Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dema rûn rijî nahê komkirin

Dema rûn rijî nahê komkirin

Di jîna kurdan de û demokrasiya tirkan a digotinê de heyî de, pir rojên tarî, rojên êş û jan, rojên axîn û nalîn di dîroka tirkan de cih girt. Diyar e ev rojên aliyê mafê mirovan didanên bin pê, hêj dê dom bikin.

Lewre dibêjin “ê hati dê mirovi pêşmani ê çûyî bike.” Kurd jî dibêjin “were mirov bidest bide û bipê a lêgerîn e.”

Dewrê AP’ê, RP’ê, ANAP’ê, DSP’ê, CHP’ê, MHP’ê û partiyên dî ên netewî de tev zilm û zordari li kurdan hat kirin. Ewan jî ji înkar û îmhaya kurdan de yek pêngavekê ji AKP’ê paşda neman. Ewan jî mafê mirovan û demokrasiya bigotin heyî binpê kirin. Demokrasî gor hiş û hizirên xwe înadin ziman.

Belê ewan wekî AKP’ê sedî nehwêt aşkera û rû bi rû nekirin. Ewan sedî pêncî aşkera û rû bi rû kirin, sedî pêncî jî veşarti. Di vê sedemê de welatiyê Tirkiyeyê îktîdarên netewî bidestan dan, niha jî bi pêyan lêgerîn in. An ku ê hati dê mirovi pêşmani ê çûyî bike.

Rasti ew partiyên netewî ên dawiyê çendî sedî pêncî diîmha û înkara kurdan de xebitibin, çend sedî nehwêd welat de mafê mirovan bin pê kiribin gor vê zilm û zordariya xwe niha dinava rûperên dîrokê de jeng girtîne.

Niha serokê AKP’ê, serokwezîrê hikometa AKP’ê, dema diaxive tev sîyasetmevanan, rewşenbîran, nivîskar, rojnamevan bi kurtasi tev welatiyan xeşîm dibîne, xwe jî xasmêr. An ku xwe sertûyê ser mastê zerikê de dibîne. Gel mast e, ew jî sertû.  

Tev axaftinên xwe de rahêle ê wekî wi hizir neke, ê rexgirê wi nebe. Ev jî têra nake. Ê wekî wi hizir neke, ê rexgirê wi nebe, ê axaftinên wi nîqaş bike di aliyê wi de tê şemizar kirin û dikeve girtigehan.  

Bi taybetî dema navê kurdan dikeve guhê wi ser hişên xwe diçe. Lewre tenê vê demê diwelat de dengê kurdan rasti wi gur derkeve. Bi tenê kurd rasti siyaseta wi a qrêjû bihezaran dakevin qadan. Ew jî dibe şûjin dikeve çavê wi.

Ev jî rik û neyariya wi zêde dike û çend rika xwe a heyî vereşîne ser kurdan. Di vê sedemê de ji bo îmha û înkara kurdan, ji bo mehîbûna zimanê kurdan roj bi rojê pêtir xîretê dikêşe û hilkulîna şerê qrêj dike. Di vê çendê de tu baweriya axaftinên wi ên çêbûna aştiyê nemene.

Dilka singê wi de jengê girtiye û hind qrêjû bûye, ji germahiya ola İslam’ê re jî nahê paqijkirin. Dilka wi wekî pola req bû ye, nerm nabe û binimêjên wi ên mizgeftan de dike re jî, hiş û ramanên wi nahelin. Lewre ew bûye serxweşê sedî pêncî rexgirtiya dengê gel.

A ji kevneşopa dawiyê re hati CHP jî tu ji AKP’ê kêmtir nîn e.

AKP’ê heta duh ji înkar û îmhaya kurdan re bang dikir, CHP’ê jî ji wan re çepikên xwe re ew pîroz dikirin. Ji bo hilkulîna şeri, di vî şeri de kuştina ciwanên kurd û tirk re AKP’ê bihebûn û nebûna xwe re xîret dikêşa, CHP’ê jî ji bo vê xîreta wan ew pîroz dikirin.

Di vê sedemê de CHP jî wekî AKP’ê şirîkê îmha û înkara kurdan e. Şirîkê kuştina ciwanên kurd û tirkan e. 

Niha jî AKP’ê tev saziyên dewletê, leşker, polîs û mehkeme hildan destê xwe. Wekî dîkilê şamê ser dîkê qebê tev serokên partiyan dixwaze.

R. T. Erdogan mizgîni min te tu çend bimizurahiya peyvan re bileyîzi û tu çend bi van peyvên jehr re rahêli kesan, rojek dê bê hevok dê ji te re bibin neyar.

Belê dibêjin piştî pîra seran, rûnişti ber kesk, sor û zeran. Mîrim borî. CHP’a şirîkê xwînrêtan, îmha û înkaran, şirîkê firotina demokrasîya tenê binav, tu direngî bûyî. Tîr ji kivanê derket. Te bidesti da tu niha bipê a lêgerîn i.

AKP niha hêdî hêdî ê nêzî dewletek dîktatoriyê dibe, hindik maye ku xîmê dewleta gor hişên xwe, bin banê dîktatorîyê de avabike.

Tev aloziya AKP’ê a xîmê dîktaroya xwe danê de, navê Mehmed Agar carek dî kevte rojevê. Tê zanîn mehmed Agar pirsgirêkê tev kuştin, windakirin û îşkenceya mirovan bû.

Di çeteya Susurluk’ê de navê wi ê tarî kevte ronahiya van kirêtiyan. Pêşî Susrluk’ê jî aşkera bû ku ew ji van kirêtiyên nava dewleta kur de xwedî van pirsgirêkan bû, belê Susrluk’ê de biaşkera kevte rojevê.

Di vê qezaya Susrluk’ê de cezayê girtigehê danê. Ceza danê belê tev saziyên dewletê ditên ku wi têkin girtigehekê. Belê girtigehek layîq dîtina wi Tirkiyeyê de peyda nabe.

Kîjan girtigeha ji wi re tê gotin, ew girtigeh naçe xweşiya wi û qebûl nake.

Mirov dimîne şaş. Ev mirove xwediyê çi hinêrîyêye, serkana giştî a leşkerê dewletê re hesab jê tê xwestin, belê ji evî mirovi re tu girtigehên layîq dîtina wi peyda nabe. Ev mirove dê sûçdar be, belê dewletek tev saziyên xwe re rasti wi dest girêdayî dimîne.

Herê gelo ev mirove çendî mezin e, çendî girîng e, çendî giran e ku hinde biqedir û qîmet e. 

Bila ê dîktator bizane, dema rûn rijî nahê komkirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10