Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Dewletê xwest îradeya Amedê bişikêne lê

Dewletê xwest îradeya Amedê bişikêne lê

Pêr (14ê Tîrmeha 2012ê) Amed keliya. Dîmenên cade û kuçeyên vî bajarî giraniya dozê, dijwariya bûyerê nîşan dide.

Serkêş û hilbijartiyên xelkê li nava rê bûne hedefa gaz û jopên polîsên dewletê. Parlamenter dane ber çûvan û birîndar kirin.

Dewletê ji 16 hin dibêjin 18 bajaran hêzên piştgiriyê yên bo destwerdanê anîbûn Amedê. Gelek ji van polîsan psîkolojiya girseyê bihêle, xwe wisa dihesiband ku li ber singê "gawirî" ne û gelek ji wan "sûdxwariyê xwîna kurdan in" nexweşên faşîzma Turanîzmê ne û gilêza kîn û dijminatiya bo kurdan ji lêva wan tê xwarê.

Ev perdewerdekirî û rahênayî ne.

Sûndxwariyê dijminî û neyariya kurdan in.

Yenîçeriyên serdema me ne. Xwedê dizane, gelek ji wan devşîrme ne.  Zalim in, çarsor in, bêinsaf in, bêbext û xwenesan in, ne tenê xwenenas, di heman demê Xwedênenas in jî.

AKP bi taybetî ew hilbijartin û di vê kelegerma Amedê de berdan kolanan. Baş dizanî ku ew ê derba xwe deynin û ji bo rûmetê bişikênin, bi taybetî serkêşan bidin ber hedefa xwe.  

Çi ko armanca vê qedexeyê di serî de ev bû: Îradeşikandina Tevgera Kurd a Sivîl.

Aqilê dewletê we dizane ku jixwe di vê demê de bi hezaran serkêş û pêşkêşên vê dozê piştqufle kirine, di demeke wisa de pêkanîna mitîngekê bo “îmaja wê” dê bûbûya şikestineke mezin. Dewletê tenê derdek heye; Bi awayekî psîkolojîk bibêje, “Min ew mit kirin” û mecbûr bihêle ku BÎATÊ hêza wan a ‘MUHTEŞEM’ bikin.

Gava dewletê gaz reşande ser Serokê BDPê, DTK/KCD û Şaredarê Amedê Baydemîr, xwest bêje, "Bi ber çavên min îradeya we tune ye, ez ê weke vê gazê we bifetisînim."

 Gaz, sembola fetisandinê ye.

Ev aliyekî bûyerê ye, helbet li pişt perdeyê gelek tiştên dîtir jî hene. Konjonktura herêmê û faktora Sûriyê, pêkhatin û lihevkirina Kurdên Sûriyê ya li Başûr û destpêşxeriya Barzanî, nediyariya rewşa herêmê û ji nû ve sazkirina dengeyan…

Ev hemû ji bo dewletê hincet in ku dengê Kurdên Bakur paşguh bike û nehêle di pêşketinên nû de xwedan GIRANÎ be.    

Bi min wa ye, heta ku li Bakurê Kurdistanê jî partnereke sîyasî ya KURD ji bo PKKê peyda neke, di serî de Amerîka aqilê dewletê dil nîn e zû bi zû bi siyaseta kurdên vî parçeyî re muzakere bike û rûne.

Ji ber hindê ew ê hêj hewl bide ku PKK û siyaseta Kurd a legal lawaztir bibe û beramberî wê partnereke Kurd jê re peyda bike… Li Sûriyeyê heman tişt kirin û niha saet tiq û tiq dixebite.

Li beramberî vê kiriyarê, KURd û aqilê Kurdî yê siyasî, divê rê nede ku destên derve zêde operasyon û emeliyatên mizanpajê di nava wê de pêk bînin.

Diviya argûmanên siyaseta sivîl beraqlanetir, pêbawertir, zelaltir û dorfirehtir bin.

Divê êdî neyê gotin “Heke hewce bike em ê serxwebûnê…” Ev gotin beraqlane nine, çi ko serxwebûn ne malzemeya bazara li gel DIJMIN e, ew maf û heqekî KURDAN e; Heke heta îro kurdan nikaribe vî mafî bi dest bixin nayê wê wateyê ku dest ji wî mafî berdane…

Divê ne tenê dema tengav dibin behsa AZADÎyê dema piçekî germ bibin behsa DEMOKRASÎ û Pêkvejiyanê bête kirin; Divê siyaseta kurd çi be wê bibêje. Bi a min, hewceyî bi badana gotinê nine, jixwe tu çi bêjî jî "JI TE BAWER NAKIN!"

Argûmanên siyasî divê REEL/beraqlane û li gorî pêvajo û pêdiviyan bin.

Bi kurt û kurmancî, DIVÊ tevgera kurd, xwedan plan û projeyên wisa be ku ji bo bervekirina qewareya siyasî hewceyî bi devê tivinga mûr nebe

Riya aqilî bi ser bikeve û mafê jiyanê yê pîroz ji bo hemû Kurdistaniyan bikeve ber mîsogeriya qanûn û yasayan.

Aqilê dewleta çavsor ku li ber deriyê Mizgefta ciwanan dide ber jopan, nîşana bêçaretî, şikestin û xwelîseriya wan e.

Nîşanên baranê ba, yên hilweşîna zordestiyekê jî “ÇAVSORΔ ye.

Dewlet êdî li Kurdistanê “TUNE” dibe.  

-Heqet Rojî tê, gelo dê GAZÊN DEWLETÊ jî rojiyê bigirin!? Bersiva vê pirsê nizanim lê a dizanim ew e ku li AMEDÊ ne îradeya KURDAN lê baweriya bi “BIRATIYA DEREWÎN” ŞIKEST!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi