Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Devê min tijî xwîn be jî…

Devê min tijî xwîn be jî…

Ev çendîn çend roj in, weke pelgeke payîzê yê ji darê weşiyayî û ber xezeba bagerê ketî, ruhê min, hişê min geh li vir e, geh li wir; ter radikim ziwa datînim lê dikim nakim nikarin ser vê helkeftê tiştekî bêjim.

Hema bêje devê min tijjî xwîn be jî, neşêm tif kim û xwe ji wê ezabê rizgar bikim. Kêm û xwîna dilê xwe bi tahlî dadiqurtînim heta bi kezebê û neşêm tif kim…

Erê, ez behsa hatina Mesûd Barzanî û Şivan Perwer a bo paytextê Kurdistanê Amedê dikim.

Erê, dilê min dikizire û dikim nakim, neşêm peyvekê ji nav devê xwe derxim, ho binêrim rih in, hê binêrim simbêl in… xwedêwo, ez çi agir e wisa; Kurdbûn çima hinde zor û giran e!...

Erê, helwesta serok Barzanî ya bo Rojavayê Kurdistanê bêhna min teng dike û xemgîn dibim, lê ev e ne karê zarokan e, Mesûd kurê Mela Mistefa ye, Serokê Herêma Kurdistanê ye, birazayê şehîdê mezin Idrîs Barzanî ye, neviyê Şêx Ebdilselamê Barzanî ye ku Osmaniyan darda kiribû… Ew e, yê ji binemala wî di Enfala 1989ê de 8 hezar kes hatine bêseroşûnkirin, ew e, yê… n ana, nizanim çi bêjim, devê min tijî xwîn be jî neşêm tif kim, neşêm ma bi xurtî ye!

Barzanî, serokekî kurdan e, bibêje were hêre, ez ê bêjim kerem ke eve serê min û ew şûrê te ezbenî… ez ê qefesa sîngê xwe kelêşim û bêjim, kerem ke dil û mêlaka min bike pêlav û bide serê; Ha nebêjin tu serokekî digirî, ez bo Ocalan jî qet û qet kêmtir nakim, an bo her çi kesê di ber doza Kurdistanê de kevirek danîbe ser kevirekî…

Pa Şivan!

Kewê zinara asê, dengê axê, ez di hemû dengbêjên Kurdistanê de tenê ji dengê du kesan têr nabim û heta mehê carekê guhê xwe nedimê ruhê min sêwî dimîne; Yek ji wan Şivan e, yê dî Mihemed Arifê Cizîrî…

De îja ez çawa tiştekî bêjim bo Şivano; ez çawa bêjim… Bi xwedê ji dilê min nayê, dil nadim heyran, dil nadim û erê, we rast bihîst, bîskek dî ez ê dîsa ruhê xwe bi strana “hekîmo” ji dengê Şivanî bişom…

Min got, devê min tijî xwîn be jî ez neşêm tif bikim…

Ez ji tecrûbe û serhatiyên xwe dizanim; Bon emir Mehmed Uzun jî wisa kirin, piştî “talîmat hatin”, eynî kesan îjarê ew ji pesn û methên şûşt… Ev siyaset, tiştekî wisa ye, weke nanê sêlê ye; ne ber e ne pişt!...

Ne min got, devê min tijî xwîn be jî ez tif nakim…  

Ne ku ez rexne nakim ha, ne ku hin helwest, hin tişt pirsan li serê min çênakin, lê ez neşêm, dilê min nagirît ez tiştekî bibêjime van kesan!

Kurmanciya Barzanî gelekî zelal bû, kêfa min pir anî… Lê xwezî me kurdan piçekî dî jî bikariya tehamula hevdu bikira û nanê xwe di tenûra xwe de bipata! Ax xwezî!

De were hekîmooo!...

Lê ez dixwazim ji tiştekî bawer bikim; Mesûd kurê mela Mistefa ye, ew mişkeke kurdan –çi bakur, çi başûr, çi rojava, çi rojhilat- bi hemû tiştên dinyayê, bi şêrên xelkê nade!...

Min divêt bawer bikim ku Şivano, hekîmê ruhê Kurdistanê ye û bihosta axa wê nade bi hemû dinê; de were hekîmooo!

Na na, devê min tijî xwîn be jî ez neşêm tif kim…

Neşêm, nakim, divê nekim!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi