Omer Dilsoz

Edebiyata şoreşê

14 Mayıs 2011 Cumartesi 16:36

Jiyan, di moda ‘teq û reqê’ de, li dor maseya tavleyê piştî ‘duşeş’ên li ber hev digindirin, xweliya cigareyê bi hawarê tê; axaftin, li ser “edebiyat” an jî bi “kurdiya nû” wêjeya kurdî ye.  

Nivîskarên me ku di jiyana xwe ya normal de “mamosteyên zimanê tirkî ne”, kela xwe bi zarên piştî mesaiya xwendegehê wan di qehwexane bi gotina îroyîn “café”yan tîne ba hev dişikênin.

Hemû jî “şah û mîrên” edebiyata nû ne. Tu devê kê vekî, ew destpêka destpêkan e. Dê bibêje, “dara kurdî bi berhema min şax dide, min cara pêşîn ev teknîk, rêbaz û model anî nav kurdî.”

Hemû şoreşgerên edebiyateka nû ne.

Hemû bi serê “qelem” bi kurdiya vê demê “pênûs”a xwe sond dixwin.

Qusûra wan…

Nabe ev fikir jî bête kirin, ma “şoreşger û pêşengên tiştekî” dibe ku qusûr ji wana re hebe?!

Ne mimkûn e.

Yê qusûrdar “xwendevan in”, hay ji wan nîne û gava dora zaravêtinê tê ser yê hember, berî zarên xwe tê werke, dibêje, “şoreş zarokên xwe dixwe” û bêyî ku gotineke dîtir ji nav devê xwe bipekîne, hawara xwe dibe cigareya nîvcomayî…

Yê beramber dibêje, “ka em îşev çi bixwin-vexwin?”

Yê dîtir lê vedigerîne, “em şoreşê binoşin ser hinavên xwe, ma ne, em newêrin li malê bi zarokên xwe re du peyvên kurdî hez jê bikin, ka em çi quzilqurt in!”

Belê,

15ê mehê fuara TUYAPê ya Diyarbekirê (ber dilê me Amed e) dest pê dike. Her çend min nekarî “Berbiska Zer” bigihînim vê fuarê jî, em giş li wê derê ne.

Bi hêviyên xweş!

Bu yazı toplam 4914 defa okunmuştur
Sıhet xweş
 // Kurdo Kurdîhez
Gotina te şekir e, hingivîn jî li rex e.
Xwezî te qala taybetiyeke din van mamosteyên tirkî -yên xwe li şovalyetiya kurdî radikêşin- bikira.
Ev camêr -ku bi piranî camêr in, dibe ku hin canik di nav wan de hebin- hewlê didin ku rêgezên rastnivîsa tirkî li ser kurdî ferz bikin. Û dem ku dibînin rêgezê mîrê me Celadetê nemir danîne li yên tirkî nayên, ew dibêjin "Celdet nizanibûye". Û dema ku vê dibêjin, haya wan ji zaravên kurdî, zimanên nêzîkî kurdî nîn e.

Bi ya min, sedema ku zêdetir ew di nava saziyên têkildarî zimên de cî digirin ew e ku jixwe ew ji "dewletê" pereyekî baş distînin, loma ne muhtacî çend qurîşên saziyan in. Jixwe hemû şirket -dezgeh- li pey keda erzan -eger pêkan be- li pey keda belaş in....
15 Mayıs 2011 Pazar 14:14
Cûlemérg
 // Cembelî
Wella tişta ku bala min jî ketî ser herî zéde mamosteyén zimané tirkî di dezgehén kurdî de cih digirin lé ev kémasîyek nîne.Belku jî wexté ew kes dema xwendina xwe de mûhîmîya zimané dayîké dizanin û dikevin dû kurdî ev jî tiştekî normal e.Lé belé divé qedera kurdî bi tené girédayî van kesan nebe û piştî xwendegehé dest bi kurdî û şoreşa kurdî neyé kirin...Ji bo jîyana van kesan jî çûn û hatina wan a cafe'yan,zargirtina wan jî perçeyek jîyana rojane ye.Heta tu dikarî leyîstina okey'é jî zéde bikî...Tişté ku tu dibéjî ''şoreşa kurdî bi van kesan ve pék nayé '' ye ew jî rast e lé ev rewş jî ji tunebûné baştir e.
(Hévîya min ji Y.Ova Haber'é bila şîroveyén kurdî zû biweşînin)...
14 Mayıs 2011 Cumartesi 19:42