Omer Dilsoz

Difi(ki)rî/m

02 Temmuz 2012 Pazartesi 22:39

Ew difirî; na na, ev ne firîneke bi per û baskan bû, ew difikirî loma bi fikrên xwe re jî difirî. Dav bi dav digeriya li ser çiqil û şaxên jiyê xwe.

Weke ku emrê wî darek be û her çiqilek deh salan li xwe bigire; wisa bi carê de weke tûziyên peqlawekê  jiyê xwe dabeş û pişkdarî ta û çiliqan kir ku her tayek deh sal be.

Heta sê-çar saliyê çu tişt nayê bîra min, pardon bîra wî…Paşê hema bi gavê de li vê gotina xwe dîsa fikirî; Weko ku xwe dahêle binê çala kozmîkgeha hiş, jêrhiş, çalhiş û birkhişa xwe û li hin tiştan bigere, wisa reşika çavên wî bi aliyê rastê ve xwar bûn, weke ku ev avrîbadan xeritîna bi vekirina dergehê wê herzêla bêbinî ya hişî be…

Erê erê, ji sê saliyê û pê de weke ku ji nav mijekî tîr ê gelekî stûr weke sîtavkekê hin deng û qedqedên ji ripîna dilê zarokekî bêne ber çavê min, bibore çavên wî û pê re hin galegalan bînin ser perdeya guhî û pê ve bizeliqînin.

Her deh sal weke qonaxeke jiyê xwe dane ber hev.

Ji sê-çar saliyê pê de zarokek didît, di ber siya sê kekên xwe de, weke hatiye gotin, “biçûkê birayan kûçikê birayan” bû, xweştiviyê dadê û bavo kekê wî yê li pêş wî bû. Ew, bi hebûn û nebûna xwe zêde li ber çav nebû; Tenê wan demên ku nexweş bûya pê dihesiya ku dadê û bavo misêbariyê pê dibin û weke ku ew jî hebe, bi giraniya xwe dihesiya. Nexwe weke dîtir, yê “nehez, bêkêr, ma tu jî dê bibî kurê filan kesê, bêwec û bêxîret, neaxive, têkel nebe, here ber dûnê, here ber bizinan, neyê ser sifra mezinan, nîvişk, sertû ji te zêdetir e tu jajî û şîrêzê bixwe, hişşş be, zêde bi ser xwe ve neçe, here ber golikan…” bû û ev bûn para dikete ber wî.

Lê gava nexweş dibû, dadê li ber serî rûdinişt, bavo bi avê ve dixwend û rûyê wî bi qelema hubrê gîr dikir heta hin caran şiklê saetê li ser zenda destî xêz dikir… dadê digotê,”Berxê min ka bêje dilê te diçe çi, bo te çi çêkim; goştî bikelînim, şîrî germ bikim, nanê genimî bidime te, dilê te diçe nîvişkî!”û bavo û dadê destê xwe datîna ser serê wî, ava pê ve xwendî direşande ser rûyê wî; -Nefesek kêşa, oxxxx! Ew dest çi germ bû, weke ku dilê min- pardon wî pê vemale…

Kenî, çi ecêb e ne welê, bêlome be lê min dixwest ez gelek caran nexweş bibim da ku bême dîtin… di nav kenê xwe yê tirş de wisa fikirî û çavên wî yên bi aveke zelal melûl bûn, dîsa bi rexê rastê ve çûn û çûn…

Rabû ku biçe bo aliyê derî, li ber vestiyer bû çi bû, ew cihê pêlavan datîninê, sakoyê pê ve dikin; Ha erê, pêlavdank em bêjin, aha li wê derê li cihê pêlavan geriya, derikê wê vekir, pêlavên xwe rakirin, hilgirtin û bi destê xwe ve çenga derî çemand lê nekişand, ne jî palda, bi ser piyê xwe ve zivirî û hat pêlav danîn cihê ew jê hilanîn…

Deh salên ewil, çawa hatin û çawa çûn min tiştek jê fam nekir… Piştî vê gotina xwe ya nizim ku wî bi xwe jî nebihîst, dibe ku negotibe jî hema tenê wisa fikirîbe… erê erê, her sal salek bo min bûn qonaxek, warek û jiyanek; Piştî ber bi deha ewil ve sal qel bûn, ez ji kozika dadê derketibûm na na ew ji kozikê dadê derketibû û li nav revda hevalan têkelî jiyanê bûbû/m…

Êdî jiyan ji vir pêvetir, wir bû jî.

Ewê ku bo ku bala dadê û bavo bikêşe xweziya xwe bi “nexweşiyê” dianî û gelek caran ji qesta xwe nexweş dikir û ta dianîn xwe, bi leyîza ewil a jiyanê re êdî rû bi rû bû.

