Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dîrokê de Jin

Dîrokê de Jin

Tev mirovahi dizane ku xweza bi zindîyê re tê zanîn û her we bi navê xwe re navbûye. Gor navê xwe bi zêdabûna xwe bi xwe re di tê zanîn. Heke xweza gor navê xwe, xwe zêde nekiriba nava xwezayê de sedem pir windabûna zinditiyê de dê xwezaya zindî jî dê xelas biba. Gor makeqanuna xwezayê, terazek girîng kevtiye navbenda zêdebûn û windabûna zindîyê nava xwwezayê.

Dema dinya nû avabû û zindîti kevti nava xwezayê, xweza bi makeqanûna xwe re bû berdewamiya jîyana zintitiyê. Di vê berdewamiya jîyana xwezayê de bi mînaka tev zinditiyê mirovahiyê jî cihê xwe ê girîng girtiye.

Gor ên di vî alî de hilkulîn kiri di zêdebûna xwezayê de heke nêr û mê çu neba, zêdebûn çênedibû. Têkiliya nêr û mê yê dibû zêdebûna xwezayê û zindîyê mê yê di vî alî de cihek herî girîng girtiye.

Gor hilkulîna alima an jî rewşenbîran, tê zanîn ku xweza xwe bi xwe zêdebûn e. Ev jî tê vê wateyê. Carek dî dê bêjîn, gor hilkulîna alim û rewşenbîran sedema berdewamiya jîyana xwezayê têkiliya mê û nêr ê jîyan berdewam e. Her we xîmê xwezayê jî xwezêdekirin tê. Gor vê jî xîmê mirovahiyê de jin kakila semyan û hebûna mirovan e. Ev jî tê vê wateyê ku jin ji ber zayokbûnê, bi gotinek dî sedem ducaniya xwe cihek pir girîng digire.

Mînak; Kulîlk, giya, fêqi, dikak, bi kurtasi bili heywan û mirovan tev candarî bi toza nêr û mê re zêde dibin. Belê mirov û heywanet bi zayînê zêde dibe. Ji van cida çûke, qaz, quling, mirîşk, wêrdek, kûsile, masî û ên di vê gurobê de jî bi hêka xwe re zêde dibin.

Roja zindîti kevti dinyayê wekî tev zinditîya dinyayê mirovahiyê jî cihê xwe me got girt. Di berdewamiya zeman de zindîtîya dinyayê xwe bi xwe zêde bû û heywan û mirovan jî bi vê berdewemiyê de cihê xwe girt.
Mînak ji zêdebûna heywanan de dema çêl, mahîn, hirç, gur, dêhl û hwd. heywan zayî bînin pêş çacên xwe. Dema cûcika çûkê ji hêkê derket di demek kurt de rabin ser pê xwe. Tev ev têjikên heywana ji dayika xwe bû di demek kurt de hewceyê dayika xwe dimînin. Belê gor têjikê heywana, zarokê mirovan wekî ê heywana di tê dinyayê belê di demek dirêj de hewcwyî harikariya dayika xwe dimînin.

Tenê cidahiyek navbenda piştî zêdebûna heywan de û a mirovan de heye. Bi zêdebûna heywanan de piştî têjikê wan zayîn ev têjîk navbenda demek kurt de rabin ser pê û her we di demek kurd di xwezayê de dikevin têkoşîna jîyanê. Belê zarokê mirovan wekî têjikê heywanan zû ranabe ser pê. Zarok nêzî 12 salan hewceyê dayika xwe ye û ji 12 saliyê heta 18 saliyê jî bi rêberiya dayika xwe re dijî û piştî 18 saliya xwe di xwezayê de dikeve nava têkoşîna jîyanê.

Di wî dewrê zindîbûn kevti xwzayê de têkiliyên tev mirovan a destdirêjkirina hev dema zarok hate dinyayê, bi mînaka heywana bavê wî zaroki kifşnebû. An ku ê em dibêjînê bav, wî zemani bi jinikê re destdirêji dikir û jinik dibû ducanî belê piştî ducaniyê bavê wi berze dibû, nehat zanîn. Di wê sedemê de xwedankirina zaroki di destê dayikê de bû. Dayik bi serê xwe û bi zarokê xwe re dijî. Dayika zaroki aliyekê dê zarokê xwe xwedî derket û aliyê dî de jî ji bo berdewamiya jîyana xwe û a zarokê xwe ji qencîyê xwezayê feyde didît. Bi berdewamiya vê têkoşîna xwe de bi mînaka heywanê wekî bizin, mih, çêlek, mirîşk û hwd. kedîkirin. An ku ‘evcil’ dikirin. Bi berdewamiya heywanê kedîkirin de di axê de jî pir nebatan re (bitki) feyde dîtin. Bi vê wateyê de dinyayê de nava hebûna tev nirovahiyê de, biyêkemîn jinan ax û heywanet têkir xizmeta mirovahiyê. Piştî jin di xwezayê de bû malxê malê, aborîya malê kevte destê wê. Dawiya sedhezar salan de bavê zaroki jî ji bo xwedîkirina zaroki bû harîkarê dayikê. Bi wê berdewamiyê de keda zilami jî kevte xizmeta jinê. Ma nabêjin ‘malbat a, çûka mê avadike.’ Bi milyonan salan pêşîyê de aborîya malbatan an jî a koman di aliyê jinan re hatîye danîn û bi destê wan de çareser bûye.

Dema jin û zilami di xwezayê de cihê xwe bi hev re girti an ku bûyî malbat, jinan ji nemet (karê axê de) û heywanê kedîkirin re mijûl bûn, zilami jî aliyekê ji bo malbatê heywanê bîyanî parêse, aliyedî de jî ji nêçîrê re mijûl bibe cihê xwe girt.

Bi kurtasi vê bêjîn, xîmê (an jî bingeha) mirovahiyê bi xîreta jinan re dest pê kirîye û bi sedsalan paşde zelam tenê bûyê harîkarê jinan.

Bi hezar salan paşde roja sîstema jinan hate înkarkirin wê rojê keda jinan jî hate înkarkirin. Di bingeha vê hevokê de dewr û dewran çendî pêşî re çû, zilama bêqowetiya jinan ji xwe re ferzende dît û roj bi rojê jin bû koledarê zilami. Bi mînaka îroj jin wekî qirêja destan kevti telka (tuzak) zilama û zilam jî kevti telka kapîtalîzmê. Di vê çerxa kapîtalîzmê de zilam jinan wekî koleyê xwe dibînin, belê ew bi xwe jî xwe koledarê kapîtalîzmê an jî ê dewletê nabîn in.

Zilam xwe bi mînaka bizmara (çivi) dinyayê dibîne û aborî û rêberiya malbatê ji destê jinan standîye. Di vê wateyê de xwe decal hizirdikin. Tu roj nîn in ku yek-du jin ji destê zilama jîyana xwe winda nekin. Temaşeyî vê rûreşiyê bikin. Di vê dawiyê de di dinyayê de bi milyonan keçên ciwan rasti destdirêjîyê tên. Di dinyayê de navbenda çav û birûyan de nêzî deh deqîqeyan de destdirêjî li jinekê tê kirin. Heroj bi milyonan bazirganiya jinan di tê kirin. Bi milyonan jin rasti şîdeta zilama tên. Bi milyonan jin rasti tîtik û qaqilokên kapîtalîzmê tên xapandin. Di Kurdistanê de heroj bi sedan re jin jîyana xwe bi destê xwe dikin an ku xwe dikujin û şewitîn in. Zilma zelami a ser jinan di dîrokê de berdewam bûye. Belê a ji hemîyan kirêtir û dijîmirovahiyê ev kevçika bi navê Özgecan ASLAN’ê di aliyê zelaman re hati kuştin û paşê jî hati şewitan (sotin) kirêti û rûreşiya ji hemûyê mezintir e.

Zelamê zewicî xwe wekî mirovê pêkenok dike ku namusa jinê diêxe destê xwe û xwe wekî qiralê jinê dibîne. Zelamê nezewicî jî namusa xwişk, dayik, jinbira û ên di aliyê xwînê de gehin xwe diêxe bin bandore xwe û xwedî derkeve. Di gomanê de me. Zelamê piştî hati dinyayê bi sedemekê de dê, bavê wi jîyana xwe winda kiri, ê di aliyê xwînê de tu mirovên wi çu ne an jî bi hebûna wan re agahdar nebe, dê ji namusa kî re xwedî derkeve. Qatî ev zelame bênamus e.

Ev divê baş bê zanîn ku namusa tu kesê di bin bandora yekdî de nîn e. Namusa tev kesan exlaqê wan e, hizir û hişên girêdayî wijdana wan e û ne tê kirîn, ne tê firotin, ne jî girêdayî tu kesê ye.

Namus ev e. Namusa mirovan welatê mirovan e, zimanê mirovan e. Azadîya mirovan e. Heke dê zilam xwe lê bikin xwedan bila xwe li welatê xwe û zimanê xwe xwedî derkevin. Dema welatê mirovi û zimanê mirov winda bû aha wê demê namusa mirovi winda dibe, bi lêxistin, destdirêjkirin û kuştina jinan re winda nabe. Bila dema welat û zimanê mirovi bikeve ber windabûnê, mirov jîyana xwe û a kinyatê xwe danê ortê û lê xwedî derkeve. Di vê sedemê de dibêjin ‘deng namus e, xwedî dengê (namusa) xwe bibe’ dibêjin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10