Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dest avêtina nivîsînê

Dest avêtina nivîsînê

Dema min dest avêti nivîsîna zimanê xwe, ez di nava şaşiyek pir girîng de bûm. Lewre sala 1969’ê bû û ez hêj dibistana pêşîn de xwendekar bûm. Wî demê min çîroka keçeloki bi zimanê xwe anku bi zimanê kurdî nivîsî bû. Nivîsîna min a vê çîrokê nêzî sêsedupêncî rûpelê defterê û du aliyên rûpeli jî tevahi tiji bû.

Mixabin wî demê min tîpên kurdî nenasî. Min çîroka xwe a bi zimanê dayika xwe bi tîpên tirkî, belê bikurdî nivîsî bû. Ji wê çendê di nivîsîna min de gelek xeleti hebûn. Lewre tîpên di elfabaya kurdî de heyî, ên wekî “Q-q, W-w, Ê-ê, Î-î û X-x” yê min nenayîsîn û nedizanîn. Cihê van tîpên kurdî min “Ğ- ğ, V-v, İ-i, I-ı, K-k” û ên dî ve nivîsî bû.

Hingê kurdî û nivîsîna kurdî pir bala min dikêşa. Nizanim li kîderê hatibû, belê mewlûda kurdî kevtibû deste min. Caran min ew mewlûda kurdî di malê de wekî xwendina tirkî, kurdî dixwend. Tê bîra min nivîsîna mewlûdê bi selîqa Bahdînan anku bi axiftina me Colemêrg’îyan re hatibû nivîsîn. Evê jî ez pêtir girêdayî nivîsîna kurdî kirim.

Rasti ew çîroka keçeloki xelet hatibe nivîsîn belê ji bo îro dê wekî çîroka nemir maba deste min de. Belê danzdeh îlona sala 1980’ê wekî tev jîna min a giyandar, ew çîroka min jî winda kiribû. An ku bi wê nivîsînê re nêzû hezar pirtûkên min hatin sotin.

Di bêjim û tu xilafi tê de çu nîn e. Danzdeh îlona sala 1980’yê tev jîna min a heta wê rojê winda kir û ez niha ji dayikbûna xwe vê roja danzdeh îlona sala 1980’ê yê diînim ziman.
Ez carek dî zivirim dest avêtina nivîsînên xwe.

A rasti jî piştî sala 1969’ê min dest nivîsîna kurdî berda û heta van salan pêşîyê. Belê carek dî bitirsoke min dest avêt nivîsîna zimanê xwe. Bi tirsoke dibêjim lewre min tu perwerdahiya zimanê xwe nedîti bû û xeletiyên min pir hebûn. Rasti jî min carek dî tirsa şehmizariyê de min nenivîsî, belê çend hevalên min hebûn û bi xortiya wan min nivîsînên xwe ji Nûçeyên Geverê re hinartin. Rasti wê bêbaweriya min de, nivîsînên min Nûçeyên Geverê (Yükeskova Haber) de hatin weşandin.

Nivîsînên min dema di Nûçeyên Geverê de hati weşandin çend mehan xwendevanan ser heqiya xwe ez rexne kirim û seba pir kêmasiyên xwe min neşiya xwerexne bikim. Ew jî ew rexneyên pir giran re. Rexneyên kirêt û rûreşî ji min re kirin. Sedema van rexneyên xwendevanan deh caran pêtir ji dilsarbûna xwe re “êdî ez bizimanê xwe nanivîsim, bila ên di vî kari de perwerdahi dîti û zimanzan binîvîsin” min got. Caran di vê nivîsîna xwe de bi dewlemendîya pir peyvên xwe re min neşîya hevokan, di bingeha wêjeyê de girîng, nivîsim. Ewê jî pêtir qedemên min şikandin. Lewre heçî peyva min dinivîsî, min dilê xwe de “ecêp ev peyve di zimanê kurdî de heye an na” diborand. Heke ev peyva ez dinivîsim, di zimanê kurdî de çu nebe ez dê şehmizar bibim; dilê xwe de min digot.

Carek dî heçî nivîsîna min li Nûçeyên Geverê derketi ew hevalên min kêfa xwe bi nivîsînên min diînan û ez pîroz dikirim. Pir caran min “hevalno hûn rexneyên bi min re tên kirin naxwînin. Nê camêran neheq nîn in. Ez û nivîsîna zimanê zikmakî a kurdî ji hev dûr in. Lewre êdî evan xwendevanan ez reziluriswa kirim. Ez êdî nanivîsim” min gote wan. Belê ewan carek dî ez xapandim û bûn sedemê nivîsîna min.

