirovan pîrozwer û qudsal dibîn in.

Hestên rêzdar Kurkçu ser dîkê niha çawa wekî rûbara diherike û wekî çiyayê Simbi jî ser bilind e.   

Di zanim ku ev hestên wi niha dilka wi disoje. Ewi ev roj dîtin, xwezî hevalên wi jî ev roje dîtban. Lewre ev gotin bi peyva xwezi yê re nahê cih. Kuştina hevalên wi kirêtiya dewletê ye, kirêtiya mafê mirovan e.

Ez serkevtinê ji rêzdar Kurkçu re û tev namzetên serbixwe re dixwazim.

Serkevtin ji we re ko alaya têkoşînê neêxin erdi.

Serkevtin ji we re ko ca bi xîreta we re xîmeyê komara demokratîk zû bê avêtin.

Serkevtin ji we re ko ca xwîna tev pakrewanan û bitaybeti hevalên rêzdar Ertugrul Kurkçu nemîne erdi.

Bi vê rêberiya we re bawerim nifşê xayîn ê xwenenas, ê neyarê ganê xwe hişyar bibe û bixwe zivir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10