Silêman Feqiyanî

Demokrasî sedî çend di AKP'ê de heye

27 Temmuz 2013 Cumartesi 11:57

Caran navbenda heval û hogiran de “Xwedê mirovi şaş neke, heke şaş dike jî bila kaş neke, heke kaş dike carê bila gêj neke” di tê axaftin.

Rasti jî we ye. Lewre xîmê binyatê gêj bûnê şaş bûn e. Mirovê şaş bû bi tev bizavên xwe de tevgerên mirovi wekî mirovê gêj diîne pêş çav. 

Dawiyê heta îroj em dibinin ku Partîya Spî di şîroveya demokrasîyê de daxuyaniyên şaş dide. Wekî divan heyaman de polîtîqa xwe a Misir’ê û Sûriyeyê.

Hind dibêjin wekî pir welatan, Misir’ê jî demokrasi heye. Misir’ê hebûna demokrasîyê de bijartina serokomari hate kirin û dawiya bijartinê de Muhammed Morsî hat bijartin.

Rast e. Heta vêrê me qebul.

Belêê.

Di bingeha demokrasîyê de, bijartina serokomari hat kirin û serokomar hat bijartin. Ma nevê ew serokomar jî gor wê demokrasîya heyê de bixebite. Ma nevê dialiyê mafê mirovan de xîmê demokrasîyê qahîm bike. Ma nevê ji tev gelên welat re demokrasîyê bide xebatê.  

Lewre bi wê bijartinê de ew dibe serokomarê tev gele wî welati. Heke ew serokomar tene alîgirê wi be ku ê di wê bijartinê de denge xwe, rey a xwe dayî wi û ê dengê xwe nedayî wi jî negire, ew demokrasi tê çi wateyê?

Ew serokomarê hati bijartin, navbenda gele welatê xwe û ê cîhanê re zikreşi û rikê bike. Ji wan gel ên welat de hindikan spî û hindikan reş bibîn e.

Hindikan wekî zarokê xwe û hindikan wekî nevîyê xwe bibine. 

Tev îmkanên  hikometê dialiyê xweşvîyayê xwe re bide bikaranîn, yek qisim mirovan jî ji van îmkana bêbahr bike, wê demê demokrasi namîne dibe zordari.

Ew serokomarê “demokrasi tene ji alîgirê min re heye û ji ê nealîgirê min re tüne” bibêje. Wê deme, ê ji wê demokrasîyê bêbahr “gelo em çima wekî zarokê jinbavê tên dîtin, çima ji hindik gele welat re demokrasi heye bele ji hindikê re çu nîn e” nabêjin? Rasti vê neheqiyê nakevin nava têkoşînê? Rasti vê neheqiyê nadakevin kolanan? Rasti vê neheqiyê heqê xwe ê demokratik nadin xebatê? Kifş e ku evî serokomari jî cudahi danîye navbenda gelan de ku qisimek geli daketin kolanan.

Ez vê jî bejim ku a rast ez tu şîroveyên alîgir ser Misir’ê nakim û ez alîkarê destserdana leşkerîyê jî nakim.  Lewre me pir ji deste înqilabên leşkeriyê de kêşaye û min nevê tu caran leşker destdananê danê ser tu gelan. Em dizanîn destdanana leşkeri de demokrasi çu nîn e û ew dibe dîktatorî.

Di dîrokê de hatî dîtin ku zilm û zordariya tu Dehaq’an berdewam nebûye.

Em temaşe dikîn ku hikometa AKP’ê jî alîgirê Serokomar ê Misirê Muhammed Mursî digire. Bi vê aligiriya AKP’ê de mirov dimîne gomanê de.

Ecêba navbenda zêhna demokrasîya AKP’ê û a vî serokomari wek hev in ku dibe alîgirê wi? Ecêba gor AKP’ê demokrasî ji tirki re cida û ji kurdi re cida heye? Ecêba demokrasî ji şoreşgerê Parqa Gezîyê re cida, rojnamevan, xwendekar, nivîskar, romanûs û zanyarên wekî wan hizir nekin û nenivîsin re cida heye? Ecêba AKP “min sedî pêncî deng ji bijartina parlementeran da hildaye” dibêje û tene xwe hikometa wan sedî pêncî dengdaran dibine? Ew jî ji wan sedî pêncî dengan de sedî panzdeh bi neheqi an ku dewle sere bendava sedî deh bijartinê de hildaye.

Ji AKP’ê re divê ev pirs û pirsen wekî vane bibê nîqaşkirin.

Em dizanîn ku Beşar Esad dehaqê kurdan e.  Di hikometa bavê û a wi de pir zilm û zordari ser kurdan hat kirin. Îktîdara wan de pir kurd hatin kuştin, kevtin hepîsxana, winda bûn û îşkenceyan de borîn. Bi hezaran kurdan nasname ê xwe çu nebûn.

Ev demek dirêj de ye hundirkarîya welatê wi dehaqi tevlihev bûye. Gelên welat de rasti zilm û zordariya wi kevtin kolana û naha jî bi çek, top û tifengan re şerê wi dikin. Di nava van gelan de êk jî gele kurd e. Wekî tev gelen nava Sûriyeyê têkoşîna neyariya Esad didin me got yek jî gele kurd e.

 Aliyê dî de jî hikometên tirki ên dawî û heta vê hikometa AKP’ê “me nevê tu hikomet an jî tu kes xwe têkilî hundirkarî tu dewletên cîhanê, bi zêdehi xwe têkil hundirkarîya tu dewletên cînarê me bike” digotin û naha jî wê dibêjin.

Lê ya rast hikometa AKP’ê xwedîyê vê polîtîqayêye belê ji roja pêşîyê de heta îroj xwe têkilî hundikarîya Sûriye’yê dike. Bi çekan û mîlîsan re kar dide van çeteyên neyarê kurdan. Tê zanîn jî sedem serhildana kurdên Sûriye’yê ye. Ev baş tê zanîn.

Rêberên AKP’ê di aliyekê de ji kurdan re “em birayê hev in” dibêje, aliye dî de jî ji bo tunebûna kurdên Sûriye’yê a ji desti tê paş de nahêle.

Lê negirtina AKP’ê a demokrasîyê baweim ev e. Lewre têr dile xwe ê şaş bû.

Bu yazı toplam 3129 defa okunmuştur
00:35
 // agir ciyan
We kurdan rezilkir .tabence da destevan hekege ssvunmiskin. We got. Ama we wan da kustun win dusmani kurdanin .ki digapinin ?...
01 Ağustos 2013 Perşembe 00:35