Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Destpêkirina Nivîsîn ê

Destpêkirina Nivîsîn ê

Ez ji Colemêrgê ber kevî ê berçelan, ji ber kevî ê çîya ê Colemergê, ji îspêra, mêgabîtê, warê feqiyan û zozanê bingehîya welatê şirîn, welatê rengîn, welatê biqedir û qiymet da hatim dinê.

 

Pêşîyê silav ê germ li hewe dikim. Bi dest ê nerm destê hewe digirim. Paşê jî bi rû ê şermê hewe bersing dikim.

 

Ez ji van sê hevokên xwe ra tû nabêjim. Belê ji bo rû ê şermê ra bi kurtasî vê dibêjim.

 

Şerm wêne a wijdana mirovî ye.  

 

Rû ê şermê ji me Kurda ra rexekê kêmasî yê, rexê dî jî têkilahî yê tînî civatê.

 

Ji bo rexê şermê:

 

Em di vê cografyayê da gel ê hind ji xwe şerm kirî ne, hemberê mezinan bi edeba xwe têkilahîya dikîn. Li hemberê zaroka jî ji heskirina wanra têkilahîya dikîn.

 

Hemî çarçovada em di bin edeba malbatê xweda ji mirovara têkilahîya dikîn. Dawîyêda ji perwerdahîyê pêtir malbatên me têkilahîyê me kifş dikirin. Bes naha bi kêfîn ku em têkilahîyê xwe bili rexê malbatê, bi parwardahîyê ra jî di xemlînîn.

 

Ma Kurd na bêjin wila filam mirov ji mezinara mezin e, ji zarokara jî zarok e.

 

Dema hemberî mezina em di sekinîn em ji fêhlmêrî û xasmêrîya xwe paşve na mînîn.

 

Dema di van têkilahîyada me xeletîyek an jî kêmasîyek bi nezanayî îna civatê, wê demê em ji xwera diçîn, şermê ji xwe dikîn.

 

Ev kêmasîye tû zirarê nade kesê. Tinê mirovê di nava wê xeletîyêda xwe dîti, kêmasîya xwe dibînî û li wê kêmasîya xwe di zivirî. Ev têkilahîye ji mafê mirovara, ji bo mirovi  tiştekî herî girîng e. Û piştî xwe di wê xeletîyêda dîti tu cara ne kevî nava xeletî û kêmasîyek dî.

 

Dawîya van xeletîyane jî mirovê xeleti kiri şermê ji xwe dike. Ew şerm jî poşmanîya wi tînî pêş çav. Rasti jî poşmani ji xwera lêborînê tînî.

 

Bili vane jî di nava têkilahîyê Kurda da mirovê mizur, mirovê nehs, mirovê ji pê bavê xwe derketi, mirovê şûm, mirovê diz, mirovê ji gotinên dê û bavê xwe derketi hwd. Ev mirovene jî ji rexê gel ê Kurda ra şemizar in, netivya ne, xezeb in, nehs in, neyar in, rû reş in û şerm jî nakin. Di bêjine wi terzê mirova tuxmê şeytan i, di bêjinê bê bav. Ev tuxme heske şerm bikin dê wê demê poşmanîtî a xwe qebûl bikin. Evene poşman jî nabin.

 

Em zivirîn destpêkirina nivîsîna xwe.

 

Ji bo vê destpêkirin a nivîsîna xwe, ez di nava herê hêcanê me û nizanim dê pêşîyê çi nivîsim. Çend hevok li ser şermê me nivîsîn bes ew jî hîvîya me naînî cih.

 

Di bêjin dema gur kete nava kerî pezi devbeşkê digirî. Ji wê çendê jî nizanî berê berani an nêhrî, mihê an bizinê, kaviri an jî gîski bixwu.

 

Belê gur şareza ye.

 

Hindî ji desti tê pezi gewîcû dike. Ewên guri gewîcû kiri jî mirar dibin.

 

Gur dilê xweda “dawîyê dê şivan biçî ewê min mirar kiri dê ji minra mînin û dê paşê bêm bixwum” di bêjî.

 

Bawerim min jî wekî guri devbeşk gêrtîye û we dîyare ez jî dê hevokên xwe gewîcû bikim. Dawîya vê devbeşkêra dê  qaqeza xwe reş bikim. 

 

Herê dê qaqezî reş bikim û dilê xwedî ê wê jî xweş bikim.

 

Teybûr nîne.

 

Ez pivyê me ji iro paşve zozanê Colemergê, ji berbihar û payîzewarê Colemêrgê bi nivîsînê xwera ji hewera bibim şirîk.

