Silêman Feqiyanî

Divê Partîya Spî Rêwî Be

21 Nisan 2010 Çarşamba 13:49

Heke mirovekê hêncetek hebe, bi xwe hêncetan digere.

Hêncet pir erzani in.

Bê pere ne, beleş in. Ji xwe ne. Her we ne. Wek pûşe ye. (Pûşe; giyayê havînê ber tavê hişk bû, weca wê ji tu kesê re tune.)

Hêncet wekî ba ye, wekî bagerê ye, wekî şev û rojan e. Di jîyana mirovi de her dem cihê xwe digire. Divê mirov hêncetên xwe di aliyê xerabiyê de nede şoli. Hindî ji destê mirovi bê di aliyê minfaetê mirovi de bide xebatê. Mirovê herî baş an jî herê xerap wahe kifş dibe.

Di nava mêjîyê mirovi de wêneya (şiklê) hêncetê hebe û dilê mirovi bixwaze hêncet sanahi ye.

Mirov rabe, rûnê, bigere, sekine, razê dili hebe dê ji xwe re an jî bi yekere hêcet peyda bike. Hêncet aliyekê bîr û baweri ye, hezkirin e, jîn e, aliyê dî jî xwe veşartin e, xwe penikirin e. Hêncet girêdayi dema mirovi ye.

Mirov, hêwan, ba, (bager, bahoz) kevir, ax (mêrg, çîmen, kanî, zevî, çiya, newal) fêqi, dikak, esiman, (ewir, stêr, heyv, tav) bîrubaweri (hiş, hizir, raman) û hwd. herek bi serê xwe hêncet in.   

Tinê di dilê mirovi de daxwaziya hêncetê hebe bes e.

An jî mirovi kirêtiyek kiri be. Wekî dizi, hîzi û xapandinê, dilê yekê hêla be. An jî kuştina yekê, ji yekê, ji dewletê re, ji gel re qebehetek kiri be, ku ca xwe tafî bike xwe tavê pişt hêncetek ê.  

Seba çi di wê tengaviya navda xwe xelasbike, ji xwe re hênceta digere? Wê jî wahe bînin ziman dê hizirên mirovi pêtir agahdar be.

Ji bone dizi û hîziya wi/wê divê aşkera nebe. Çimkî xwedîyê dizi û hîziyê aliyekê nava dewletê de, aliyê dî jî di nava gel de mirovek pîrozwer nîn e. Divê îtibara wi ne heje, neyari û zikreşiya dilê wi aşkera nebe.   

Ji wê çendê divê wê kirêtiya xwe bi hêncetekê peni bike.

An jî di aliyê pîrozwariyê de, şolekî jibona mafê mirova, ji têkilahiyên xwe û welat de pêşveçunek kiribe. Carek dî xwe di pişt pir hênceta de veşêr e. 

An ku mirov bi hêncetê re dijî. Mirov hind kolê hêncetê ye.

Tirkî dibêjin:

“Ê minara mizgevtê bidiz e dê qilfê minarê jî peyda bike.”

Ê dizi, hîzi, kuştin, lêdan, windakirin kiribe ziman û çanda yekê pêpes bike hêncetên bêbextî lê kirina xwe dinava hiş û hizirên xwe de amade dike.

Êê… Penikirina wê hêncetê, beqemkirina wê hêncetê gor wijdan û xasmêriya wi ye.

Çimkî hindik kirêtdar, an ku mirovê xwedî nefêhlmêrî û nexasmêriyê di têkilahiyên qisûrên xwe de bêbextiyê jî dikin. Rasti jî dawiya hêncetê jî bêbextîyê ye.   

Wekî suçê xwe wergirît ser milê mirovê reben. An ku xwe wekî mirovê bê suçdar bike aşkera kirin, rebenekê jî bike xwedîyê wi suçê bixwe kiri. Sucdariya wan wekî dibêjin “dîtim ez im, ne dîtin diz im” de xwe veşartin. Wê demê bi vê zêhnê xwe veşartin belê di aliyê gelê herêmê re jî  kuşter aşkera bûn. Niha jî wekî reşikê nava zeviya genimoka ê pêş çav.

