Silêman Feqiyanî

Em ziman in, ziman jî em

14 Mayıs 2012 Pazartesi 17:26

Dilka min xwe disingê min de nagire. Dilk xwe hilkule, dikeve hilopepanê ku ca ji singê min derkeve. Lewre hêcan xortiyê liwê dike.  Dibêje dilko rebeno, bê xweyî û bêxwedano, xwe bernede nava lezan.

Hiş û hizirên min hespê şîn boz kewzanî suwar bûye. Hindik maye ko singê min parçe parçe bike, wekî dilka reben. Bi wê hinêriyê re hevs û zindanên dilka min de, bikeve serhildanê. 

Lewre singê min wekî deşt û çol û sehraya fireh bû ye. Dilka min dem bi dem, bi wê suwariya hespê şîn boz kewzanî re xortiyê li singê min dike û singê min wekî  xwezayê dizane.

Belê dilka min bûye cîhan, bûye dinya û bûye tiştekî  di aliyê tu kesê re nehê zanîn.

Rasti ez jî nizanim. Heke ez jî nezanim, wê demê behr û çolên dilka min, newal û ronahiya dilka min dê kî bizan e. Lewre dilka min bi keyf û kêfxweşiyê de roj bi roj xortiya singê min dike  ku singê min fireh bike. Roj bi rojê jî xortiyê singê min dike ku ca ji singê min derkeve.

Heke mirov avekê berde golê û gol tiji bibe û serda bavêje û herike rexên xwe, a dilka min jî ew mînek e. Kêf, kêfxweşi, kêf û şadbûna dilka min bi peyvan re nahê raçandin.

Lewre dilka min girtigehiyê, zindana  êxsiriyê û bindestiyê qebûl nake. Dawiya dilka min û bi taybet a kurdên xwedî ar û namus di van rojan de hespekî rehwanî suwar bûye û bi çarpê ji singê kurdê xwedî ar û namus derdikeve.

Herê gelo eve xêr e, ew dilka di girtigeha singê kurdan û a min de,  bixîzani û bêxwidani dawiyê de sekine.  Îro li kapê xwe dide ku ca derkeve. Ev xêr e hindik maye ca kapê xwe qipîn e. Ca çol û çolustana wekî dîn har a, ji hişên xwe dûr, hêreve û wêve bibezîne.

Dê bêji şer dinava dewletên cîhanê de derketiye û her we kevtiye nava dilka min û nava dilka min de dengê top û tifengan deng dide. Her we van rojan di nava dilka min de ew dengên bi tirs û sahm, hin ji hêrs tê.

Dilka min an jî dilka tev kurdên binamûs, seba çi wekî rûbarê çemê zê baharan dîn û har dibe û diherike. We diherike wekî serxweşê bi kîloyan mey vexwari. Wekî xwezaya bêqanûn û bê şertişurtên bi rik.  

Qatî dê wekî zimanê min bimîne bin pê, an jî wekî welatê şirîn Wan’ê bimîne bê xwedî.

 Jîn a min hat û terceya xwe a texte danî ber salên şêstê. Hevalno eve şêst sale jina min di bin xîzaniyê, zilm û dijminiyê, di bin bêjîng kirina hiş, hizir û nîgaşên min de û bindestiyê de dibore.

Ji bo zimanê kurdî daxwazi û çavrêbûna min herî pir bû. Belê niha êkere dawiya sala 2010an û berdewamiya wê  de, kurd bitifaqi xwedî zimanê xwe bûn. Bi dengekî bilind zimanê me jîn a me ye dibêjin û xwedî derkevtina zimanê xwe di rojevê de germ digirin.

Belê niha rojeva tev kurdên biar û namûs de xwedî derketina zimanê xwe wekî baweriyek pîrozwer tê dîtin. Ev pêngav, ev têkoşîna zimanê me kurdan, ji hemû kurdan bişerf re kêfxweşiyek herî girîng e.  

Dê dilo were kêfa de dîn û har ne be û bi suwariya hespê şînbozkewzanî re ji singi dernekeve. Xwe li deşt û newala nede.  Xwe li çol û çolistana nede. Kurdên bi vê xwedî derketina zimanê xwe re, zimanê xwe wekî gul û beybûna an jî wekî kulîlkên çîyayên welat nava dilka xwe de neçînin û neavdin. Wan kulîlkên wekî didilka bûk û zavaya de geşbûyî,  nexemlîn in.

Di vê sedemê de, meha Adarê nik dilê min pir pîrozwer e. Lewre di vê mehê dê bi xîreta têkoşîna kurdan a aliyê xwedî derketina zaimanê xwe re. TZPKurdî, KURDÎ-DER û tev saziyên kurdan tîr û kivanên xwe avêtin milê xwe, şîr û xencerên xwe danîn ber şûtika xwe û rim û metalên xwe hildan destê xwe û bi xîretek pîrozwer re têkoşîna xwedî derketina zimanê kurdî şarand.

Hindik ma ku dê bigehe zimanê xwe ê netewî. Ev zincîrên mifriq te qedandin aha ji te re leşkerîn wekî TZPkurdî, aha ji te re leşkerê KURDÎ-DÊR’ê û aha ji te re leşkerîn kurd ê ser zimanê kurdî têkoşînê didin, aha ji te re leşkerên xwedîyê komel,  pirtûk û kovarên kurd.

Bi şarandina têkoşîna  ev leşkerên min ji te re goti mil danin ber milan, rim danîn ber riman, metal danîn ber metalan, xencer, tîr û kivan danîn ber hev û bi hezaran  re xwedî zimanê kurdan ê zikmakî derketin.

Ev dengê xwedî derketina zimanê kurda dengveda cîhanê û vê demê rojev rojeva hebûn û nebûna zimanê kurdan e. Lê heke kurd hebin wê demê dê zimanê kurdan jî dawiya vê têkoşînê de dê serbikeve.

Vêca dilo tu ji bo pêngava pîrozwer wekî kulîlkên welati bihezaran bêhnên mîskuemberan belav neke.  Dilo xweza çawa hewceyî avên zelal, hewceyî hewa, hewceyî tîrojên tavê ye, tu jî her we  hewceyî zimanê xwe be. Zimanê xwe hilde neve hindirê xwe û bi germahiya zimanê xwe re jîna xwe dombike.

Hey lo lo dilo. Heke di jîna te de şer, kuştin, îşkence, sotin, windakirin, îmha û înkari bi kurtasi xwîndari hebe ez dê herî xemgîn bim. Dê zimanê min jî di bin bandora bêjîng kirinê de be û ji û îmha û înkarê jî xilas nabe.

Hey lo lo dilo. Heke tu bixwe xweş bi, heke dihindirê te de kêf û şahîyane hebe, heke tu wekî dilkên gelên cîhanê bixwe re evîndar û evîni bi. Dê kêfa mêji û laşê min jî hebe.

Hey lo lo dilo. Heke di jîna te de aşti û birati, haka di jîna te de hembêzkirin bi xwe û gelan re hebe ez dê çend şad bibim. Bizane ez di wê gomanê de me. Dê wê demê zimanê min jî bi min re kêfxweş û şad û bahtiyar bibe.

Şeqîne dilo.

 Teya bibe dilo, an ku biçolê bikeve.

Bikeve nava serpêhatîyê (Macera).

Belê winda nebe dilo.

Wekî serxweşa çol û çolustana de herike. Lewre ronahiya xwedî derketina zimanê te ji pişt çîya de derket û hat kete deştê. Ji hevs û zîndana de derket û kevte ser depê nivîsîn e. Nêzûk te ye. Ê nava destê te de, ê nava mêjiyê te de,  ê ronahiya çavên te de.

Di vê sedemê de zimanê te hewceyî xîreta te ye. Em bi zimanê xwe re hene, zimanê me jî bi me re heye. Ji ber hindê têkoşîna zimanê me ji me re herî girîng e. Xwe ji xwedîderketina zimanê xwe, xwe ji têkoşîna zimanê xwe re paşda nedin.

Şeqîne dilo; ji azadiya xwe re, a zimanê xwe re, a ji mafê mirovan re şeqîne. Paşê jî cejna zimanê tev mirovahiyê, bi taybet a zimanê xwe jî pîroz bike dilo. 

Bu yazı toplam 2824 defa okunmuştur