 

Bes bi nivîsînê xwera têkilahîyê biratî, têkilahîyê bidomî û serfirazî bi wera beşdar bûn e.

 

Ez pivyê me ji îro paşve wekî çîya ê simbi û kele a ba ê, wekî mêrg û beyarên Colemergê û warê îspêra bi binyat, bi qedîmî ji hewera jîyana xwe bidom bikim.  

 

Bi hevra çendî zozan, çîya, rûbar, beyar, zevî û mêrga, bi kurtahî welatê xwe bi hevra bigerin. Di welatide cihê birîndar derman bikîn, cihê dirya bidirûn, an ku bi hevra bibîn semyana welatê xwe. Di welatide xweşîya bi hevra qetînîn, nexweşîya jî bi hevra çareser bikîn.

 

Bi hevra bibîn mejîyê welat, bibîn êş û jan a welat, bibîn seko û welati pilgirîn ber singê xwe. Serfiraz û serkeftinê xwe, mizûrahi û şûmîyê xwe, bi rûmet û bê rûmetîya xwe, dilsotin û dilbirîna xwe, qehr û gomanê xwe û kêfa û şahîyê xwe bi hevra biborînîn.

 

Bi hevra deşta geverê, îspêra, berçela û di nava daristanê navşar ê hesp a suwar bibîn, di nava gul û beybûna, di nava tevahî kulîlka û bigerîn. Ba ê wan kulîlkê wekî dilka zaroka can û ciwan bikêşîn nava dilka xwe; ewa bê kîn, bê xwîndari û bi heskirina mirovara tiji.

 

Herê bi hevra wan çîyayên herêma Colemêrgê bi heskirina ax û darubara, bi heskirina zevî, mêrg, çîmen, gêr û newala, welatra bigerîn. Biçîn nêçîra pezê kûvi bes ji camêrîya xwe, ji dil kesera xwe tû peza ne kujîn. Tinê seyranî û şahîyanîya li wan çîya ya bikîn.

 

Em nebîn sedema rih a Xwedî dayî pezê kûvi.

 

Em di zanîn rih a hêwana hindî ya mirova nik dilê me girîng e, ji wê çendê pêle mirova, hêwana jî nakujîn.

 

Belê dema sibê ji nav cihê xwe hişyar bûn hindik ji me dê sertêşta xwe bibet ser çemê helêlê çemê zelal û tezî, hindik ji me jî dê sertêşta xwe bibet berçelan ser ava golan ê. Hindik ji me dê têşta xwe bibet çilkanî ya, hindik ji me jî dê têşta xwe bibet ber binê çîya ê reş.

 

Belê dawîya hinde geşt û seyranîya dê merxep zivirîn û ber çoka cîrokbêj û dengbêja rûnên, guhdarî wan bikin.

 

Her we;

 

Dest û milê xwe vekîn, çend mirovê herêmê, mirovê welati û mirovê cîhanê bi dilek wekî avên ber kevîyên çîyayên herêmê zelal derdikevin ra, we bi dilê zelalve himbêz bikîn.

 

Kul û derdên xwe, kîn û xayînîtîya xwe, hevriki û neyarîya xwe, dijmanihi û şervanîya xwe têkin heft batmana bin erdi û ser jî bi darê kewzanê gurîya agiri rakîn ber rûesmani. Ku ca tu cara zirarê nede tû mirova. Bi mirovê herêmê ve bibîn mînak, ji bo mirovê xweza ê.   

 

Hîvîdarim ji îro paşve kêfa min û kêfa hewe, fahmatîya min û ya hewe ji bo raçandina aborî û wêje a kurdî bi hevra biborînîn û bi hevra pêk bînîn.

 

Çîrok, stran, pêgotin, serhati, folklor û wêje a devkî hwd, diherêma xweda hindî ku ji destê me hat bihevra bi rih bêxîn û xwedî derkevîn.

 

Abore, raçandin, têkilahi, fêhlk û emelê malbat û mafê mirova bi hevra, ji bo qencîyê, ji bo pêkhatinê çareser bikîn. Xwedî namûs û şerefa welatê xwe derkevîn, hemberî kêmasîya, xeletîya, rûreşi û şehmizarîyê sekînîn.

 

Di nav me da zikreşi, xwîndari, kerb, kîn, hesûdî, dizi û hîzi, çav pê ne rabûn û çav sorîti hwd hebît, bi hevra tepeser bikîn. Bi çavê evînî, ji jê heskirinra û çarçova mafê mirovada pêk bînîn.   

 

Piştî hinde lewçetîya ez dikarim vê bêjim.