Aha di vê xalê de çete û mafyayên dinava dewletê de vê demê jî êrişa organîze dikin û aştixwazekî wekî birêz Ehmet Tûrk diden ber mist û pên a.

Bi vê hêncetên wahe re navbeyna gela de alozîyê derêxin, şeri birêjin kolana, ku ca pêtir zirarê bidin welat û gel a. Ku ca rêka kuştin, lêdan û windabûnê pêtir vebe, pêtir xwîn birije.

Nêzûk hejdeh hezar mirov winda kirin û bi zêdehî suçên xwe wergêran ser reben û ruswa ya. Belê bila bizanin ew reben û ruswa bi têkoşîna xwe re dê şûjinê têkin qola çavê wan.

Bi hezara gundê Kurda dan valakirin, gundîyê xwedîyê wan gunda hewceyî bajaran kirin û ev mirovene dinava xîzaniyê de herişandin. Di wê xîzaniya wan de hêncet li ser wan girtin û kar û rêncberiya wan ji destê wan derxistin. Ev aşitûya (reniya) herikî bajêra dê bi dengê xwe ê wekî namûsa xwe re ewan dinava dîrokê de berze bikin.  

Di berê heta îroj înkar û îmhaya ser Kurda berdewam kirin, niha jî di bin sîya pirsgirêka re,  hênceta terorîzmê ser Kurda dikin û Kurda dikin binçav an jî girtigeha. Belê ew peyva terorîzmê xelet tînin ziman çimkî kî terorîst e ewê jî Xwedê dizane.

Armanca wan jî ew e ku ca qoltuxên wan ji destê wan dernekevin. Pişta karker û rêncber û gundîyê welat, pişta jin û zarok û ciwanê welat bişkênin. Zaroka li erdi rakêşin bi vê hêncetê dijminahiya demokrasîyê pêtir bikin. 

Rexgirên wan roj bi roj dewlemend dibin. Xîreta wan ew e ku ca karê rexgirê wan kêmasi nekevît ê. Bi hênceta qirîz (tengavîya aborî a cîhanê) çend karxane hatin girtin û sûkên bazirganiya hatin girtin, ew jî ne xema wan e.

Haşa haa… Kurdîno baweriya xwe nedin vê partiyê. Çimkî ew wekî nanê sêhlê ne, ber û pişta wan ne wek hev in. Ew bin lêhefkê de kopalê bixwîn re xemlandi nîşa Kurda û emekdarên Tirka didin, aşkera jî dibin şemsiya oli de Kurda û Tirka xapînin. Her we bi xapandina Kurda re xîmeyên daxwazi û dîktatorîya xwe dinava welat de bizmar dikin.

Heke ew rexgirê çareseriya pirsgirêka Kurda çareseriya pirsgirêka demokrasiyek akedemîk kiriba ewan dê pirsên xwe ji Kurda, karkera, kedkara, gundîya, xwendaya hwd. kiriba. Kifş e ku ewan tu baweri nedaye karkeran, kedkaran û gelên tên şelandin.

Gelê Kurd û Tirk çawa van xwînrêt a, xwînmêt a û xwînxwar a jibîr nake evê zilma Partiya Spî jî jibîr neka. Bi xîreta Partiya Spî, çend hidud û gunda bi çek û leşkera re şipikîn e. Dawiyê vê rikê dê pêşman xwe bibin.

Kurd dizanin Kurda pir neyar henin, belê neyarê ji hemûya mezintir Kurd dizanin ku Partiya Spî ye.

Divê Partîya Spî rêwî be. Çimkî rikek we bixwîn re xemlandi yê singê wan de, ji hemû aliya re neyariyê dike. Çavê wan ji wan zêde kesê nabîne. 

Ji wê çendê di vê hilbijartina pêşîya me de Kurd bi dengê xwe re dê Partiya Spî nava rûperên dîrokê de berze bike. Bila van roja wekî lewendê gundi xwe baş hejîn e.

Bu yazı toplam 4304 defa okunmuştur