Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Destana Ergenekon ê

Destana Ergenekon ê

Ergenekon gor Tirki navekî giran e. Herêma Ergenekon ê deşt û zevî ye, mêrg û kanî ye, dar û daristanî ye. Min nedîtî ye belê we dibêjin.

Gor wan.

Warê xewşmêr û pilingan e. Warê şêhr û nêçîrvana ne. Mirovên wêrê di jînin herdem suwarê hespên şînbozkewzanî ne, li ba re tên û bi birûsî yê re diçin.

Gor gotin a.

Warê mêrkuj û talan rakirinê ye. Warê zilm û zorê ye. Mirovên wêrê dijînin cahiya avê qimizê, cahiya dewi xwînê, cahiya xwarinê jî zimhêrên talan kiri dixwin.

Kîşk welati êrijê bibin ser, wi welati ji dîrokê de radikin. Di cînanê de ji wan wêde tû kes divê jîn neke.

Di van hişên wan û gor hizirên wan ji wan zêde di vê xwezayê de tû gel çunînin, ew gelê yêkemîn in. Xwînê çavên wan girtî ye, ji kuştin û talan kirinê zêde tû fahm nakin.

***

Sala 27.Pûşper.2007ê li Umraniyê, di malekê de hindik bonbeyên desti (elbonbası) hatin girtin. Têkilên van bombeyane tevahî bi têkiliya efser (albay-yarbay), çawîş û neferên bi erka xwe rabûn û ên teqawît bûyî de derket.

Bi vî awayê dozgeri, nêzîkê 33 mirova re doz vekir. Bi vê dozê re glok vereşî.

Ez kirêtîyên nava vê çeteya bi navê ergenekê de, tiştikê nayînim ziman ku ca nivîsîna min pir dirêj nebe.

Bi vereşîna gloki re bajêr û cihan de bi sehkirinê, an jî bi operasyona çiqên ergenekonê ên belavbûyî welat hindik hatin gêrtin/şikênan.

Hindî rojên pêşve diçin, hind jî çiqên ergenekonê tên birîn, mixabin ev çiqene hêj nîvi jî ne bû ne.

Çimkî evê ergenekonê wekî ahtepoti welat di nava destê xwe de girti ye. Di bêjin wekî benîştê qaçkê maye pistahê mirovi ve. Aha ev ergenekone jî her we maye pistahê gel ên Tirkiyeyê ve.

Wekî welatperez xwe nîşê dide rexekê qaseyên welat ên para valadike, rexêdî jî çend entrîqayên mezin hene bi taybetî di serê Kurda de û gelên Tirkiyeyê de tîne.

Ma na bêjin bangordanê xîzana, bi gotinek dî bangordanê feqîra jêlil gêrdibe. Bangordanê me Kurda jî jêlil gêrdibe. Çimkî rexekê em navserê xwe didin, rexêdî jî neyarê me navserê me dide.

Temaşe bikin welatperezên Tirki ên wekî endamên ergenekonê hind zirarê didin dewletê, hindî dewletê dişelînin, dewlet bi wan re kêfxweş e. Belê ew welatperwerên agirê jehrê didifina (poza) wan de derdikevî her we Kurda re jî ketîne rikê, hindî ku xwîna Kurda vedixwin têr nabin.

Kurd hindî ku hêvîya aşti û biratîyê ji wan dike, carek dî tû bawerîya wan bi Kurda nîn e. Siyaseta Kurda ji wan re neyar e. Partîya wekî CHPê rexgirê ergenekona terorîst re ye, tû doz venabin ji DTPê re doz vedibin û tên girtin.  

22.Cotmeh.2009ê de rojnameya tarafê rûperê xwe ê danzdehê de ji parlementerên CHPê re nûçeyek kurt nivîsî bû.

Gor wê nûçeyê parlementerên CHPê Şahîn Mengû, Alî Riza Oztûrk, Melîh Ejder Ozdemîr û Alî Riza di rûniştina ergenekona duyemîn de rêza parêzera de rûnişti bûn. Gor cihê lê rûnişti û qanunê wekî rexgirê ergenekonê hatîne çav.

Gor nûçeyê, Dozger Mehmet Alî Pekgûzel gotîye “diviya ew parlementer jî çuban rêza temaşevana de rûniştiban.”

Êê ev parlementerên CHPê ne. Ew dê rexgirîya ergenekona terorîst bigirin û di vî welat de jî tû kes neşê tiştekê ji wan re bêjî.

Di alîyê dî de.

Ez rexgirê karkerên tevahî cîhanê me û bi vê ronahîyê de jî rexgirê karkerê înhîsarê me û diserhildana wan a Enqerê jî bi wan re me.

Parlementerên CHPê ji bona xweşmehtîyê ketibû nava serhildana wan û polîsa jî gaza îsotê berdabû çavê wan. Seba vê gaza îsotê perlementerên CHPê meclîs û Tirkiye hejandin.

Herê parlementerê CHPê dema polîsa ew gaza îsotê dişidande nava çavê parlementerê DTPê yê kevn, tu çima kêfada çargoşe dibû? Te çima ne digot di demokrasîya de tiştên wihe çunînin? Dema ew parlementer rast qotanê, lêdanê, jopan û gaza îsotê de qirqiçîn tu kû bû? 

Qatî tu bi îradeya hilbijari re bû parlementer ên DTPa kevin ji esmani werya ne. Qatî hûn nizanin du rûti kirêtî ye?

Belê di seride me çi got?

Me got çavkanîya ergenekona terorîst di nava artêşê de qirqiçî/qinqilî. Serokomarê artêşê jî çavên xwe qahîm gêrtine û gefa li ser gela dibarînî.

Wekî di gemîya şerida mînaka şêhra nirên ji singê xwe berdayî, her we tilûya xwe danîn çavan û gelan di de gefandin.

Dê werin vî xorti ji vê kurê (herî) derêxe di bêjin. (Ev gotina mezinên Kurda di sedemekê de min guhasti ye. Xwendevanên hêja ji bo vê guhastinê ji min biborînin.) Li welatekî Serokomarek hebe û çareseri yê ji emîrerê xwe re neşê bike, belê neyarîya gelên xwe bike û wan bide ber gefandin ê dê çawa be.

Wê demê neferên ergenekonê çawa di karê xwe de nînîkê naçin?

Kêrmê darê ji qormê darê ye. Berê hûn kêrmi di nava xwe de winda bikin, paşê jî zivirin gel i bidin gefandin.

***

Dema ev nivîsîne di destê min de nûçeyîn flaj ketin çapemenîya Tirki. AKPê destûr daye hêzên xwe ku bi sehkirirna wan re 8 bajêra de 9 şareder bi nêzîk 80 endamên BDPê girtin bin çav. Kifş bû ku banga serokômarê artêşê di demek nêzîk de hate cih. Ew tilû ji qesti ne dirêj bibû nav çav.

Bila ev zilm û zordarî, ev kirina antîdemokratîk, lêdan, kuştin, binçavkirin, kirêtîyên hindî ku heyî ser Kurda bê kirin û Kurdê bişeref û binamûs jî dersê jê bigire. Hêvîya me ewe ku Kurd dê xwedî xwe bibin û dest ji biratîya Kurd û Tirkê xîzan û karker bernade. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10