Omer Dilsoz

Dil-xweş-î

25 Haziran 2012 Pazartesi 15:25

Heke hebit mistek na na çirkek dilxweşî
hîç pê nevê çi galgal û gengeşî
çi ko êdî tew bar dike bêntengî û serêşî..

“Dilê min ji dilika min re dibêje û da bêjît”

-Bi dilekî xweş be jiyî û emrê te
-Te go dilxweşî?
-Erê, ger sayî be asîmanê dilî; jiyan yekser tav û gêrestûn e, heke bijî li ser tayê çiqê dareke jibîrbûyî jî qeydî nake; Lê heke dil dagirtîbe ji ewrên reş û tarî, fîrewnê misrê, şahê hemedanê, qeyserê bîzansê bî, bi serê kixseke rizî, pîvazeke genî nake...
-Erê tu xweş dibêjî lê napêjî, vêca te go dilxweşî?
-Erê erê te rast bihîst...
-Ma tiştekî wisa hebû qey?!
-...!?

-Pehh! Vêca dibêje qeydî nake!

Piştî ji birka hişên sertûj û tuzkî xwe daweşand û damenên xwe jê daqutandin, weke melevanekî ji bin kûrahiyên aveke peng a mend derdikeve û peşk û çirkên avê jê diweşin, xwe vehejand û piştî diyalog û axaftina bi dilika xwe re berê xwe zivirande hişê xwe.

Vêca ev dilxweşiya weke birûskê li ber çavên me winda û ji jiyana min dûr weke velemiyana xwînava piştî westiyaneke dûr û dirêj, hemû wesleyên gewdeyê min didine bera xwe û weke bayekî hûnik bi ser giyanê min re avjeniyê dike.

Niha kelegerma havînê ye û pest û guvêşa germê ya har dilê min dibe ava ber keviyên befrê ya li serê çiyayên bilind…      

Çi xweş dibû ne wisa; Ma çi dibû hema pirtikek ji wê keviya befra Korta Selî ya di paxila Rêjgareyê xopan de ewa ji bilî çimkên pezkoviyan û binê lingê teyr û tilûrên li Lîsê Teyran, Lata Pîremendî û Geliyê Birkî lê li kurmikan veçerîn, çu tişt negihîştiyê min danîba ser seleke pan î ferşîn û lîlava wê qurt qurt berdaba ser cerg û hinavan…

Ox çi xweş dibû ma ne?!  

Gelo ma xweşî “di germê de sarî”; di “sermayê de germî” bû?

Nexwe xweşiya dilî bi çi ye?

Ewa em dibêjinê dilxweşî, tiştekî çawa ye û mirov çawa pê dihesin ku dilxweş in û kengî dilê wan “xweş” dibe?

Ma gava zarokên li nik dê û bavê xwe pala xwe bide çokên xwe û li ser deqa piştê xwe dirêj bike, ji xwe re bi kabe (biborin niha lego û pêlîstokên dîtir hatine şûnê) û virçok, vizok û bûkok, çeqeloz û pêncberkanê bilîze, ew keniya bêtirs û bêpaxav a li ser wî rûkê sorgulî dibe mêvan û nava çavan çirûsk bi çirûsk biteyîse, ew tînvedan ma dilxweşî ye?

-nexwe me hemûyan di dema xwe de ew hest jiyane, wê demê kengî ew çirûsk li ber me winda bû, qey hinekan –zarokên neecimtî û serxurkên şevê- ji me dizîn, an ket çala devê rê ya afrîdên cinan (niha bûne efrîtên televîzyonê yên fîlmên anîmasyonî) û ji ber wê em wê nabînin?

-Kê got!?

-Ger me jî hebûya dilekî xweş; Bextekî geş…

-Bise, biseeee! Ca rawest bîskekê!

-Çima rawestim, ma qey di bi rê ve diçim?

-Na na, yanî axaftina rawestîne…

-Çawa rawestînim ma qey frêna wê heye?

-Quzilqurt û cehnema te kirî! Ez dibêjime te, dilekî xweş jî bextekî geş jî, hema her bi destê te bi xwe ye.

-!?

Piştî van gotinên bi xwe re, ez ji xwe veqetiyam û ji bo şop û şûnpêyên xwe bibînim, min berê xwe da “asoya” xwe.  

Çi ko, a ron û zelal ew bû ku serokaniya “dilxweşiyê” her ez bi xwe bûm.     

Bu yazı toplam 2609 defa okunmuştur