Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Doza ‘Rojnamegeriya Kurdî’

Doza ‘Rojnamegeriya Kurdî’

Vê kêlîka (4ê mehê) ku ez van gotinan direşînim li dadgehên Dewleta Tirk di bin navê ‘Doza KCKê baskê çapemeniyê’ de rojnamegerên kurd têne darizandin.

Ker û kor herkes dizane ku ev hevalên me ji ber çi hatine girtin û ji bo çi têne mehkemekirin.

Tenê sûcekî wan heye, “Ji ber ku ew Kurd in” û wan xwestiye “wek Kurd jî bijîn.”

Hemû mesele ev qas rohnî û zelal e, jê pê ve hewceyî bi ti gotinê nîn e.

Lewma jî em yekser dikarin bêjin ku ev doz, doza darizandina rojnamegeriya kurdî ye.

Belkî hinek camêr rabin bêjin, “çi eleqe!”

Nexwe ez bibêjim: Kengî doza kurdî dakete deştê û li nav gel û xelkê sivîl reh û rîşal berdan, kengî di hilbijartinê de ‘Partiya Kurd’ rêjeya dengên xwe zêde kir û çend bajarên dîtir jî standin, şûrê demokles ê tûj li ser patika van ciwanan hejiya.

Pir zû sûc peyda kirin.

Sîxur û bêbextên ku li nava me weke koremar û sîmarkan (tîmsahan), weke çeqel û keftaran bi cih kiribûn, dane pêş.

Roj bi pey rojê operasyon li dar xistin.

Girtin…girtin…girtin; Heta devî girtîgeh û zindan tijî kirin.

Piştre senaryo nivîsîn û rol destnîşan kirin û li kesan belav kirin.

A rastîn, armanc û hedefa wan, weke tava rojê kifş û ayan bû.

Tenê sûcekî wan/me hebû/heye; Ji ber ku ew/em kurd bûn/in.     

Lê newêrîyan rasterast vê yekê bibêjin, kiras jê re dirûtin; Duh ev kiras şaqî, eşqiya, îro terorîst û cudakar, lê a rastîn ew ji Kurdbûna me ditirsiyan û derdê wan bi Kurdbûna me re bû.

Çi ko, her tiştê xwe li ser talana me û gelên wek me ava kiribûn. Çi ko, di dîroka wan de ji serbirîn û talanê pê ve, çu tiştekî rûspîtî û serfirazî pê bête kirin, tune bû.

Ew, pêr jî, duh jî û îro jî barbar bûn, barbar in; ne bextê wan bext e ne jî wijdana wan heye.

Binêrin,

Vê carê min çu kirasên polîtîk li nivîsa xwe nekir; Min negot, “doza KCKê” min negot, “Partiya BDPê -an PKKê” çimkî a rastîn, din av vî gelî de çu kes bi van navan vê dozê nabîne/naxwîne;

Tenê du alî ne;

Em û ew; Kurd û yên dîtir…

Doza me doza Kurd û Kurdistanê ye û her tişt ji ber vê tête serê me.

Li gorî wan; Kurd tune ne, ji ber hindê doza rojnamegeriya Kurdî jî tune ye, “doza KCKê” heye û hûn dikarin “hebûn û nebûnê” di zincîre û xeleka vê mantiqê de heta dûmahîkê birêsin.

Aştî, heke daûrandina êşê û daqurtandina janê bit, bihêlin em wê êş û jana xwe din ava xwe de daûrin.

Kurd divê çu carê hevdu bernedin; ne li bakur, ne li başûr, ne li rojava ne jî li rojhilat… Wan rojan, aliyek me li Serêkanî birîn dibe, aliyê dî li Kerkûkê, aliyek li Sinê bi sêdare dibe aliyê dî li Amedê…

Bi kurt û kurmancî, rûnê xwe di gulola xwe kin kurdno!  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi