Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dijûn xwedanê xwe nase

Dijûn xwedanê xwe nase

Dema em zarok, caran navbeyna me zarokên taxi de şeri destpê dikir. An ku seba tiştik pûç me rahêla hev.

Di vî şerê navbeyna me de yekî an jî hindikan hevrikê xwe dikutan. Rasti caran jî me hevalên xwe ên zarok birîndar dikir.

Ên/ê hati kutan dema zanîba neşê hevrikê xwe, di yekemîn de li hêviya firsenda xwe bûn ku pilên/birevin.

Ewên/ewê revî jî, dê çûba ser kevirek bilind, an jî girek bilind û dan dijûnan. Çi dijûn a di dilê wan/wi de hebe, ewan/ewi digotin hevrikên jî gor wê demê neyarê xwe.

Ên/ê mizefer jî pêşîya wan de çûban ew direvîn, neçûban jî ewan dijûnên xwe dewam dikirin.

Ewên lê xistin jî di ketin navbeyna nal û bizmar ê. Ji wê sedemê guhên xwe bi dest/tiliyên xwe ve digirt in.

Bawerim rasti dijûnan de guhgirtin tê çi wateyê, hat bîra pir ji we?

Belê ez dê carek dî jî bêjim ku ewên nezanin jî vê fêhlka zarokên kurda ên berê çi bû; bizani in.

Herê wekî min goti di dema zaroktiya me de yekê an jî hindikan dijûn ji yêkê re an jî hindikan re gotiban ên dî guhê xwe di girtin; ca dijûnên wan nebihin. Heke yekê neşyaba yekdî dijûn digotin wi, ê dî jî guhên xwe digirtin.   

Her we ewên guhê xwe girti heke dijûn nebihîstiban, dijûn ji yê goti re paşda zivirîn. We bawer dikirin.

Tê dîtin ku ên wekî Tuzmen û Çîçek nava AKPê de pir henin. Di vê serhildana kurdan re, di aştixweziya kurdan re tû ji destê wan jî nahê, roj bi roj dijûnan di bêjin kurdan.

Wekî me goti, ji bo têkojîna kurdan a demokratik, di aliyê aştiyê azadiya gelên Tirkiyeyê de ji taqet kevtine ji wê çendê jî  pewvên kirêt re rahêlin kurdan.

Ji bo van dijûn û peyvên kirêt re kurt ker û lal in. Vêca ev dijûn û peyvên kirêt dê carek dî zivirin xwedîyê xwe, eve divê bê zanîn. A rast em bi vê baweriyê ne.

***

Divê kurd jî bi van goman de be û vê bêje.

Ey kurdê di hindirê wi de tirsa Xwedê heyî.

Heke ew tirsa olî di dilka te de hebe ji bo çiwanên di vî şerê qirêj de jiyana xwe winda dikin re divê dilka te bileriz e. Heke wêneyên ew gêrilayên hati kuştin û paşê jî hati îşkence kirin û sotin hêj pêş çavên te be, tu nabi rexgirê şerê qirêj. 

Paşê jî ji bo neçûna ser sindoqê destê xwe danê ser wijdana xwe û wekî tev kurdan tu jî xwe bide sîdara mazîyê.

Dema tû hati binê dara mazîyê dê bibînî ku ên ji xwîna te û ên rexgirê mafê mirova hemû li wê sîdarê ne.

Lewre ev sîdare di hindirê xwe de xwişk û biratiyê, aştiyê û demokrasiyê, bingehê mafê mirovan hewîn e/dihewandin e.

Xîzanên kurd û tirk, kedkar û karkerên kurd û tirk, bazirgan û gundîyên kurd û tirk, bêkar û şixulên kurd û tirkan xwe hewceyê erê û na yê nekin û naçin ser sindoqan.

Belê; di van hiziran de divê pişt guhê xwe de nehavêjin ku ser sindoqan tû alozî çênebin. Aloziyên mezin dê ser sindoqa çêbin.

Lewre ev rexgirên şerê qirêş ji bo erê û na yê dê dengê mirovên neçûyî ser sindoqê jî bidin avêtin. Xwedî derketina sindoka herî girîng e.

 Ji wê çendê her welatperestek bila xwedî sindoqên taxê xwe derkeve. Heta serokên sindoqan lîsteyên dawî dernexin terka sindoqan nekin. Bila BDP organîza vê şolê bike.

Ji bo xatira evê meha remezanê a minbarek hizir û hişên xwe, raman û gomanên xwe baş zelal bikin, xwe bidin aliyê aşti û azadiyê û neçin ser sindoqa. Ev bange ji tevahi mirovahiyê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10