Li nav koma hevalan, tiştê ku wî xwe lê digirt, ew bû ku li ber çavên hevalên xwe bibe yekî pêşkêş…

Gelek caran dima heyrî ka çima babo û kekên wî li wî diheyitandin û digotinê, “Ma tu jî g..yek î, qey tuyê bibî kurê filan keso bi bejna xwe ya temed bihostekî dinyayê bin guhê hev dixe.” Çi ko, gava wî ew kesê yên wan navdayî pê didan nas dikir û didît ku ew kes bi pêş wî ve pêşûyekî devê avzêmkê ye, cara pêşîn bi xwe dihesiya ku bêdadî û neheqiyeke mezin di vê jiyanê de heye û nedizanî ka ji çi tiştî bawerî bîne û bi çi bawer bike.

Ji vê qonaxê pê ve êdî dema dahênana wî ya li gorî reftaran helwest girtin û li gorî verêj û rêveçûnê xwe parastin û xwe bi rêk xistin…

Hingê salên jiyê wî ji deha destpêkê du sê salek kudandibûn.                         

Kêşe; hemû ew bû ka dê çawa û li ser çi û kîjan binemayî têkilî bêne danîn?

Hevalbendî, bo wî êdî ew tişt bû ku li gorî bayê bakur evraz, li gorî bayê başûr nişîv û li gorî bayê geliyan jî berkendal…

Hevaltî êdî bo wî, tenê hatina aliyê bay bû… heta hê biwêdetir tenê BAyekî sar bû.

Nizam çima hemû hevalên min ên xweşdivî tenê gava pêdiviyek wan hebe, destê wan diçe ser zenga telefonê û eloyekê didine min, fikirî û anî bîra xwe ku ew ji jiyana rastî pirtir bi ser tora malperên civakî têkildarê jiyanê ye. Lê ka jiyana li ser torê nesaz çi jiyan e, ew jî bo wî qet û qet cihê piştgermiyê nîn e û dilê wî lê xweş nabe.

Paşî navên di msna xwe de anîn bîra xwe, bi sedan kes lê ji wana bi çend kesan re diaxive; biçirre ji deh kesan zêdetir nîne ku ew jî ew kes in ku di jiyana rastîn de jî pê re têkildar e.

Wê demê digihêje wê encamê ku dinyaya li ser twitter û facebookan tenê li wir e û ew jî tenê BAyek e; tê û difirre…

Îro li derve hetaveke şirîn a bi bawerzîneke honik re diqerise, dilê wî dibire geşt û geryanekê, li parkekê li ber siya bîşengekê bi hin heval û dostan re, çayekê vexwe, şîrcemedekê bixwe, sohbetekê bişarîne, lê kir nekir, çend caran li qeydên telefonên xwe bi ser navan re çû û geriya, çend caran di face û twitterê de çav li nick û navan gerand lê di xwe re nedît ku vê pirsê ji yekê tenê bike: Hevalo, tu li ku yî? Pêdiviya min bi du gotinên germ heye, hema bo nîv saetekê bêy lalê min, em li derve li qehwexaneyekê rûnin, tavleyekê bavêjin, okeyekê bilîzin, biçin kitêbxaneyekê ji xwe re du kitêban binêrin –nekirrîn jî qeydî nake-  lê nexêr çi kir nekir, di xwe re nedît li nasekî xwe bigere…

Bayê honik perdeya pencereyê hêl dikir, vedida û gelek caran bi aliyê derve ve dikişand. Çû ber avsarkê, çend lib gilyas di çaviya dolabê ya fêkîdankê de hebûn, rahişte wan, ew berdan nav tevsiyekê û dane ber şirika kaniya lavaboyê û paşî ew bi xwe re birin, hate odeya rûniştinê, li ber televizyonê xwe dirêj kire ber kanepeyê. Kirîlent bû balgîf bû çi bû, aha ew, yek ji wan kişande ber pala xwe, sîniya gilyas tê de danî rex tenişta xwe û xwe qelda ber televizyonê.

Qîma wî bi bernameyên çi kanalan nehat; kanalên nûçeyan, yên stranan, yên magazinê, yên pêşbirkan, giş têkvedan dawiyê li ser kanaleke fîlmên karton ê zarokan sekinî.

Dîsa kenekî gur bû mêvanê rûyê wî, lê ev ne kenê kêfxweşiyê lê yê pêkenîna bi xwebixwe bû. Dikenî li deh salên ku ji jiyê wî xwarine û tenê deh niqteyên geş li pey xwe nehiştine.

Gotina hevalekî hat û li hişê wî zeliqî; “Jiyana me niqteyên li dûv me mane” kenî û fikirî ku wî çi niqte li dûv xwe nehiştine ji bilî navber û bêhnokên bêperwa…

Ma qey carekê hema bo dilxweşiyê yek nabêje, “ka tu dibêjî çi” got û çavên xwe zîq li televizyonê beq kirin…

Ew li nav dehikên dilê xwe re difirî difirî difirî…m. 

Bu yazı toplam 2027 defa okunmuştur