 

Belê ez di zanim ku ev sîte a Nûçe ê Geverê, di hebûna xwera rexekê vê herêmê rexê dî jî di cîhanêda cihek herî girîng gêrtîye. Hebûna vê Nûçe a Geverê ji me Colemêrgîya ra herê pêwîst e û serfirazî ye.

 

Ez ji vê nivîsîna xwe paşve; hîvîdarim di sîte a Nûçe ê Geverê da (Yüksekova Haber) nivîsînê xwe berdewam bikim. Ji minra li vê sîte a Nûçe ê Geverêda bi nivîsînê xwera cih gêrtin herê girîng e.

 

Ji wê çendê wekî susin, beybûn, nêrgiz û binevş paldiden kevîya berfê, ez jî wesa pala xwe bidim sîte ê û xwendevanê vê sîteyêra bibirati, kêfxweşî demê xwe biborînim.

 

Hîvîya min ewe ku fikr û ramanê xwe, hizir û nîgaşê xwe bi bin wêje a kurdîra bi xwendekarîya peywirdar û kedkarî sîtera, bi xwendîtîya hewe xwendevana ra biborînim.

 

Exlebe ji raman û nîgaşê xwendekar û kedkarê sîtêra, ser nivîsîna wêje a kurdî xwe fahma bikim û fikr û ramanê wan ji xwera bikim rêberîtî. Hindî ku ez harîkarîya hewe û harîkarîya xwendekar û temaşevanê hewera hişyarîyê bibînim, bawerim ezdê dawîya nivîsînê xwera pêşve biçim.

 

Belê gotina min ya dawî eve ye.

 

Ger hûn harîkarê min bin, ji nû paşve em ê destê hev bigirîn, serdeşta kanîkewa, îspêran, berçelan, deşta Geverê, li zozanê axa azad da ji xwera bileyîzîn.

 

Em dê wekî zarokîya xwera, şûrê keleş, biranê, tîteqanê, tirêna qarê, korikanê, şeqanê û leyîzên wekî vane bi hevra leyîzîn. Di van leyîz, henekî kêfxweşîyê da kanê kî rojê êk ji me dê bibît pepok, kî dê bibît pilink.

 

Dê kifş bibî.

 

Bili vane em dê bi govendê “hespê beyzade, baso, şêxanî, kanî liber kanîya yar herê leylê, lîzanê,” hwd, govenda ser axa azad girêdin. Hindî ku zikê me bibît meşk em dê şêxanî reqisîn û bikenîn.

 

Dema em westan jî dê bi skûre a/tas ên dewê miha bi ava ji bin kevîyê berfê derkevin wekî cemedê tezî vexwun. Belê tivê dema me dewê bi ava ji bin kevîya tezî dew vexwar, tivê em didanê xwe hişyar bûn ku didanê me jan nedin.

 

Heske Xwedê neke dê nesax bikevîn.

 

Piştê em bi govendê reqisîn û me têr dewê tezî vexwar, tiştek ma ku me nekiri?

 

Belê maye, qed em dê mînîn betal.

 

Dawîya wê da jî dê rûnên dîwana çîrokbêja, dê rûnên dîwana deng bêja. Paşê jî dê ji xwera serhatîya û meteloka jiber bikîn û dawîyêda ji zarokê xwera bêjîn.

 

Bi harîkarîya hewera aborîya xwe ya kurdî, wêje a xwe ya kurdî hindî ku ji destê me hat ji ber sekeratê xilaskîn.

 

Ji min biborînin, ez qet zêdehîyê ji xwera nabînim, bes ez kêmasîyê xwe, bi hişyarkirin a heweve pivyême çareser bikim. Tu nebî bi heyîtî a hewe ra, bidest gêrtin a hewe ra, di alîyê wêje a Kurdî da xwe, nîgaş û ramanê xwe dewlement bikim.

 

Bawer dikim ku bi rêberîya hewera ez jî nivîsîna xwe ya Kurdî dê dewlemend bikim.

 

Armanç ne ewe em wekî roja reş rabîn nav çavê yêk, armanç ewe ku têkilahîyê xwe bi birati, bi camêri, bi hevaliti û bi rûmeti biborînîn. Kêmasi û xeletîyê xwe ji holê rakîn.

 

Wekî dara leylankê, dara sêvikê, dara gêlasê, dara xox ê û bihere wekî mêrg û çîmena xwe bi kulîlka xwemlînîn.

 

Bi van hiş û ramana, bi vê nîgaşê û hizira ra ez destê xwe didem hewe û libenda hewe me.

 

Her we wekî avê zelal, bi dilka delal û bi jîyana azad ra bimînin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
31 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10