Ez serê hewe gêj nekim.

Di rêzimanîya zimanê kurdî de wekî min goti ez nehatibûm perwerdekirin. Vê dawiyê de tenê min tîpên zimanê kurdî nasîn û min dest avêta nivîsîna zimanê xwe. Wekî nivîsînên min ên dawiyê niha jî gor rêzimanê zimanê kurdî, ji min re xeyal bû.

Rasti jî di binyatê peyvan re ez bi zimanê dayika xwe re dewlemend bûm. An ku di binê tûrikê min de peyvên kurdî qinqilîn û şilq vêketin. Çimkî pir bûn. Ez bi peyvên zimanê kurdî re herî xemilî û nexşandi bûm. Belê ev peyvên kurdî ez nizanim çend ji wan kurdî ye. Ez bi peyvên kurdî re dewlemendim, belê ewan peyvan dialiyê rêzimana zimanê kurdî de çawa binivîsim wê nizanim.
Di vê sedemê de ji ber vê kêmasiya xwe a nivîsîna kurdî de ez niha jî neşêm bêjim ez kurdekî serfiraz im. Ji bona hînbûna min a zimanê kurdî pir kêmasiyên xwe min goti bû min hene. Belê ez vê dizanim û xîreta wê dikêşim. Ez dê xelet jî be bi nivîsînên xwe re berdewam bikim. Min ji mezinên kurdan bihîsti bû. Merov çendî xeletiyan bike û bizane ku ev xeletine, paşê xeletiyên xwe çareser bike, dê wê demê xwe ji xeletiyan bişêve. Armanca min jî ev e.

Belê ez vê jî dizanim. Bi sedan an jî hezaran kurdên çand û wêje a devkî dizanîn û dîroka xwe re dewlemend, jîyana xwe winda kirin e. An ku çîrokbêj, helbestvan, dengbêj, ên xwe bi wêjeya devkî re xemlandi û hwd. di çanda kurdî de xwe nexşandi, agahiyên xwe nenivîsîn û jîyana xwe winda kirin.

A rasti jî evê nesaxiya min a şêrpençê ez ji perwerdehiya zimanê xwe re paşve hêlam. Sedema vê nesaxiyê, min taqet nema ku ez an ji komalek kurdî an jî dialiyê yêkî xwe bi rêzimanê kurdî re xemlandi rê bêm perwerdekirin. An jî biharîkariya mamosteyek kurd re kêmasi û xeletiyên xwe çareser bikim.

Mirov di vê kurte jîyana xwe de, di şê bibêje jîyan çi ye? Tu hind bibîni ku dilka te sekinî û te jîyana xwe winda kir. Di van gomanan de hêj min jî jîyana xwe winda nekiri ew çend çîrokên ez dizanim binivîsim. Ew jî bi zanîna xwe a xeletiyên nivîsîna xwe re.

Heke ez vê jî nebêjim dê bêhna min çik bibe. We dîyar e tu weşanxaneyên xwedî berpirsiyarî çu nîn in ku van romanên min bidin weşandin. Dawiya van nivîsînên min, hêvîya min ew e ku heke nivîsînên min nehên weşandin kurdek bi wijdan û xwe bi xemlandina rêzimanê kurdî re dewlemend kiri, van nivîsînên min di çarçova rêzimanê kurdî de bide weşandin.

Di vê berdewamiyê de min romana xwe a ser navê “Çîrokên Mîrza Mihemed” a nêzî 430 rûpelên qompîtûrê xilaskiri ye. Vê navbendê romana xwe dibêjim, lewre bi vê romanê re min çar roman jî nivîsîn belê dawiya tev têkoşîna xwe re min neşiya li çû weşanxaneyan de bidim weşandin. Çendî nehên weşandin jî heke jîyan destur bide di ramanên min de pir dî serhati û roman hene. Ewan jî dê bi vê nivîsîna xwe binivîsim. Di vî alî de pir xeyalên min hene. Dema min jîyana xwe winda kir ku ca bi min re winda nebin. Wekî min goti di vî wari de xeyal pir in.

Heke di aliye vê şîroveyê de mirov binivîse, tu caran dawiya wê nahê. Vê jî dizanim û di vê baweriyê de me, heke zimanê kurdî rojekê azad bibe, wêjeya kurdî dê cîhanê de cihek yekemîn bigire. Ez vê şîroveya xwe dê kurt bigirim û ji tev zimanên zikmak ên bindest re azadiyê dixwazim.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10